1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Çîçek kuştinan organîze dike"
"Çîçek kuştinan organîze dike",çîçek,kuştinan,organîze,dike

"Çîçek kuştinan organîze dike"

A+ A-

BDP'ê tekîldarî kuştin û şîdeta polîsan xwest hikûmet lêborînê bixwaze. Cîgirê Serokwezîr Cemîl Çiçek, jî anî ziman ku qatilên zarokan kengî bûne xwedî wîjdan û ehleq" û bersîv da BDP'ê. Lê li aliyê din ÎHD'ê di serdema AKP'ê de rapor amade kir û diyar kir ku tenê di serdema AKP'ê de zêdeyî 60 zarok hatine kuştin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Hamît Geylanî jî anî ziman ku sedema kuştinan pergal e û organîzatorê wê yê sereke Cemîl Çîçek e.

Piştî YSK'ê der barê 12 namzetên ku jê nazmet Bloka Ked Azadî û Demokrasiyê piştgiriyê dide biryara veto da, li herêmê bûyer derketin. Li ser perteka gel a zêde biryar bi paşve hate kişandin. Di bûyerên ku 3 rojan berdewam kir de Halîl Îbrahîm Oruç ê 17 salî bi guleya polîsan hate kuştin, bi sedan kes birîndar bûn û nêzê 600 kesan jî hatin binçavkirin. Li hemberî vê yekê BDP'ê xwest hikûmet lêborînê ji gelê kurd bixaze. Lê Cemîl Çîçekê AKP'ê ji gotina Serokwezîr Erdogan a 2006'an kêm nema û got: "Qatilên zarokan kengî bûne xwedî wîjdan û ehleq" û bersîv da BDP'ê.

Lê rapor daxuyaniyên hikûmetê derew derdixe

Li gorî rapora ÎHD'ê ya di serdema hikûmeta AKP'ê de hatiye amadekirin bîlançoya kuştin, birîndarkirin û binçavkirinê, ji sala 2002'an heta niha 607 hes hatin kuştin û kujerê wan nehat diyarkirin. Li gorî qeyfên fermî 18 jê zarok in. Li gorî rapora ÎHD'ê bîlanço wiha ye: Di sala 2002'an de 41, di 2003'an de 80, di 2004'an de 68, di 2005'an de 43, di 2006'an de 72, di 2007'an de 103, di 2008'an de 52, di 2009'an de 91, di 2010'an de 57 bi tevahî 607 kes ji aliyê kesên nediyar ve hatin kuştin.

Li herêmê ji sala 1989'an heta niha di operasyoyên leşkerî de 350 zarok hatin kuştin. Di sala 1989'an de 2, di 1990'an de 41, di 1991'an de 22, di 1992'an de 115, di 1994'an de 94, di 1995'an de 17, di 1997'an de 7, di 1998'an de 8, di 1999'an de 12, di 2000'an de 3, di 2002'an de 11, di 2004'an de 4, di 2005'an de 4, di 2006'an de 22, di 2008'an de 5, di 2009'an de 9, di 2010'an de 13 û di 2011'an de jî 4 zarok hatin kuştin.

Dane û cînayetên zarokan ên ku gotina Cemîl Çîçek vala derdixe jî wiha ye: "Di sala 2001'an de Pinar Turan (6), di 2004'an de Ugur Kaymaz (12) Mêrdîn, di 2006'an de Abdullah Duran (9)-Amed. Enes Ata (8)-Amed, Îsmaîl Erkek (8)-Amed, Fatih Tekin (3)-Êlih, Ahmet Araç (17)-Mêrdin, Mahsum Mizrak (17)-Amed, Emrah Fidan (17)-Amed, Mizgîn Ozbek (10)-ÊLih, di 2008'an de Yahya Menekşe (12)-Şirnex, di 2009'an de Abdulsamet Erip (14)-Colemêrg, Ceylan Onkol (12)-Lice, Mehmet Uytun (4)-Cizîr, di 2010'an de Firat Basan (14)-Şirnex, Canan Saldik (16)-Wan, Enver Turan (15)-Colemêrg, Ahmet Îmre (12)-Şirnex hatin kuştin. Her wiha di 20 salên dawî de li Tirkiyeyê 400 zarok bi guleyên polîs û leşkeran hatin kuştin. Di serdema AKP'ê de jî 60 kes hatin qetilkirin.

Herî dawî li navçeya Patnosê ya Agirî zarokê 8 salî Baran Ozyolcu bi guleya T-40'an a leşkeriyê jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî Elîf Gungen a 2 salî bi guleya polîsan bi granî birîndar bû.

Zarokên ku di serdema AKP'ê de hatin qetilkirin wiha ne: " * Fatîh Tekîn (3), li ÊLihê di 29'ê Adara 2006'an de bi guleya polîsan hate qetilkirin. * Abdullah Duran (9): Di 29'ê adara 2006'an de li Amedê bi guleya polîsan hate qetilkirin. * Enes Ata (8): Di 30'ê Adarê 2006'an de hate qetilkirin. * Mahsum Mizrak (17): Di 30'ê Adara 2006'an de ji aliyê Qereqola Polîsan a 10 Nisanê ve hate binçavkirin û piştî 3 rojan li morga nexweşxaneyê cesedê wî hate ditin.

