1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Çavdêrên xwe ji Sûriyê vekişandin
Çavdêrên xwe ji Sûriyê vekişandin,çavdêrên,xwe,ji,sûriyê,vekişandin

Çavdêrên xwe ji Sûriyê vekişandin

Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber erka çavdêrkirinê bi dawî bû çavdêrên xwe yên li Sûrîyê paşve vekişandin

A+ A-

Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber erka çavdêrkirinê bi dawî bû çavdêrên xwe yên li Sûrîyê paşve vekişandin.

Çavdêrên Neteweyên Yekûbûyî (NY), roja duşemê ji Şamê çûbûn Lubnanê. Piştî erka çavdêran bi dawî bû Desteya NY'ê biryar da ku dawiya hefteyê çavdêrên xwe ji Sûriyê vekişînin. Erkê çavdêran roja Yekşemê bi dawî hat û Civata Aramiyê ya N.Y. razî bû ku tenê ofîsekê vekirî li Şamê bihêle. Çavdêr bo Sûrîyê hatine şandin di çarçova plana nûnerê berê yê navneteweyî Kofî Annan de pêk hat. Annan di vê mehê de dest ji posta xwe berda û diplomatê Cezayîrî Lexdar Îbrahîmî cihê wî girt.

(mae)