Çîroka Pişkîn hate vegotin
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê ya vê hefteyê de çîroka Gurbet Pîşkîn hate vegotin
Di çalakiya Dayîkên Şemiyê ya vê hefteyê de çîroka Gurbet Pîşkîn a ku di sala 1993'yan de dema ku li ser banê malê razabû mala wan ji aliyê panzerê ve hate gulebarankirin û xwe ji zaroka 3 mehî re kir mertal û jiyana xwe ji dest da hate vegotin.
Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya hefteyî li ber Lîseya Cizîrê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 1990'an de hatin windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Gurbet Pîşkîn hate vegotin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Mehmet Nezîr Akengîn û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka dayîka 3 zarokan Gurbet Pîşkîn a di sala 93'yan di gulebaranê de hate qetilkirin hate vegotin. Dotmama Pişkîn Behiye Pişkîn çîrok vegot û diyar kir ku di sala 1993'yan de saet di 23.00'an de Cemal Temîzoz û hevalên wî bi 5 panzeran nêzî 15 deqeyan mal gulebaran kirin û wiha got: "Li wir Gurbet Pîşkîn û tiyê wê jiyana xwe ji dest dan. Keça tiyê wê û 2 keçên Pîşkîn birîndar bûn. Cemal Temîzoz û hevalên wî weke em hemû kuştin ji cihê bûyerê çûn. Gurbet Pîşkîn xwe ji zaroka xwe ya 3 mehî re kir mertal. Wê jiyana xwe ji dest da lê zaroka wê bi saxî xelas bû."
Pişkîn, wiha axivî: "Gelo kesekî zarokekî wê ya 3 mehî hebe dê bibe terorsît? Roja din dozger hate malê lêgerîn kir û wi jî got Pîşkîn PKK'î ye. 3 zarokên Pişkîn hebûn û êtîm man. Ez niha berê xwe didim zarokan. Hêvî dikim ku Temîzozê zarokên me êtîm hiştin dê zarokên wi jî êtîm bimînin."
Piştî axaftinan Dayîkên Şemîyê çalakiya rûniştinê pêk anî.
(bd/mae )
