1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Çîrokek têkoşîna li dijî paşverûtiyê
Çîrokek têkoşîna li dijî paşverûtiyê,çîrokek,têkoşîna,li,dijî,paşverûtiyê

Çîrokek têkoşîna li dijî paşverûtiyê

A+ A-

ALJÎN HEMO

ANHA - KOBANÊ – Di 14 saliya xwe de bi zilamekî 70 salî re wekî hewiya sêyemîn hate zewicandin. Di ser vê re jî her tim lêdan xwar û jiyan li wê veguherî dojehê. Lewre êdî serî hilda û li riya azadiyê geriya.

Semra Bozan Elî (Dilbirîn Kobanê) Dİ sala 1999’an de li gundê Cirn ê dikeve rojavayê Kobanê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî heta refa 6’an xwendiye. Ji ber nêzîkahiyên malbatê yên li dijî xwendina jinan, neçar dimînê ku dest ji dibistanê berde.

Piştî ku dest ji dibistanê berda, dema xwe hemû li cem dayîka xwe di karên malbatê de derbas kiriye. Di sala 2012’an diçe bajarê Reqeyê û demekê li cem dapîra xwe dimîne.

Bi destpêkirina şoreşa gel li bajarên Suriyê û Rojavayê Kurdistanê re, li Reqeyê şer û pevçûn derketin û gelek welatî neçar dimînin ku ji bajar derketin. Semra Bozan Elî jî, wekî herkesî neçar dimînin ku berê xwe bidine Kobanê.

Wekî hewiya sêyemîn hate zewicandin

Li Kobanê piştî demeke kurt, ango di sala 2013’an de malbata wê Semrayê di temenê 14 saliyê de didin zilamekî 70 salî û xwedî sê jin e. Semra ku bi darê zorê hate zewicandin, hertim ji hevserê xwe yê di temenê bapîrê wê de lêdan xwariye.

Ji ber vê rewşa xedar, jiyan li ber çavên Semra reş bûye û ketiye nava lêgerînê. Semra ev lêgerîna xwe jî bi van gotinan anî ziman: “Piştî ku ez zewicîm tu girêdana min bi jiyanê re nema. Zilamê min hertim li min dixist û mîna ez di zîndanekê de bijîm nefes li min qut bibû. Êdî min nizanîbû ez bikenim, hertim girî, rondik û xemgînî para min bû. Min gelek caran mirin fikirî, lê belê mirin jî bi destê min nediket.”

YPJ bû deriyê rizgariyê

Semre nêzî salek û nîvekê li hemberî vê jiyana tije îşkence tehemûl kiriye, nexasim di encama lêgerîna xwe de riya rizgariyê peyda kiriye. Semra di encama lêgerînên xwe de gelekî di bin bandora berxwedana şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de dimîne. Lewre rêya rizgariyê jî di vir de dîtiye. Semra ku ji ber êrîşên çeteyan ew jî bi malbata xwe re çûbû Bakûr, piştî rizgarkirina Kobanê, di Newroza 2015’an de vegeriyaye Kobanê û tevlî refên YPJ’ê bûye. Semra ku navê Dilbirîn Kobanê li xwe kiriye, tevlîbûna YPJ’ê wekî hêviya xwe ya jiyanê binav dike.

‘Hezkirina min ji jiyanê re çêbûye’

Dilbirîn Kobanê piştî ku tevlî YPJ’ê bûye tevlî perwerdeyê bûye û moralek mezin girtiye. Vê rewşa xwe jî bi van gotinan tîne ziman: “Piştî ku ez tevlî YPJ’ê bûm min moral girt. Li vê derê hevaltî û nirxdayîna hevudin heye. Wekî ez ji bîreke kûr derketime, derûniya (psîkolojiya) min rehet bûye û ez bi coş tevlî jiyanê dibim.”

(ap)

ANHA