* Emrah Fîdan (17): Di 29'ê Adara 2006'an de bi guleya polîsan birîndar bû û di 3'ê nîsana 2006'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

* Îsmaîl Erkek (8): Di 28 û 29'ê Adara 2006'an de li nêzî Qereqola Polîsan a 10 Nîsanê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da.

* Panzêrê li Yahya Menekşe xist û kuşt

* Di 15'ê sibata 2008'an de li Cizîrê di çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê salvegera anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de polîsan bipanzêrê li Yahya Menekşe yê 16 salî xist û ew eciqand û kuşt.

Ugur Kaymaz û Ceylan Onkol

Di serdema îxtîdara AKP'ê de yek ji zarokên ku leşkeran kuşt jî Ugur Kaymaz e. Di 21'ê mijdara 2004'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdîê Ahmet Kaymaz (31) û kurê xwe yê 12 salî Ugur Kaymaz, li ber mala xwe ji aliyê tîmên taybet ve hatin gulebarandin û hatin qetilkirin. Ji bedena Ugur Kaymaz ê 12 salî 13 gule hatibûn derxistin. Di 28'ê Îlona 2009'an de li navçeya Lîceyê Ceylan Onkol, bi guleya hawanê ya Tabûra Tapantepeyê ve jiyana xwe ji dest da. Bi saetan cesedê Onkol li cihê bûyerê hate hiştin.

Di 4'ê mijdarê de li navçeya Safranbolu ya Karabukê Edanur Avci bi guleya leşkekan jiyana xwe ji dest da.

Zaroka 18 salî bi bombeya gazê mir

Li Cizîrê di 9'ê cotmeha 2009'an de bi boneya şermezarkirina 9'ê cotmehê çalakî pêk hat û di çalakiyê de zarokê Kevzer Uytun a 18 mehî Mehmet Uytun, bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da. Li taxa Bîçer a Colemêrgê zarokê 15 salî Enver Turan, bi guleya çawîşê pispor hate birîndarkirin û piştî 7 rojan jiyana xwe ji dest da.

Di serdema îxtîdara AKP'ê de zêdeyî 60 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarên herêmê ji sala 1989'an heta îro zêdeyî 350' zarokan bi guleyên polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1989'an de 2, di 1990'an de 41, di 1991'an de 22, di 1992'an de 115, di 1994'an de 94, di 1995'an de 17, di 1997'an de 7, di 1998'an de 8, di 1999'an de 12, di 2000'an de 3, di 2002'an de 11, di 2004'an de 4, di 2005'an de 4, di 2006'an de 22, di 2008'an de 5, di 2009'an de 9 û di 2010'an de jî 13 zarok hatin kuştin.

Li gorî bîlancoya 2010'an jî kuştina zarokan wiha ye:

Di 11'ê mijdarê de li gundê Aslantepe yê Hezexê li nêzî kişlaya leşkeriyê teqemenî teqiya û Beşîr û Rojivan Îdem ên 4 û 6 salî bi giranî birîndar bûn, Lê Rojivan jiyana xwe ji dest da

Di 10'ê cotmehê de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê Umut Furkan Akçîl ket bin wesayita polîsan a zirxî û jiyana xwe ji dest da.

Di 6'ê cotmehê de li bajoroka Findikli ya navçeya Bassa a Şirnexê Ahmet Îmre bi teqeminiya li pişt leşkeran mabû jiyana xwe ji dest da.

Di 29'ê îlonê de li bajaroka Bajirgê ya Gevera Colemêrgê Îsa Îbrahîmzade yê 14 salî bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Di 22'ê tîrmehê de li gundê Kurubaşê ya Wanê Canan Saldik a 16 salî dema diçû seyranê bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Di 22'ê hezîranê de li Şirnexê Bîrem Basan bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da.

Di 25'ê gulanê de li navçeya Qelqeliyê ya Wanê Oguzcan Akyurek ê 13 salî bi teqemeniya li nêzî kişlaya Orgeneral Mustafa Muglali jiyana xwe ji dest da. 4 zarok jî birîndar bûn.

Di 23'ê nîsanê de li bajaroka Qibala ya navçeya Rişmila Mêrdînê Îzzettin Boz ê 14 salî bi teqemeniya leşkeriye jiyana xwe ji dest da.

Di 2'ê nîsanê de li gundê Hangedîkê yê navçeya Ebexê Mehmet Nurî Tamçoban ê 14 salî bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Di 21'ê mijdarê de li bajaroka Dêrgulê zarokê 12 salî Ahmet Açar, bi guleya leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Di 23'ê Adara 2011'an de li gunê Kurcan ê saraya Wanê Yaşar Vural (15) û Turgay Vural (17) li ser sînor rastî êrişa leşkerê Îranê hatin. Di bûyerê de Yaşar Vural jiyana xwe ji dest da.

Geylanî: Bepirsiyarê kuştinan AKP û Çîçek e

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Hamît Geylanî, jî têkildarî kuştin û êrîşa polîsan ji DÎHA'yê re avî û anî ziman ku hemû gelê Tirkiye û alem dizane ku berpirsiyara van kuştinan hikûmet û dewlet e. Geylanî, sedema van kuştin û pevçûnan hişmendiya pergalê ye û wiha got: "Organizatorê vê yekê yê sereke hikûmeta AKP'ê û Cemîl Çîçekê AKP'î ye. Ligel van daneyan çawa dibe ku dîsa radibin me tawanbarh dikin. Ev berovajî rastiyê ye.

DÎHA (mae)