1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çîroka 7 salan a windakirinê
Çîroka 7 salan a windakirinê,çîroka,7,salan,a,windakirinê

Çîroka 7 salan a windakirinê

A+ A-

Dayîka Tolga Baykal Ceylanê di 9'ê tebaxa 2004'an de ango, di dema îktîdara AKP'ê de li Girava Îgneada ya girêdayî Kirklareliyê hatibû winadikirin û hêj nehatiye dîtin, Kadriye Ceylan, gelek caran serî li Fermandariya Giştî, Serokwezîrtî û Meclîsê daye, lê tu encam negirtine. Dayîk Ceylan, ev 7 sale gelek daxwazname dane lê tu kesî bersivek erênî nedaye wê.

Serokwezîr Erdogan, di dema hevdîtina bi Dayîkên Şemiyê de gotibû ku di dema îktîdara wan de tu kes nehatiye windakirin û haya wî nû ji windakirina Tolga Baykal Ceylan çêbûye. Lê daneyên ÎHD'ê Hîkûmeta AKP'ê diderewîne. Li gorî daneyan di nava 9 salên îktîdara AKP'ê de 763 kes di encama kuştinên beyî daraz û kuştinên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di nava van 9 salan de 114 hezar û 498 binpêkirinên mafan hatine jiyîn.

'Tolga çû Îgneadayê û cardin nehat'

Lê herî baş windakirina Tolga Baykal Ceylan gotinên serokwezîr diderewîne. Ceylan, di 9'ê tebaxa 2004'an de ji bo 2 rojan çû Girava Îgneada ya girêdayî Kirklareliyê û cardin venegeriya Stenbole. Dayîka wî Kadriye Ceylan, ji wê demê heta niha bi sedan daxwaznameyan gelek caran serî Fermandariya Giştî, Serokwezîrtî û Meclîsê daye, lê heta niha tu encam negirtine. Tolga Ceylan, di nameya xwe ya beriya windabibe ji bapîrê xwe re şandibû de gotibû "Ez êdî li vî welatî najîm. Dê min bikujin. Ceylan, piştî ji Stenbolê çû, ji dayîka xwe re telefon vekir û got ku li cem hevalekî xwe ye û dê piştî rojekê vegere. Dayîk Ceylan, der barê wê rojê de wiha axivî: "Ji min re telefon vekir. Dengê wî gelek baş dihat. Ji min re got, 'Ez li cem hevalekî me, gelek başe, me hevdû nû naskir. Ez dawetî mala xwe kirim. Ez dê li cem wî bimînim' Min xwest ku telefon wê derê bide min. Wî got ku niha nizane, lê piştere dê bi demin. Pişt re telefona cihê karê min lêda. Min bersiv da telefonê. Dengê wî kêm dihat. Ji min re got binivse. Got, 779016.... û dengê wî kut bû. Ev dengê wî yê dawî bû ku min bihist."

'Leşker lêgeriyan û pirsa cilên wî kirin'

Ceylan, diyar kir ku numereya di devê kurê wî de mayî ji 118'an pirsîne lê negihiştine tu encaman. Ceylan, anî ziman ku piştî re li Qereqola Cendermeyan a Îgneadayê geriyan e û bi çawişekî bispor ê navê wî Altay re axiviye. Ceylan, da zanin ku di telefonê de çawişê pispor Altay ji wê re pirsên "Dema ku ji malê derketin çi cil li ser hebûn. Di çantê wî de çi hebû" pirsîn û wiha got: "Ji ber ku ez biguman bûm nehatin bîra min. Wî pirsa cilên li ser kurê mîn dikir. Pirsa melzemeyên di çante de û tiştên din yên wekî CD, nasnameya xwendekariyê kirin. Hemû tiştên di çante de wî ji xwe ji min re gotin."

