1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. çavkaniya xwe dixetimînin
çavkaniya xwe dixetimînin,çavkaniya,xwe,dixetimînin

çavkaniya xwe dixetimînin

A+ A-

SERBAZ SİYAMEDN

HEWLÊR(DÎHA) – Tirkiye û Iran ku bê navber Herêma Federal a Kurdistanê topbaran dikin, ji bo pêşerojê dara binê xwe dibirin. Li gorî lêkolînan zêdetirî 1300 şîrketên Iranî û Tirkiye li Herêma Federal a Kurdistanê karê bazirganiyê dikin û salê 7-10 milyon doraran qezanc dikin.

Wezareta Bazirganiya Hikumeta Herêmê tenê di sala 2010’an de rê daye ku Iran û Tirkiye bi buhayê 6 tirîlyon dînarên Iraqî alavên xwe bînin herêmê û bifroşin. Li Herêma Federal a Kurdistanê zêdetirî 1300 şîrketên Iranî û Tirkiye li herêmê kar dikin. Ji hezar û 400 şîrketan 900 şîrketên Tirkiye ne. Iran jî ji sedî 80 pêwîstiyên rojane yên Welatiyan tîne herêmê. Tirkiye û Iran bi rêya 5 xalên fermî yên sinor, di sala 2010’an de bi bûhaya 6 tirîlyon dînarên Iraqî qezanc kirin. Tirkiye li gorî peymane li deriyê Îbrahîm Xelîl, Îran jî li deriyê Hacî Omeran û deriyên bajêrokê Çoman, Başmax, Pêncwên, Perwêzxan, Xaneqînê û Tewêle deriyê bazirganiyê bikar tîne.

Herêma Federal a Kurdistanê çavkaniya kar a Îran û Iraqê ye

Tirkiye û Îran li Herêma Federal a Kurdistanê di gelek qadan de xebatê dike. Tirkiye û Îran di şîrket, bank, dibistan, zanîngeh, alav, aşxane, hotêl, supermarket, berber, ragihandina rêwiyan de dixebitin û bazirganiyê dikin. Li aliyekî welatiyên Herêma Kuristanê betal in, lê li aliyê din welatiyên Tirkiye û Îranê tên li heremê kar dikin. Li Hewlêr û Silêmaniyê Rêvberatiya nîşîngehê ya Herêmê Iqame wan hewlatiyan dide ku serdana Herêma Kurdistanê dikin an jî kar dikin. Li gorî agahiyan, di her deqeyekê de îqameya kar kirinê ji her Tirkek û Îraniyekê re didin. Her wiha Îran û Tirkiye li Herêma Federal a Kurdistanê xwedî cihek siyasî û eskerîne. Ji sala 1992’an heya niha 3 bingehên leşkerî yên Tirkiye li Herêma Kurdistanê li Bamernî, Kanîmasî û Batûfa dimînin. Di van bingehên Tirkiye yê de hezar û 300 leşker dimînin.

(ssq/mae)


Bêjeyên Miftehî