1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çemê pak û zelal vegerandin qanalîzasyonê
Çemê pak û zelal vegerandin qanalîzasyonê,çemê,pak,û,zelal,vegerandin,qanalîzasyonê

Çemê pak û zelal vegerandin qanalîzasyonê

A+ A-

SIDDIK GULER

Çemê Miksê ku çavkaniya xwe ji ava xwezayê ya kanî û ava berfê digire û diherike, ji ber ku di salên dawî de ava qanalîsazyonên navçeyê diherike ser wî, ava wî pir qirêj bûye û vegeriya ye qanalîsazyonek mezin. Serokê Çav-Der'ê ya Wanê Alî Kaçlik, piştî li ser çem lêkolîn kir diyar kir ku şaredariya di destê malbata Orhan de ye tu xizmet ji bo navçeyê nekiriye û çavkaniyên xwezayî jî wêran dike.

Şaredariyên li herêmê di destê AKP'ê de ne, her tim ji ber kêmasiyên xizmetê û nelirêtiyên tên rojevê. Hin caran bi deynên li pey xwe hiştine, hin caran bi fatûreyên li hemberî wan xizmet nehatine kirin, hin caran jî bi xizmeta xwe ya kêm dikevin rojevê. Welatî bêtir ji ber xizmeta AKP'ê ya binesazî, rê, av, kanalîsazyonan gazinç dikin. Yek jê şaredariya Miksê ya Wanê ye. Şaredariya Miskê ku di destê AKP'ê de ye, ji ber ku xizmeta navçeyê nake û bingehê binesaziyê nekiriye welatî bi gazinc in. Li aliyekî xizmeta binesaziyê nehatiye kirin li aliyê din hemû kanalên kanalîsazyonê diherikin ser Çemê Miksê. Çemê Miksê ku jêderka xwe ji ava berfê û çavkaniyên xwezayê digire, ji ber kanalîsazyonên navçeyê bi ser wî de diherikin qirêj dibe û wêran dibe. Ji ber ku qanalîsazyonên navçeyê diherike ser çemê Miksê û ava çem qirêj dike dibe sedema ku êdî ev çemê ku berê warê seyranê û xweşikahiya bû, niha ji ber qirêjiyê nexweşiyê li derdorê belav dke. Çemê ku bi ser Çemê Dîcleyê ve tê girêdan êdî derdora xwe jî qirêj dike. Serokê Komeleya Deddodrê ya Wanê (Van Çev-Der-) Alî Kalçik, lêkolîn pêk anî û diyar kir ku li vir qetlîama xwezayê pêk tê.

Ava çem berî dihat vexwarin, lê niha nexweşiyê çêdike

Serokê Wan Çav-Der'ê Kalçik, anî ziman ku berê hem bi dîmena xwe û hem jî bi zelalbûn û pabûna xwe mirov sermesd dikir, lê niha ji ber ku ava qanalîsazyonê diherike ser mirovan nexweş dike. Kalçik, anî ziman ku ew berê bê navber diçû navçeyê û dihat û wiha got: "Dema min diçû li aşxaneyekê xwarin dixwar û av dixwest, raste rast ava çem ji mere dianîn û me ji ava cem vedixwar. Ava çem wê demê wisa xweş û pak bû mirovan tamek xweş jê digirt. Lê niha ji ber ku qanalên hemû navçeyê diherikin ser çem, hem rengê wî, hem tama wî û hem jî behna wî genî bûye. Li derdora xwe nexwexiyan belav dike." Kalçik, anî ziman ku bi salan e şaredarî di destê malbata Orhan de ye û heta niha tu xizmet ji bo welatiyan nekiriye. Kalçik, destnîşan kir ku gelek zarok ji ber çava çem nexweş dikevin û dê der barê vê yekê de rapor amade bikin.

Şaedarê Miksê Hayatî Orhan yê AKP'î jî jî anî ziman ku tiştekî wisa tune ye. DÎHA (mae)