'Cilên wî nîşanî me dan'

Ceylan, da zanîn ku piştî lêkolînan ew hînbûn ku numreya kurê wan dayî wan ayîdî Orhan Uyanik ê li Îgneadayê çayxwaneyê dide şixulandin û ji bo hevdîtin çû cem wî. Uyanik ê wêne dît mamayî ma û tu agahî nedan tenê got Tolga di kampa konan de maye. Ceylan bi xwediyê kamp û kesên li wir dimîn pirsî ev yek rast derneket. Ceylan careke din çû Qereqola Cendermeyan a Îgneada yê xwest ku li kurê wê bigerin. Ceylan, anî zima ku fermandarê qereqolê berê got wî kurê wê dîtiye û pişt re jî ji vir veqetiyaye. Ceylan, da zanîn ku pişt re careke din heman qereqol li wê geriyane û ji bo hinek tiştan teşhîs bikin xwestin qererqolê. Ceylan, nîqaşa di navbera wê û fermandarê qereqolê de derbasbûyî wiha vegot: "Ez bi wesayît û bi hinek hevalên xwe re bi peravê re çûn heta em gihiştin Îgneadayê. Ez çûm hemû qereqolan min wêneyê Tolga belav kir. Pişt re ez çûm qereqolê. Min hîs kir ku kurê min li wir e min xwet lêbigerin. Wê demê rewş reqbû. Fermandar bi awayekî hişt got, ew li wir li wî degerîn û kumê min ji wir veqetiya ye. Fermandar got 'Kurê te li pey macerayê bû min ew dît halê wî yê maceraperestiyê bû' Min dê ji keyayan pirsîba. Gote mîn 'Qet neçin ev der sînor e, em jî keyayên gundan re gotiye heke kesekî biyanî bê dê agahiyê bidin me' Ez paş ve vegeriyam. Duşemiya pişt re ez li Waltiya Kirklarelî, qeymeqam, şaredar û hemû midûriyen polîsan geriyam. Ez li AKUT'ê geriyam min xwest lêgerîn bikin. Pişt re leşker li min geriyan. Li ber beravê di valîzekê de hinek cil dîtin e. Li qereqolê di du poştena de cilên Tolga yên paqij anîn. Bêhna kuf jê dihat û şil bûn."

Di dema Ceylan li qereqolê rayedarên qereqolê jê re gotin kesekî serî li wan dane û kayika wî windabûye û ev yek jî dibe Tolga bi vê kayikê çûbe Bulgarîstanê. Lê dema ku Ceylanê xwest ku bi wî kesî re hevdîtinê bike daxwaza wê hate redkirin.

'Li wezareta karên derve geriya 'Bulgarîstanê' got tuneye'

Ceylan, bi senaryoya danîn ber wê bawerî pê neanî û şopa kurê xwe şopandin û pêşveçûn wiha vegotin: "Min xwest ku cilan bidin dozgeriyê. Wan jî got ew dê daxwaznameyêk binivîsin û ji dozgeriyê re rêkin. Min minak daxwaznameyê xwest lê nedan min. Cila dan û gotin heke pêdivî pê hembe dê dozger bixwaze. Ez ji 16 dê heta 20'ê li benda agahiyê mam. Ez wê rojê li Wezareta Karên Derve geriyam. Ez li Sefîrê Tirk ê Bulgarîstanê geriyam û min wêne ji wan re faks kirin. Min ji wan xwest ku li kurê min bigerin. Pişt re ez li hemû keyayên gundên girêdayî Îgneadayê geriyêm. Ez li malan geriyam. Ez bi kure keyayê gundê Begendîkê re axivîm û got Tolga hatibû wir. Got 'Dukana min heye û dema ku ez bi hevalên xwe re dirûniştim ciwanek hate wi' Ji ber ku biyanîbû wan agahî dane qereqolê. Qereqolê jî ji wan re gotiye bibin qadê û berdin. Wan Tolga bi wesayîtekê birin qadê û berdan pişt re tu agahiya wan pê tunebûye. Bi wesayîta kesê bi nav Metîn Abakus birine. Leşkeriyê ev hemû ji min veşartin û nehiştin ez biçim gund."

Min serî li Dozgeriya Demîrkoyê da

Dayîk Ceylan heta 20'ê tîrmehê xwe girt û pişt re serî li Dozgeriya Demîrkoyê da û hînbû ku leşkeriyê tu daxwazname rê nekirine. Ceylan, diyar kir ku nîşeyên lêkolînê yên naqokî xwest bide dozgeriyê vê yekê lêkolîn bike lê rastî heqaretan hat û wiha axivî: "Nexwast ku bigire. Min got ez dê serî li Wezareta Dadê bidim. Dozgeriyê dest bi heqaretan kir û kire qêrî. Dozgeriyê ji wê re gotiye 'Hûn hînî qereqolanin. Van deran baş dizanin. Ez dê te jî bavêjin hûndir. Ez mafên mirovan dizanin lê ez dê te bavêjin hundûr. Hûn çawa leşkeriyê sûçdar dikî. Di destê we de delîl tunene.'"

