1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Çîroka jiyana dengbêjên jin ên Botanê
Çîroka jiyana dengbêjên jin ên Botanê,çîroka,jiyana,dengbêjên,jin,ên,botanê

Çîroka jiyana dengbêjên jin ên Botanê

Hanîfe Îbren û Guler Şavluk (Kurde) bi nasnameya xwe di nav wejeya devkî ya kurdan dengbêjiyê de cih digirin û li gel huner dikin çîroka jiyana wan jî balê dikêşe

A+ A-

Hanîfe Îbren û Guler Şavluk (Kurde) bi nasnameya xwe di nav wejeya devkî ya kurdan dengbêjiyê de cih digirin û li gel huner dikin çîroka jiyana wan jî balê dikêşe. Dengêbêjin jin çîroka jiyana xwe ya bi têkoşînê tejî vegotin.

Dengbêj Hanîfe Îbren û Guler Şavluk (Kurde) ên di bin banê Navenda Çand û Hûnerê ya Laleş de xebatên xwe dimeşînin çîroka xwe ya jiyanê û hunera dengbêjiyê vegotin. Hanîfe Îbren li navçeya Silopiyê ya Şirnexê dijî û 4 salin dengbêjiyê dike. Îbren, dayîka 6 zarokane û ji hevserê xwe cuda dijî. Îbren, li gundê Bluzerê ya Şirnexê hate dinê û ji ber ku zarokên li herêmê dereng dihatin qeydkirin temenê wê yê rast nayê zanî lê li gorî hesabên malbatê Îbren 36 sali ye. Îbren hêj 10 salî ji bo mamê xwe weke berdêl bi kesekî 40 salî re hate zewincandin. Îbren têkildarî wê yekê de wiha got: "Li ser gotina li gundê Bîryan ê Şirnexê dehwet heye em derketin rê. Min nedizanî ez ji gund re weke buk diçim. Min tu wate nedan dawol û ziraneya ji bo pêşwazîkirina min dihate lêdan. Piştî em gihiştin gund ew bi cilên bukan xemilandim. Piştî vê yekê min fêmkirin ku ez weke buk dam gundê Bîryan."

Hêj zarok hate zewicandin

Îbren, diyar kir ku kesê weke zava li ser ban dît matmayî ma û wiha axivî: "Ji ber girinê rondikên çavên min xelas bubûn. Zarokê li pey dayîka xwe digirî çawa bi zilmeke 40 salî re dihate zewicandin. Ez hêj vê yekê fêm nakim. 15 saliyê de ez bûm dayîk. Ligel pirsgirêkên min dijî pirsgirêka aborî jî lê zêdebû. Ji ber vê yekê min dest bi karên gund ên baxçeyan kir. Piştî em 5 salan li gundê Bîryan man ji ber pirsgirêkên aborî em koçî Silopiyê bûn. Ji ber ku hevserê min betal bû min 3 salan karê paqijiyê yê malan kir. Ligel hemû pirsgirêkên jiyanê deyn û betaliya hevserê min jî lê zêde bû û ji ber vê yekê hevserê min ez û zarok terk kirin."

'Jiyana min a dengbêjiyê di zarokiyê de dest pê kir'

Îbren, anî ziman ku di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Li gund bavê min debara xwe bi şivantiyê dikir. Ez jî gelek caran li gel bavê xwe diçûm min sewal di çerandin. Ez dikarim bêjin jiyana min a dengbêjiyê di zarokatiyê de dest pê kir. Dema ku min jî sewal diçerand min jî hinek staranên dengbêjan digotin. Malbata min digot dengê min gelek xweşik e. Li gund di dehwetan den xizmên min li ber stranên herêma Botan govend digirtin. Ez gelek bi bandor bubûn wê demê. Min di radyoyê de guhdariya dengbêjên weke Ayşe Şan, Xoxa Bluzerî, Meryem Xan û dengbêjin din dikir." Îbren, da zanîn ku piştî guhdariya dengbêjan kir biryara bibe dengbêj da û zehmetiyên dengbêjin dikêşin wiha vegotin: "Di nav jiyaneke ewqas êş û elem de dengbêjiyê ez li ser piyan girtim. Dema ku ez kilaman nebêjin ez kêmasiyekê hîs dikim. Ez dê jiyana xwe ya dengbêjiyî berdewam bikim."

Çîroka jiyana Dengbêj Kurdê

Guler Şavluk (Kurdê) jî di sala 1966'an de li gundê Nervanê yê navçeya Silopiyê ya Şirnexê hate din. Şavluk hêj 10 salî hate zewicandin û dayîka 5 zarokan e. Şavluk çîroka xwe ya jiyanê wiha vegot: "Hêj ez 10 salî bavê min jinek revand. Ji ber vê yekê bavê min ez weke berdêl dam malbata jina revandî. Şeva xwenê min li kolanê bi lîstokên xwe lîstik dilîst. Ez çûm odeya dayîka xwe û dayîka min ez dîtim û girîya. Dema ku min sedema pirsa vê yekê kir ji min re got 'Bavê te tu weke berdêl dayî keseke din' Li ser vê yekê ez jî digiriyam û min dayîka xwe hembêz kir."

'Denbêjî ji koçeriyê tê'

Şavluk, diyar kir ku ji malbata xwe hînî dengbêjiyê bû û wiha axivî: "Çanda dengbêjiyê li cem hemû malbata min heye. Zarokên min jî xwedî vê dengbêjiyê ne. Ji ber ku em koçer in çanda me ya dengbêjiyê heye. Ji ber jiyana koçeriyê û herêma Botanê dengeke xweşik heye. Dema me berîvanî dikir me kilamên dengbêjiyê digotin. Minak strana 'Ez Xelefim' ayîdî vê herêmê ye û hêj tê gotin. Ez dikarim bêjim ez bi stranên payîzok, heyranok û lawîk mezin bûm. "

(bd)