1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Çeteyên Ehrar El-Şam û pêkanînên wan
Çeteyên Ehrar El-Şam û pêkanînên wan,çeteyên,ehrar,el,şam,û,pêkanînên,wan

Çeteyên Ehrar El-Şam û pêkanînên wan

Ev kom ji aliyê kesê bi navê Hesan Ebûd (Ebû Ebdullah El-Hemwî) ku ji niştecihên bajaroka Meskenê ya rojhilatê bajarê Helebê ye ve hate damezirandin

A+ A-

TÎRAST CÛDÎ

EFRÎN – Koma çeteyan Ehrar El-Şam a Îslamî piştî Cebhet El-Nusra baskekî din ê El-Qaîdê di Sûriyeyê de ye û pêkanînên ku ji yên DAIŞ’ê ne cuda ne, bi hevkariya Cebhet El-Nusra li ser civaka Sûriyeyê ferz dike.

Piştî ku aloziya Sûriyeyê dijwar bû, gelek tabûrên îslamî yên radîkal ên wekî, “tabûrên Ehrar El-Şam, Tevgera Fecir a Îslamî (Tevgera Berbanga Îslamê), Pêşengên Îslamî û tabûrên El-Îman” di çileya sala 2013’an de, di bin navê Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî de bûn yek.

Ev kom ji aliyê kesê bi navê Hesan Ebûd (Ebû Ebdullah El-Hemwî) ku ji niştecihên bajaroka Meskenê ya rojhilatê bajarê Helebê ye ve hate damezirandin. El-Hemwî di nava çeteyên El-Qaîdê de gelek salan xebitiye û li Iraqê li dijî hêzên Emerîka şer kiriye. Di sala 2005’an de piştî ku vegeriya Sûriyeyê ji aliyê rayedarên rêjîma Baasê ve hate girtin.

Piştî ku şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, rêjîma Baasê gelek kesên îslamî yên radîkal ku di zîndanan de girtî bûn serbest berdan. Yek ji kesên serbest hatine berdan Ebû Ebdullah El-Hemwî bû. El-Hemwî ji ber xebata wî di nava El-Qaîdê de gelek kesên îslamî yên radîkal û gelek kesên dewlemend ên Siûdiyê û Kendava Ereban nas dikirin. Her wiha alîkariyeke rasterast ji hikûmeta Tirkiyeyê wergirt û dest bi karê xwe di Sûriyeyê de kir.

Tevgera Ehrar El-Şam di destpêka avakirina wê de ji bo belavkirina fikra selefî di nava çekdarên opozîsyonê de û bi taybet di nava ciwanên ji pêkhateya Sunnî yên Sûriyeyê de xebatên xwe dane meşandin. Tevgera Ehrar El-Şam di bingeh û fikra xwe de xwe dispêre hin kesayetên selefî û Ebû Misseb El-Sûrî ku lêveger û çapemeniya El-Qaîdê ye, yek ji Lêvegerên sereke yên Tevgera Ehrar El-Şam e û piştre jî Ebû Besîr El-Tertûsî tê, her wiha pêşniyarên Ebdullah Ezam jî di ber çavan re derbas dikin.

Damezrênerê Tevgerê Ebû Ebdullah El-Hemwî di meha îlûna 2014’an de li gel 45 fermandarên din dema li gundê Ramhemdan a girêdayî Idlibê civînek di bin navê Meclîsa Şêwermendiyê de lidar dixistin, teqîneke mezin pêk hat. Di encamê de hemû kesên beşdarî civînê û El-Hemwî hatin kuştin. Heta niha teqîna ku di vê civînê de pêk hatiye bi guman e û ti aliyan ev teqîn negirtin ser xwe, her wiha detayên wê jî veşartî mane.

Piştî ku li dijî fermandarên rêzên yekemîn û duyemîn ên Tevgerê teqîn pêk hat, li şûna El-Hemwî kesê bi navê Haşim El-Şêx Ebû Cabir wekî serkêşê Tevgerê hate erkdarkirin. Lê serkêşiya rasteqîn û fikrî ya Tevgerê ji aliyê Endamê El-Qaîdê li Sûriyeyê Ebû Xalid El-Sûrî ku ji aliyê Serkêşê El-Qaîdê Eymen El-Zewahîrî ve hatiye erkdarkirin ve, dihat meşandin. Erkdarkirina Ebû Xalid El-Sûrî jî li Sûriyeyê ji bo xurtkirina peywendiyan di navbera kom û tabûrên îslamî yên radîkal ên wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û hin tabûrên din de bû.

