1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Çarşema Sor li Şengalê tê pîrozkirin
Çarşema Sor li Şengalê tê pîrozkirin,çarşema,sor,li,şengalê,tê,pîrozkirin

Çarşema Sor li Şengalê tê pîrozkirin

Cejna Êzîdiyan Çarşema Sor li Bajaroka Şengalê yê Başûrê Kurdistanê bi serdana Goristana destpê kir

A+ A-

Cejna Êzîdiyan Çarşema Sor li Bajaroka Şengalê yê Başûrê Kurdistanê bi serdana Goristana destpê kir. Gelê Şengalê bi girseyî serdana Goran û kubê pîroz yên heremê kirin qeûla xwendin.

Cejna Êzîd Çarşema Sor li Bajaroka Şengalê ya Başûrê Kurdistanê bi serdana Goristana destpêkir. Gelê Şengalê bi girseyî serdana Goran û kubê pîroz yên heremê kirin qeûla xwendin û xêrê dan. Çarşema Sor li gorî Baweriya Êzîdiyan wek roja avakirina erdê tê pejirandin. Baweriya Êzîdî destpêkê erdê wek avê qebûl dike, xweda li gora salnameya kurdan li yekemîn Çarşem wek damezrandina cîhanê dipejirîne.

Li gorî wê di vê rojê de hêk tên boyaxkirin, serdana goran têne kirin û xêr têne belav kirin. Serokê Tevgera Demokratik Azadî ya Êzîdî (TEVDA) jî bi mebesta rojê li navenda Şengalê pîrozbahiya gelê Êzîdiya kir. Daxwaz kir ku ev roja avakirina Cihanê ji bo gelê Kurd û gelê Cîhanê bibe roja aşîtî û azadiyê.

Bi mebesta rojê TEVDA dê bi beşdarbûna hunermendên navdar Rojda, Xemdar û Leyla piştî nîvro şahiyekî pêk bîne.

ANF NEWS AGENCY