Serlêdana ji bo Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan

Piştî demeke Ceylan kincên kurê xwe ji bo lêkolînê dişîne Enqereyê, di berviya ku jê re tê dayîn de tê gotin ku navendeke ava deryayê tehlîl bike tuneye. Diserlêdanên dayîkê yên ji bo Serokwezîrtî, Serfermandariya Giştî, Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Karên Derve, edliye, walîtî û qaymeqamtiyan de bu encam nayê girtin. Lê dema van serlêdanan de tiştekî balkêş diqewime. Di meha cotmeha sala 2010'an de ji Midûriyeta Nifûsê der barê rewşa malbatê de belgeyek digîje destê dayîkê û li vir cihê kurê wê weke Sofya tê nîşandan. Di belgeyê de ev agahî wekî di sala 2007'an de, hatiye divîsîn. Ceylan li ser vê agahiya ku navnîşanek tuneye û tenê Sofya hatiye nivîsîn ji Midûriyeta Giştî ya Nifûsê ya Enqereyê re dişîne û dixwaze Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Bulgeristanê lêkolînê bike. Der barê vê pêvajoyê de Ceylan wiha axivî: "3-4 mehan tu agahî nehat dayîn. Me daxwaznameyeke duyemîn nivîsand. Piştî ku me daxwazname da ji me re nivîseke bidestan hatibû nivîsandin şandin. Di divîsê dehatibû gotin ku 'navnîşan û agahiyeke bi vî rengî tuneye. Ev kes li Bulgaristanê nehatiye dîtin.' Ev not ji aliyê kê ve hatibû nivîsandin jî ne diyar bû. Nivîseke fermî ji holê tunebû."

'Ji aqûbeta kurê min dewlet benpirsyar e'

Ceylan da zanîn ku dema lêgerînên wê de cendirmeyan lê geriyane û gotine der barê kurê xwe de agahiyan ji wan re parve bike. Bi vî rengî weke henekên xwe lê kirine. Ceylan diyar kir ku herî dawî agahiyeke weke ku kurê wê di dîmeneke hilbijartinên Amerîkayê de hatiye dîtin gihîştiye wê. Di vê dîmenê de di destê ciwanekî de dowîzeke ku li ser "Dayê min pir bêriya te kiriye" nivîsandiye rakiriye. Ev dîmen jî di Kanal D'ê de hatiye weşandin. Piştî vê çûye Kanal D'ê û ev dîmen girtiye. Ceylan da zanîn ku lê tu eleqeya dîmenan bi kurê wê re tunebûye. Ceylan wiha berdewam kir: "Ev tişt hemû weke ku eleqeya dewletê bi aqûbeta kurê min nîn e tên kirin. Kurê min li Îgneadayê ji aliyê cendirmeyan ve tê rawestandin û li Lîmankoyê jî hatiye binçavkirin. Hemwelatiyên ku bûne şahidên vê yekê hene. Lê ne şahidên ku em nîşan didin nayên guhdarkirin ne jî lêkolîn û delîlên ku em nîşan didin dibînin. Aşkera ye ku ji aqîeta kurê min dewlet berpirsyar e."

Ji ber ku heta niha der barê aqûbeta kurê xwe de encamek negirtiye Ceylanê di mehên borî de mijar biriye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.Ceylan, di 5'ê Sibatê de li Dolmabahçeyê bi xizmên windayan re, bi Erdogan re hevdîtin pêk anîn. Ceylan di hevdîtinê de pirsa aqûbeta kurê xwe kiriye û ligel hemû serlêdanan çawa agahiya Erdogan der barê mijarê de nîn e matmayî bûye. tenê daxwaza wê der barê aqûbeta kurê xwe de agahiyek e.

(ft/sa/lg)


Bêjeyên Miftehî