Piştî salekê ji serkêşiya Ebû Cabir di Tevgerê de bi Ebû Yehya El-Hemwî ku bi navê El-Misrî dihat naskirin hate guhertin. El-Misrî di sala 1981’an de li bajarê Keleha El-Medîq a girêdayî parêzgeha Hemayê ji dayîk bûye. El-Misrî di zanîngeha Lazqiyê de beşê endezyariya giştî xwendiye. El-Misrî ku li gel damezrênerê Tevgerê hatibû girtin di destpêka şoreşa Sûriyeyê de di sala 2011’an de serbest hate berdan.

El-Misrî bi riya kesê bi navê Ebû El-Ebbas El-Şamî (Mihemed Eymen Ebû El-Tot) ku yek ji damezrênerên Tevgerê ye û ji salên 90’î ve têkliyên wî bi istixbarata Tirkiyeyê re heye, rasterast bi istixbarata Tirkiyeyê re di nava têkliyan de ye.

Avakirina Tevgerê, bicihbûn û hevkarên wê

Hejmara endamên Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî li gorî hin serjimariyên nefermî tê gotin ku derdora 15 hezar çekdar in û ji gelek dewletan hatine. Piraniya endamên wê li gundewarên Heleb û Idlibê li rex çeteyên Cebhet El-Nusra bi cih bûne. Tevgera Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra endamên sereke yên Eniya Îslamî ku di 31’ê çileya 2015’an de hatiye avakirin bûn. Hevkariya di navbera herduyan de di adara 2015’an de dema ku artêşa Fetih avakirin û îlankirin ku dê di bin heman alê de tevbigerin, bêtir eşkere bû.

Li gorî dadgeriya Emrîkayê Tevgera Ehrar El-Şam û çeteyên Cebhet El-Nusra şaxa El-Qahîdê li Sûriyeyê di heman xendekê de şer dikin. Dadgeriya Emrîka beriya demekê hemwelatiyekî xwe ku beşarî nava Tevgerê bibû dema vedigeriya Emrîka di bin tewambariya beşdarbûna nava rêxistineke terorîst de darizand.

Cebhet El-Nusra serweriya xwe li hemû aliyên biryara leşkerî û siyasî ya herêmên di bin destên Tevgera Ehrar El-Şam de ne dike. Her wiha ji bo rewatiya kiryarên xwe li van herêman diyar bike tenê navên hin tabûrên din ku qaşo opozîsyona Sûriyeyê ne yên wekî “Tugaya El-Tewhîd, Tugaya El-Îslam, Firqeya 19 û Tugaya El-Ensar” hiştine. Piştî ku van komên leşkerî derfeta derbasbûna hin endamên opozîsyonê ya gundewarên Heleb û Idlibê ev yek bêtir eşkere bû.

Armanc û durişmeyên Tevgerê

Tevgera Ehrar El-Şam wekî komên din ên selefî xwe dispêre çîrokên zulma li ser Sunniyan û ji bo şerê çekdarî durişmeya “Parastina Sunniyan” (الدفاع عن أهل السُنّة والجماعة) îdîa dikin.

Tevgera Ehrar El-Şam ala şoreşa Sûriyeyê nas nake û li şûna wê aleke spî ku sembola bazekî û navê tevgerê li ser hatiye nexşkirin radike.

Fermandarên Tevgerê bi alîkariya kesên lêvegertiya Tevgerê dikin, Ji bo mijiyê çekdarên din bin ala wan de tevdigerin bişon, projeyên perwerdeya olî birêve dibin û fêrî sirûdên taybet bi çîrokên Sunnî dikin.

Tevgera Ehrar El-Şam ji bo çespandina rêgezên selefî û cîhadî di desthilatdariya îslama radîkal de tevdigere. Her wiha di xutbeyên xwe yên wêjeyî û pêşniyarên fikrî de dûrî têgehên demokratîk û sivîl diçe û hemû kesên van têgehan bikar tînin wekî gawir bi nav dikin.

