1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êrîşên li dijî taxên Nisêbînê berdewam dike
Êrîşên li dijî taxên Nisêbînê berdewam dike,êrîşên,li,dijî,taxên,nisêbînê,berdewam,dike

Êrîşên li dijî taxên Nisêbînê berdewam dike

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Êrîşên dewletê yên li hemberî taxên Nisêbînê berdewam dikin. Duh di saetên êvarî de tîmekî taybet bi giranî birîndar bibû.

Êrîşên dewletê yên li hemberî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 20 roj in berdewam dikin. Hêzên dewletê yên ku nikarin bikevin taxên berxwedanê ji dûr ve taxan bi tankan û hewanan topbaran dikin. Hat zanîn ku dûh di saetên êvarî de li dijî wesayitek zirxî ya ku xwest ji aliyê nexweşxaneya ve bikeve taxa Abdulkadîrpaşa rastî êrîşa bi çekdarî hat. Di encama êrîşê de tîmekî taybet bi giranî birîndar bû.

Ji qereqolan hewanan davêjin nava bajêr

Ji qereqolên Girê Gurîn û Tabûra Leşkeran ya YÎBO bi bombeyên hewanan êrîşî taxên berxwedanê tên kirin.

(kom/ft)