1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Çîrokek ji berxwedana Kobanê
Çîrokek ji berxwedana Kobanê,çîrokek,ji,berxwedana,kobanê

Çîrokek ji berxwedana Kobanê

A+ A-

KOBANÊ -Di şerê roja 78’emîn a berxwedana Kobanê de herdu bira Mihemed û kurê xaltiya wan Fîras çîroka xwe ya berxwedanê kirin navnîşana rojê.

Di şerê roja 1’ê Kanûnê ango di roja 78’emîn a berxwedana Kobanê de, li eniya başûrê herêma Kobanê çalakiyên rêzgarkirina taxa Botan a rojava pêk dihatin.

Hersê xizim Mihemed weke ku tê nasîn (Egîd) ê ku bavê 4 zarokên ku temenê wan di navbera 3 û 12 salî û birayê xwe Feteh ê ku jê re dibêjin Mamoste (27) û kurê xaltiya wan Fîras Beko (26) û bavê zarokekî pevre bêyî ku eşkere bikin ku mirovên hev in di heman eniyê de û di wê çalakiyê de cihê xwe digirtin. Mamoste birîndar dibe û Fîras jî jiyana xwe ji dest dide.

Çîrok û rûdanên bi vî rengî di eniya şer de û di nava şervanan de pir tên vegotin û gelek caran jî li ser dîwaran tên nivsîn. Bi destpêkirina her rojekê re, yek an 2 kes dibin navnîşana vegotina wê rojê.

Egîd û xizmên xwe jî bûn navnîşana vegotina çalakiya roja 1’ê Kanûnê. Wê rojê di seatên destpêka êvarê de çalakiya şervanan dest pê kir. li gelek nuqteyan her kes ketibû amadekariyê paqijkirinê. Di şerê kolanan de jî pir caran tenê dîwar yan jî odeya malekê di navbera çete û şervanan de dimîne. Wê rojê wisa bû. Êdî her kes ketibû nava hev, şer gelekî dijwar bû.

Egîd ê ku heya cihê xwe li wê eniyê digre, çalakiya han vegot û wiha dest pê kir: "Êdî tenê dîwarên malan di navbera me û çeteyan de dima, şerê me gelekî giran bû, lê her pêşveçûnê moralên me xurt dikirin. Li ser bêtêlan me tekmîlên hev dibîhîst her ku grupeke me malekê pêşve diçû yên din jî ewqas heyecan digirtin".

Egîd li nuqteyekê de bû û bira û kurê xaltiya wî jî pevre li nuqteyeke din bûn. Egîd pêşveçûna buyeran wiha parve kir: "Carekê li ser bêtêlê min dengê birayê xwe bihîst ku gazî min dike biçim û wî bibînim, Mamoste ji min re wiha got ‘Egîd bira, haceta min bi dîtina te heye, xwe zû bighîne nuqteya me’. Min hemen fêm kir ku ew birîndar buye. Ez heya nuqteya wî çûm û min ew dît, 5 gule li bedena wî ketibûn, xwîn li her dera bedena wî belav bibû. tenê li çavên wî min meyzand û jêre got ‘Biçe xwe derman bike û bê em şerê xwe dewam bikin’ û wisa ew da hevalên ku birîndaran radikin û vegeriyam nuqteya xwe, wê demê hîna Fîras sax bû.”

Heya Egîd dighêjê nuqteya xwe jî kurê xaltiya wî Fîras jî jiyana xwe ji dest dide. Egîd wiha pêde çû: “Di riya vegerê de ez bi birîndariya birayê xwe de difikirîm, carekê min bihîst ji hevalan ku Fîras jî şehîd ketiye, tola han ez daf dam ku şerê xwe gur bikim û bi wê biryarê ez vegeriyam şerê xwe".

NAZDAR EBDÎ


Bêjeyên Miftehî