Alîkariya Tevgerê û tektîkên leşkerî

Tevgerê deverên taybet yên darayî bi dest xwe ve anîn û serweriya xwe li Banka Navendî ya bajarê Idlibê kir. Tê gotin ku dema Tevgerê ev bank bi dest xwe ve aniye, derdora 4 heta 6 milyar lîreyên Sûriyeyê têde bûn. Di çalakiyên leşkerî yên li Idlibê de rola dewletên wekî Qeter û Tirkiyeyê bi alîkarîdayîna leşkerî ji Tevgerê re ber biçav bû. Tevgerê her wiha alîkarî ji “Rêxistina Sindoqa Alîkariyên Mirovahî” ku rêxistineke sivîl e û girêdayî hikûmeta Tirkiyeyê ye, “Rêxistina Qeter a Xêrxwazî” ew jî girêdayî hikûmeta Qeterê ye û “Desteya Gelêrî ya Kiwêtê” ku girêdayî şêxekî Kiwêtî yê bi navê Hecac El-Ecemî ye werdigirtin. Her wiha gelek çek ji istixbaratên Tirkiyeyê wergirtin.

Tirkiyeyê deriyê sînorê ên di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de radestî Tevgera Ehrar El-Şam kirin. Ji ber ku piraniya endamên Tevgerê li Îraq û Afganistanê şer kirine di aliyên hunerên şer, çêkirina teqemeniyan û çandina mayînan de pispor in. Nemaze di nava wan de gelek kesên pispor ên biyanî jî di nava wan de hene.

Li gorî raporên ewlekariyê Tevgera Ehrar El-Şam şêwazên dorpêçkirina bendên kontrolê û baregehên leşkerî bikar tîne û ji êrîşên xwe çekan werdigire. Her wiha li gorî hin rapor û tomarên deng ên tevgerê weşandine, gelek çek ji embarên cebilxaneya rêjîma Baasê standine. Di nava van çekan de tank û fûzeyên Grad, Fagot, Hawan, fûzeyên Konkors û fûzeyên RBG hene. Her wiha hin helîkopter, balefirên şer û yên perwedeya li ser balefiran, nemaze gelek çekên pêşketî jî ji istixbarata Tirkiyeyê wergirtine.

Rastiya nakokiyên tevgerê bi tabûrên din re

Nakokiya di navbera Tevgera Ehrar El-Şam û çeteyên DAIŞ’ê de ne fikrî ne. Herdu alî xwe dispêrin heman fikrî û fikra El-Qaîdê di Sûriyeyê de bi nûnertiya Cebhet El-Nusra didin meşandin. Nerazîbûna Tevgera Ehrar El-Şam ji DAIŞ’ê re tenê ji ber ku DAIŞ’ê hin fermandarên wê yên wekî Ebû Reyan ku li bajarê Girê Spî di sala 2013’an de hatibû serjêkirin, e. Her wiha gelek endamên wê yên Tugaya topavêj û fûzeyan jê veqetiyan û di 5’ê cotmeha 2015’an de beşdarî nava çeteyên Cebhet El-Nusra bûn.

Ji bo pêkanîna perspektîfên Rêxistina El-Qaîdê, Ensar El-Dîn, Partiya Îslamî ya Turkmenan, Îmareya Qoqaz li Şamê ku serkêşiya wê Selaheddîn El-Şîşanî dike, gelek endamên Tevgera Ehrar El-Şam di nava rêxistinên girêdayî El-Qaîdê de tên veguhestin û li rex wan ên wekî Cund El-Eqsa (ji aliyê fermandarekî El-Qaîdê yê bi navê Ebû Ebdilezîz El-Qeterî, ku ji hemwelatiyên Filestînê ye û li Idlibê di sala 2014’an de hate kuştin) şer dikin.

Lihevkirina fikrî di navbera rêxistinên girêdayî El-Qaîdê “DAIŞ, Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra” de dema fermandarekî Tevgerê yê bi navê Ebû Ratêb (serkêşê Tugaya El-Heq a girêdayî Tevgerê û serkêşê Eniya Îslamî) êrîşên hovane yên li dijî Parîsê ku di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest bûn, pîroz kir, bêtir eşkere bû.

Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra li dijî hêzên şoreşgerî yên nerm in

Çeteyên Cebhet El-Nusra bi hevkariya Tevgera Ehrar El-Şam ku şaxa wê ya leşkerî ya veşartî ye gelek tabûrên leşkerî yên girêdayî Artêşa Azad ên wekî “Tevgera Hezim, Eniya Şoreşgerên Sûriyeyê, Tugaya Asifêt El-Şemal û gelek tabûrên din” bi alîkariya lojîstîkî û perspektîfên MÎT a Tirkiyeyê tune kirin.

Van komên radîkal “Cebhet El-Nusra, Tevgera Ehrar El-Şam, Tugaya El-Ebbas, Tugaya El-Mûhacirîn û El-Ensar, Tugaya El-Şêx Ebû El-Emîd, Tugaya Topavêjan, Siqor El-Şam, Tugaya El-Mucahidîn (Ebû Elai)” bi armanca tunekirina tabûrên Artêşa Azad li gundewarên Heleb û Idlibê Odeyeke Çalakiyan bi serkêşiya Cebhet El-Nusra ava kirin.

Di cotmeha 2014’an de çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşên xwe li dijî tabûrên Artêşa Azad zêde kirin û hemû deverên di destên van tabûran de bi dest xwe ve anîn. her wiha gelek çekdarên Tevgera Hezim û Şoreşgerên Sûriyeyê kuştin û girtin.

Piştî nêzî meh û nîvekê çeteyên Cebhet El-Nusra êrîş Tugaya El-Ensar li gundên başûrê Idlibê û Eniya El-Heq li gundê bakurê Hemayê kirin û piştî şerekî ku nêzî mehekê dom kir, çeteyên El-Nusra hemû deverên di destên wan de piştî ku gelek çekdar ji wan kuştin, bi dest xwe ve anîn.

Li gundên Helebê di destpêka sala 2015’an de jî çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşî Hêza 46 ku baregeheke leşkerî ya Tevgera Hezim bû, kirin. Piştî şerekî dijwar bêtirî 30 endamên Tevgera Hezim hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn û baregeh ket destên çeteyên El-Nusra.

Piştî êrîşên El-Nusra li dijî Tevgera Hezim, çeteyên El-Nusra êrîşî Tugaya 7’an a li gundê Eyn Laroz a çiyayê Zawiyê ya parêzgeha Idlibê kirin û fermadarên wê girin û hemû çekên wan desteser kirin.

Li gundên bakurê Helebê jî çeteyên El-Nusra di 31’ê tîrmeha 2015’an de 18 leşkerên Hêza 30 ya pêyatî ku ji aliyê Emrîka ve li Tirkiyeyê di çarçoveya bernameya perwerdekirina opozîsyona Sûriyeyê de hatibûn perwerdekirin, revandin û çekên wan desteser kirin. Di nava kesên hatine revandin Fermandarê wê yê giştî Nedîm Hesen û fermandarekî din ê bi navê Ferhan El-Casim bûn.

Hemû êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra li dijî Hêza 30 bi hevkariya Tevgera Ehrar El-Şam pêk hatin.

Ehrar El-Şam û hewldana wê di berhevkirina kaxezan de

Di çarçoveya pêşketin û geşedanên li Sûriyeyê de û di dawiya sala 2015’an de Tevgera Ehrar El-Şam xwest kaxezên xwe ji nû ve berhev bike. Li gundên başûrê Helebê jî fermandarekî Tevgerê yê bi navê Ehmed Ebû El-Berai di êrîşeke balefirên Rûsyayê de hate kuştin. Kuştina Ebû El-Berai û sîleyekê li ser rûyê alîkarê Tevgerê Tirkiyeyê bû. Her wiha fermandarekî din ê bi navê Ebdilqadir El-Debaan bi bombeyekê di tirimpêla wî de hate kuştin.

Di rêzebinkeftinên Tevgerê de û ji ber ziyanên giran ku ji destên şervanên Artêşa Şoreşgeran li gundên Bakurê Helebê gihîştine wê, Tevger hewl dide li rex Cebhet El-Nusra hêza xwe bi revandina welatiyên rêwî yên ji Helebê û Efrînê diyar bike. Li aliyekî din taxa Şêxmeqsûd û deverên sivîlan bi hawanan topbaran dike. Ev yek jî nîşana herî ber bi çav a têkçûna Tevgera Ehrar El-Şam e û hewl dide ji nû ve kaxezên xwe behev bike.

(jh)

ANHA