1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êrîşî girtiyan kirin
Êrîşî girtiyan kirin,êrîşî,girtiyan,kirin

Êrîşî girtiyan kirin

A+ A-

Li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ya Hêjmar 2 hate îdiakirin kû, gardiyanan di 15'ê Tîrmehê de êrîşî girtiyan kirin. Dayîka girtiyê bi navê Sînan Kose, Naciye Kose li dijî derbkirina kurê xwe nerazîbûn nîşan da û ji ber vê yekê jî rastî qedexeya hevdîtinê hat.

Pêkûtiyên kû ser girtiyan her diçe zêdtir dibe. Hate îdiakirin kû, li Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê ya Hêjmar 2 hate îdiakirin kû gardiyanan di 15'ê Tîrmehê de êrîşî girtiyan kirin. Dayîka girtiyê bi navê Sînan Kose yê kû, ev 5 salin di girtîgehê de ye û 9 mehin jî di hucreyê de ye, Naciye Kose (50) ji DÎHA’yê re axivî û diyar kir kû ew di 4'ê Tebaxê de ji bo hevdîtinê çûye girtîgehê û dîtiye kû kurê wî hatiye darbkirin. Kose da zanîn kû, milê kurê wî reş û şîn bûye û sedema ve yekê jî pirsiye, li ser vê yekê kurê wê gotiye kû piştî kû li Amedê 13 leşker tên kuştin li qawişê lêgerîn tê kirin û gardiyan heqeret li wî dikin, di dema lêgerînê de wêneyê Yilmaz Guney dibînin û li ser vê yekê êrîşî kurê wê dikin.

HEVDÎTINA MALBATÊ HATE QEDEXEKIRIN

Kose destnîşan kir kû, piştî hevdîtinê dema derdikeve derve gardiyan wana di rawestînin û jê re dibêjin ewê qayuşa kurê wê bidin ji ber vê yekê jî disekine lê piştre gardiyanê din tê dixwaze wan derxîne derve. Li ser vê nêzîkatiyê Kose bersiva "mirov hinekî mutewazî dibe. Heke sûcê kurê min hebe dê bikişîne. Ev 5 salin hûn pêkanînên kêfî li ser me ferz dikin" dide. Li ser vê yekê gardiyan dixwazin wê derxinin derve. Kose da zanîn kû, li ser vê yekê derdikevin derve û gardiyan wê tehdît dike û dibêje ew ê hevdîtinê ji bo wan qedexe bikin. Kose got kû piştre jî qedexeya hevdîtinê didin wan. Kose bilêv kir kû ev 3 mehin cezaya hucreyê dane kurê wê, rojnameyan nadin, televîzyona wî hatiye desteserkirin, hevdîtina vekirî û axaftina bi telefonê hemû hatine qedexekirin, ji ber vê yekê jî wan serî li ÎHD'ê dane û wê derbarê berpirsyaran de gilî bikin. Kose ya ji ber jiyana kurê xwe bi fikare diyar kir kû, ev êrîş wê wan bêzar neke, ji ber kû kurê wê şervanî azadiyê ye, ji bo mafên xwe têdikoşe.

Li aliyê din hevsera Mehmet Samur’ê kû beriya saleke dema rêveberê BDP'ê ya Esenyurtê bû hate girtin, Adîle Samur jî got kû di heman rojê hevjînê wê jî rastî êrîşî hatiye. Samur destnîşan kir kû ewê derbarê berpirsyaran de gilî bike. Malbatên Sînan Kose, Mehmet Samur, Berat Anli û Yavuz Dursun serî li TUAD û ÎHD'ê yên Stenbolê dan û alîkaria hiqûqî xwestin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî