1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Çi Zerar Dan HPG'ê?
Çi Zerar Dan HPG'ê?,çi,zerar,dan,hpg,ê

Çi Zerar Dan HPG'ê?

A+ A-

BEHDÎNAN - Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên hewayî ji duh heta niha li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin de tu windahiyên wan çênebûne. HPG’ê bang li gel kir ku li hemberî êrişên ku bi fermana hikûmeta AKP’ê pêk hatin hestyar bin.

HPG’ê derbarê êrişn hewayî yên artêşa Tirk ên li ser herêmên di bin çavdêriya gerîlayan de daxuyaniyek da. HPG’ê got ; “Ev êriş jî weke gelek êrişên beriya niha ji aliyê artêşa TC (komara Tirkiyeyê) ve hatine lidarxistin, bê encam maye.”

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Di roja 17’ê tebaxê de, di demjimêr 20.00 hera roja 18’ê tebaxê balafirên artêşa Tirk bi fermana hikûmeta AKP’ê êrişê Qendîl, Xinêre, Xakûrkê, Zap, Zagros û Metînan li dar xistin. Di van êrişên pêk hatin de tu windahiyên hêzên me çênebûne. Ev êriş jî weke gelek êrişên beriya niha ji aliyê artêşa TC (komara Tirkiyeyê) ve hatine lidarxistin, bê encam maye. Weke berê, vê carê jî tu windahiyên hêzên me çênebûne. Lê artêşa Tirk li Qendîlê hemû pîvanên şer binpê kiriye û ziyanek mezin daye gundê Zergelê. Lêkolînên me yên derbarê ziraran de berdewam dikin, gava me encamek bi dest xist, em ê bi rayagiştî re parve bikin.

Ev êrişa artêşa TC’ê nîşan dide ku wê êrişên din jî pêk werin. Wê gerîlayên me li hemberî hemû êrişên faşîstan mafê xwe yê xweparstinê bi kar bîne. Ji ber vê jî em bang li hemû gelê xwe û rayagiştî dikin ku hemberî êrişên ku wê nû pêk werin hestyar û hişyar bin.”


Bêjeyên Miftehî