Çevîk bîr hat girtin
Di çarçoveya lêpirsîna 28'ê Sibatê ya ji aliyê Cigirê Serdozgeriya Komarê ya bi Rayeya Taybet a Enqerê ve tê meşandin de 2'yemîn fermandarê serfermandariya giştî yê artêşa tirk Çevîk Bîr û 8 leşkerên teqawitbûyî hatin girtin.
2'yemîn fermandarê serfermandariya giştî yê artêşa tirk Çevîk Bîr jî di nav de 13 leşkerên teqawitbûyî yên di çarçoveya lêpirsîna 28'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin şevê din heta berbanga vê sibê li edliya Enqerê îfade dan dozger. Piştî karûbarên dozgeriyê serdarê teqawitbûyî Ahmet Tarik Yelkencî serbest hat berdan. Çevîk Bîr jî di nav de 12 leşkerên teqawitbûyî jî bi daxwaza girtinê sewqî 11'emîn dadgeha cezaya giran a Enqerê kirin. Dadgehê jî 9 leşkerên teqawitbûyî yên bi navê Unal Akbulut, Serdar Çelebî, Yuksel Sonmez, Yahya Cem Ozarslan, Ruşen Bozkurt, Oguz Kalelioglu, Cengiz Çetinkaya û Alîcan Turk girtin û 3 kes jî serbest berdan.
Leşkerên ku bi Çevîk Bîr re hatin girtin birin girtîgeha Sîncanê. Bi van girtinan hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsîna 28'ê Sibatê de hatin girtin derket 18'yan.
(ak)
