1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. "Êrîş bibin dê çalakî bidomin"
"Êrîş bibin dê çalakî bidomin",êrîş,bibin,dê,çalakî,bidomin

"Êrîş bibin dê çalakî bidomin"

Karayilan: Heta Tirkiye êrîş bike dê çalakiyên me bidome

A+ A-

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji kanala El Cezîreyê re axivî û diyar kir ku ew wek aliyê Kurdan ji bo çareseriya bi dilogayan a bi deweta Tirk re amade ne û got, “Ger ji bo çareseriya demokratîk neyên rê, em ê têkoşîna xwe bidomînin û alozî dê dijwartir bibe.” Karayilan îdîayên ku dibêjin têkiliya PKK’ê bi rejîma Sûriyeyê re heye derweand û diyar kir ku di dawiyê de dê rejîma Esad hilweşe.

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, li Qendîlê bersiv da pirsên nûçegihana kanal El Cezîre Hoda Abdel-hamed . Karayilan bersiv da îdîaya ku dibêjin PKK piştgirî ji Îran û Sûriyeyê digire bersivand û got; “Ev derewek mezin e”. Karayilan bal kişand ku beriya demekê bi hevkariya Îran û Sûriyeyê Tirkiyeyê êrîşê wan kiriye.

TIRKIYEYÊ BI SALAN BI HEVKARIYA ÎRAN Û SÛRIYEYÊ ÊRÎŞÊ ME KIR

Karayilan bersiv da pirsek der barê zêdebûna çalakiyên gerîayan de û got; “Ev mirov dikare bêje rasthatin e û mirov dikare bêje ne rasthatine. Tirkiyeya ku beşdarî projeya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn bû, bi desteka hêzên DYA û YE’yê êrîşê me kirin. Hemû bi hev ve girêdayî ne. Heta îlona par jî me li van çiyayn li dijî Îranê şer dikir. Dewleta tirk bi salan bi Îran û Sûriyeyê re hevkarî kir û êrîşê me kir. Dewleta Tirk di nîva 2011 de stratejiya xwe bi temamî guhert û berê xwe da Rojava û bi vî awayî têkiliya xwe ya bi Îran û Sûriyeyê re xirab kir.Tirkiye niha ji hêzên Rojava re dibêje ku PKK destekê ji Îran û Sûriyeyê digire. Ev derewek mezin e.”

‘HETA TIRKIYE ÊRÎŞ BIKE, EM DÊ ÇALAKIYÊN BERGIRÎDANÊ PÊK BÎNIN’

Karayilan bersiv da pirsa bi awayê ev pêvajoy pevçûnan dê rê li ber çi vebike û got; “Pêvajo ji hemû pêşketinan re amade ye.” Karayilan diyar kir ku deriyê wan ji bo çareseriya bi rêya diyalogê re vekiriye û got:

“Bi ya me divê pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê divê bi rêya diyalogê çareser bibe. Em weke aliyê Kurdan ji diyalogê re amade ne. Lê ji bo aşitiyê em ji Tirkiyeyê tu pêşmercan qebûl nakin. Ger ji bo çareseriya demokratîk neyên rê, em ê têkoşîna xwe bidomînin û alozî dê dijwartir bibe. Niha di helwesta wan de tu nermbûnek naxuyê. Heta Tirkiye êrîşê me bike, em ê çalakiyên bergirîdanê (bersivdan) pêk bînin..”

‘SEDEMA HERÊMA TAMPON KURD IN’

Karayilan îdîayên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogn ku di got ‘PKK bi Sûriyeyê re hevkarî dike’ derewand û got:

“Beriya her tiştê ez vê bêjim. Li Sûriyeyê şervnên PKK’ê tune ne. Tirkiye naxwaze Kurdên li Sûriyeyê mafên xwe bi dest bixe. Dixwazin rê li vê yekê bigire. Ji ber vê jî Tirkiye dixwaze bi rêya NY’yê herêma tampon ava bike. Sedema vê daxwaza herêma tampon a Tirkiyeyê Kurd in. Ji ber vê jî em li dijî destwerdana Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê ne.”

‘PKK Û KURD DI ROJHILATA NAVÎN DE AKTOREK BINGEHÎN IN’

Karayilan li beramberî pirseka, li Sûriyeyê ji destpêkirina serhildanê heya niha di navbera rejima Esad û PKK’ê de hevdîtin çêbûne yan na, diyar kir ku berê têkiliyên wan çêbûn lê belê di vê rewşê de tu têkiliyên me çênebûne. Karayilan got; “Îro di Rojhilata Navîn de PKK û Kurd aktorek bingehîn in. Bi tevayî dewletên herêmê re di astekê de têkilî çêdibin. Ji ber ku Kurd li Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê hêzên bingehînin.”

Karayilan destnîşan kir ku, gelek kes hatine gel wan û têkilî danîne, di vê mijarê de nêzîkatiyên wan yên bingehîn nehatine guhertin û got; “Em li Rojhilata Navîn azadî, demokrasiyê, bi hemû welat û gelan re dixwazin bi biratî jiyan bikin.”

‘REJIMA ESAD DÊ HER BIRÛXE’

Karayilan di dawiyê de pirsa, Beşar Esad dê di jiyanê de bimîne yan na ev bersiv da:

“Êdî demê derbazbûna rejimên bi vî awayî hatiye. Di dawiyê de dê birûxin. Tenê hêz bikaranîn ji bo îro û piştre tenê dê rê li xirabûnê vebike. Lê belê guhertin şert e. Pêwîst e Beşar Esad di mayîna desthilatdariyê de îsrar neke.”

ANF NEWS AGENCY