1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Êrîşên çeteyan piştî daxuyaniyên Davutoglu pêk hatin"
"Êrîşên çeteyan piştî daxuyaniyên Davutoglu pêk hatin",êrîşên,çeteyan,piştî,daxuyaniyên,davutoglu,pêk,hatin

"Êrîşên çeteyan piştî daxuyaniyên Davutoglu pêk hatin"

Umer Elûş: Êrîşên çeteyan piştî daxuyaniyên Davutoglu pêk hatin

A+ A-

HÊÎDAR XALID

KOBANÊ – Endamê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM’ê Umer Elûş sedema êrîşên li ser bajarê Girê Spî weke nedaxwaza Tirkiyê ya pêkanîna agirbesta Sûriyê bi nav kir û got ku ev êrîş piştî daxuyaniyên Davutoglu , pêk hatin.

Endamê komîteya têkiliyan a TEV-DEM’ê Umer Elûş derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Girê Spî, ji ANHA’yê re axivî.

‘Êrîş piştî daxuyaniya Davutoglu pêk hat’

Elûş diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Girê Spî yekser piştî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu pêk hatin û wiha domand: “Oglo derket û li ser ekranên Televizyonan got ku eger ku agirbest DAIŞ û El-Nusra negre nava xwe, ew vê agirbesta li Sûriyê qebûl nakin. Ev daxyaniyên Oglo jî diyar dikin ku ew ji ber vê lihevkirina pêkanîna agirbestê li Sûriyê, xemgîn e.”

‘Xwestin ku Tirkmen û Ereban ceza bikin’

Derbarê sedemên êrîşên li ser Girê Spî jî Elûş ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku li vî bajarî ewlehî heye û welatî di nava aramiyê de dijîn. Li vî bajarî pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen hene û hemû bi hev re di nava ewlehiyê û li ser esasê biratiyê dijîn .”

Elûş destnîşan kir ku wan bi van êrîşan xwestin pêkhateyan û bi taybet Tirkmen û Ereban Ceza bikin û wiha domand: “Ji ber ku van pêkhateyan bi îradeya xwe ya azad, beşdarî Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn û cihê xw e di avakirina Sûriya Demokratîk de, girtin.”

‘Tirkiye idîa dike ku ew Tirkmenan diparêze’

Elûş da zanîn ku Girê Spî berê di destê çeteyan de bû û ji bo Tirkiye riyeke mudaxeleya li rewşa Sûriyê bû û dikaribû ku di vê riyê re çeteyên li Reqa û Dêra Zorê destek bike , lê bi rizgarkirina vê deverê ev riya destekdayîn çeteyan wenda kir û wiha domand: “Ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk idîa dike ku ew Tirkmenan diparêze û ji ber vê yekê van êrîşên xwe pêk tîne.”

‘Gelê Girê Spî dê her dem li ber xwe bide’

Elûş di dawiyê de destnîşan kir ku gelê Girê Spî biryara xwe ya ji bo jiyana azad daye û li ser vê riyê gavên girîng avêtine û got: “Gel bi beşdariya di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, beşdarî avakirina Sûriya demokratîk bû. Ev gel dê ji berxwedan û têkoşîna xwe paşve navêje û her dem li hember êrîşan xwe biparêze û li ber xwe bide.”

(dm)

ANHA