1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Êdi kurd bi dewletê re nikarin bijîn"
"Êdi kurd bi dewletê re nikarin bijîn",êdi,kurd,bi,dewletê,re,nikarin,bijîn

"Êdi kurd bi dewletê re nikarin bijîn"

A+ A-

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, di mîtînga Wanê ya bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê hate lidarxistin de bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha got: "Ji niha û şûne yekîtîya gelê kurd û tirk mihîm e. Pişti şereki dijwar û ew qas kuştnin, mesele jiyandina bi hevre ye. Ger ku bi vî rengî kuştin û pevçûn bidome şert û mercê jiyana bi hevre nemaye. Kesên şer plan dikin dînamît xistine jiyana pevpar. Bi ew qas xwîn, kuştin û pevçûnan jiyanek hevpar û pêşerojek bi hevre nayê avakirin. Ger ku ne sibê be jî rojek dîtir dê gelê kurd xwe ji dewletê qut bike. Qutkirina hestiyarî dê dawiya dawî vegere qutkrina siyasî.

Mîtînga Wanê, li qada Beşyolê bi beşdariya hezaran kesan dest pê kir bi çalakiya rûniştinê û axaftinan berdewam kir. Ji bo mîtînga ku diyarî Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Yildirim Ayhan ku di 28'ê tebaxê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê de çalakiya mertalê zindî de ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, bi hezaran aştîxwaz û dildarên aştiyê diherikin qada mîtîngê Beşyolê. Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk û parlementera Wanê, parlementerên BDP'ê Nazmi Gur, Ozdal Uçer, Halîl Aksoy, Adîl Kurt, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglu, serok, endam û reveberên BDP'e yên Wanê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Li qada mîtîngê pankartên "Aşitî ne di tecrîdê de ye, aşitî di nexşerê de ye" û "Şehîdê mertalê zindî Yildirim Ayhan nemir e" hate vekirin. Her wiha dîsa posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin. Li qada mîtîngê ji ber ku welatiyên sivîl ên di operasyonan de jiyana xwe ji dest dabû heznî û xemgînî serdest e. Di mîtîngê de sirûd û helbestên li ser PKK'ê hatine nivîsandin hate xwendin û dirûşmeya "Şehîd Namirin" hate berzkirin. Ji navçeyên derdorê jî bi hezaran welatî diherikin qada mîtîngê. Girseya ku ji derve hat û pankarta wêneyê zaroka bi navê Solîn ku li gel 7 welatiyên sivîl ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hate qetilkirin û wêneyê Yildirim Ayhan li ser a "Qatile Zarokan dê hesab bide" vekirin bi coşek mezin ketin qada mîtîgnê. Dema otobusa mîtîngê ku parlementer jî têde bûn ji aliyê polîsan ve hate sekinandin bû sedema rageşiyê. Piştî rageşiyê otobus ket qada mîtîngê. Li qada mîtîngê posterên Serokwezîr Erdogan, wezîrên AKP'ê Mehdi Eker, Cemîl Çiçek, Îsmet Yilmaz, Bekîr Bozdag û Beşir Atalay li qadê bi benve hatin daliqandin û pankarta "Generalên sivîl li ser karin" hate daliqandin. Di destpêkê de Serokê Komîteya Mîtingê Rafet Taş, diyar kir ku di roja aşityê de jî hikûmetê xwîn rijandin û helwesta hikûmetê şermezar kir. Taş, Yildirim Ayhan ji aliyê hikûmetê ve hate şehîtkirin û ew mîtîngê diyarî Ayhan dikin.

'Berpirsiyarê kuştina Ayhan û zarokan Serokîz e'

Parlementerê BDPDê yê Wanê Ozdal Uçer, diyar kir ku li Kurdistane Komkujî tê jiyandin û wiha got: "Mixabin hêj komkujî, hêsir û kuştin heye. Dijmin ev roja me ya şahiyê li me kirin şîn û roja reş. Bila xwedê zilmê qebûl neke. Em ji bo aştiyê meşiyan, lê Yildirim Ayhan ê ji bo aştiyê meşiyan kuştin. Xwezî ez li şûna te bimirama Ayhan. Xwezî ez li şûna zarokê bû hedefa bombeyên balafirên Tirk bihatama kuştin" û hesîr barandin. Uçer, destnîşan kir ku berpirsiyarê van kuştin û qetilkirina hikûmet û Serokwezîr e û wiha berdewam kir: "Serokwezîr Erdogan û hevkarên xwe ji şer rantê dixwin. Ji ber vê yeke naxwazin şer bi dawibibe. Lê em dê heta dawiyê ji bo aştiyê têbikoşin. Yildirim em dê li aştîyê li gerilla û Brêz Abdullah Ocalan xwedî derkevin."

