Êrîşa li ser Geverê didome
Berxwedana hêzên YPS û YPS Jin a li hemberî bomberdûmana giran, dewam dike
20.03.2016 11:09 Nûçe NAVENDA NÛÇEYAN – Li Geverê, ku hêzên dewletê ji bo bikeve nava taxan gaza kîmyewî bi kar anîn, danê sibehê ji nû ve dest bi bomberdûmanê kirin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku hêzên dewletê yên ser bi hikûmeta AKP’ê ji bo bikevin nava taxan gaza kîmyewî bi kar anîn, tevî barîna berfê jî bomberdûmana li hemberî taxan danê sibehê ji nû ve destpê kirin.
Ji tankên li Tabûra Efeler, Fermandariya Alayê ya Navçeyê, li ser rêya Şemzînanê û li serê kolanan bi cih bûne, taxên Zagros, Gungor, Orman, Mezarlik û Eskî Kişla bombe dikin. Ji ber bomberdûmana bi topên hawanê, obus û tankan, şerê dijwar diqewime.
Berxwedana hêzên YPS û YPS Jin a li hemberî bomberdûmana giran, dewam dike.
Tê gotin, ji ber gaza kîmyewî ya ku hêzên AKP’ê li hemberî taxên Eskî Kişla, Mezarlik û Orman ên Geverê bi kar anî, bi qasî 40 kesan jiyana xwe ji dest dane.
