Çete ji Minbicê direvin Tirkiyeyê
GIRÊ SPÎ – Çeteyên DAIŞ’ê ji Minbijê direvin û di ser Cerablusê ve derbasî Tirkiyeyê dibin. Di heman demê de çete di derî re mayînan derbasî Minbicê dikin û li bajar bicih dikin.
Çavkaniyên jê bawer ên nêzî nêzî Emîrê bi navê Ebû Ehmed El-Mesrî li hundir bajarê Minbicê ji ANHA’yê re ragîhandin ku ji seat 05.00’an de bi dehan ji çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ji Minbicê reviyan, di deriyê sînorê ê Cerablus (Girgamîş) û bi alîkariya dewleta Tirk berê xwe dan Tirkiyeyê.
Heman çavkanîyî da zanîn ku dewleta Tirk tirimpêlên veguhestinê ji çeteyan re dibin sînor da ku çeteyan û malbatên wan ji sînor bighînin hundirê Tikriyeyê.
Çeteyên ji bajar direvin, di deriyê sînor re miqdarek ji mayînan derbasî herêmê kirin û hin dever û riyên çûn û hatinê mayin kirin.
(ne/he)
ANHA