Tugluk: Hin kes li ser tanqan şer îlan dikin, lê em ji bo aştiyê li qadan in

Hevseroka KCD'ê û parlementera BDP'ê ya Wanê Aysel Tugluk jî axivî û diyar kir ku di roja aştiyê de ew şer dijîn.

Tugluk, bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha got: "Hûn li ser tanq û topan fermana şer didin. Lê em li qadan ji bo aştiyê têdikoşin. Êdî şerm bikin. Em li vir mertalê zindî Yildirim Ayhan bibîr tinînin. Rêhevalê me Ayhan ji bo aştiyê ket rê. Ji bo dawî li şer bê ket rê. Bedena xwe kir mertal. Lê bi fermana Serokwezir û Waliyê wî ji aliyê leşkaran ve hate qetilkirin. Em hezar caran vê hişmendiya qetikker û şerxwaz şermezar dikin. Berpirsiyarê vî şerî û van kuştinan Serokwezîr Erdogan e. Ev çi ruh û wîjdan e Erdogan. Di roja merasima cenazeyê Ayhan de jî tehamul nekiriin û êrîş kirin. Em hemû êrîş û operasoyên wan şermezar dikin. Gele kurd li hemberi vê zilmê bêdeng namîne dê heta dawî têkoşîna aştî û azadiyê berdewam bike."

'Êdî gelê kurd zilme qebûl nake'

Tugluk, destnişan kir ku hêj gelê kurd di bin zilm û zordariyêde dijî û êdî vê zilmê qebûl nake. Tugluk, da zanîn ku kesên aştiyê naxwaze pêvajoya muzakereyan xera kirin û dîsa gel ajotin nava şer û wiha axivî: "Îxtîdarê û dewletê ji bo kurdan têxin nava şer li hev kirin. Ji sala 2008'an heta niha hewldanen Brêz Ocalan ên aştî û demokrasiyê bê bersîv dimînin. Hikûmeta AKP'ê her tim bi polîtîkayên înkar û îmhayê nêzîe gelê kurd bû. Hêj polîtikayên şer, kuştin, qirkirinê didomîne. Ji niha û şûne yekîtîya gelê kurd û tirk mihîm e. Pişti şereki dijwar û ew qas kuştnin, mesele jiyandina bi hevre ye. Ger ku bi vî rengî kuştin û pevçûn bidome şert û mercê jiyana bi hevre nemaye. Kesên şer plan dikin dînamît xistine jiyana pevpar. Bi ew qas xwîn, kuştin û pevçûnan jiyanek hevpar û pêşerojek bi hevre nayê avakirin. Ger ku ne sibê be jî rojek dîtir dê gelê kurd xwe ji dewletê qut bike. Qutkiriha hestiyarî dê dawiya dawî vegere qutkrina siyasî."

Tugluk, destnîşan kir ku Serokwezîr Erdogan ji bo bibe padîşah vê helwesta xwe bedewam dike û wiha pêde çû: "Erdogan ji bo xwe bide jiyandin ji bo kuştina kurdan fermanê dide. Erdogan Tirkiye dikişîne nava şerê siyasî. Serokwezîr kurdên azad dike hedefa xwe. Dixwaze kurdê kole û bêdeng ava bike. Bûyera Farqînê jî perçeyeki polîtîkayên şer bû. Niha li ser gelê kurd şerê fîzîkî, psîkolojîk û taybet dimeşîne. Lê êdî gelê kurd vê zilmê qebûl nake. Şert û mercê ku kurd û dewlet bi hevre pêreşojekê ava bike nemaye."

'Dixwazin kurdan tune bikin'

Tugluk, destnîşan kir ku bi stratejiya nû dixwazin gelê kurd tune bikin. Lê êdi nikarin bi ser bikevin. Ji ber ku gelê kurd dê pergalma xwesariya demokratîk ava bike. Ez li vir îlan dikim. Yek dewlet lê 2 civakên siyasî û civakî dê bê avakirin. Bi ve rêbazê nameşe. AKP dixwaze hemû kurdan têxe bin kontrola xwe. Lê gelê kurd êdî dê bi nasname, çand û zimanê xwe bijî. Êdî gelê kurd dê bi rûmeta xwe bijîn.

Tugluk bal kişand ser astengiyên li pêş Ocalan û wiha dawî li axaftia xwe anî: "Divê hûn bi lezgin muzakereyan bi Ocalan re dest pê bikin. Ger ku hûn aştiyê dixazin divkê hûn bi Ocalan re rûnên.

Pişti axaftinê ji bo saetekê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Dema çalakiyê berdewam dikir, polîsan li kolanên Wanê rewşek awarte îlan kirin û kesek li kolanê binçavkirin. DÎHA (mae)