1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Êzdî; ber bi civaka nû ve
Êzdî; ber bi civaka nû ve,êzdî,ber,bi,civaka,nû,ve

Êzdî; ber bi civaka nû ve

A+ A-

KAWA HEMO – NEJBÎR OSMAN

DÊRIK – Êzdiyên kampa Newroz ji milê aborî û çandî ve jiyana xwe birêxistin kirin û civakeke nû ava kirin.

Kampa Newroz a bajarê Dêrikê di tîrmeha sala 2014′an de ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hat avakirin. Di kampê de 300 kon ji bo malbatên ji derverên cûda yên Sûriyê ku ji ber şerê di navbera rêjîma Baas û komên çekdar koç kirine bi cih bidin û Desteya Kar û Barên Civakî pêdiviyên wan peyda dike.

Her wiha di kampê de 520 malbatên Êzidî ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser Şengalê reviyan û xwe spartin Rojavayê Kurdistanê, bi cih dibin. Êzidiyan ji milên aborî û çandî ve jiyana xwe birêxistin kirin, gelek Navendên wekî Çand û Hunerê, Tenduristiyê, kargeha dirûnê ya jinan, Meclîsa Damezrîner a Êzidî, Mala Gel, Weqfa Jinê ya perwerdeyê, Meclîsa Jina Êzidî û Navenda Ciwanên Êzidî vekirin.

Rêxistinkirin bingeha avakirina civakê yeDRK-KOCBERE-KAMPA-NEWROZ-XWE-BIREXESTIN-DEKEN (2)

Piştî ku gelê Êzidî rastî fermana çeteyên DAIŞ′ê hat, li Şengalê Meclîsa xwe ya Damezrîner ava kir û navedeke xwe li kampa Newroz vekir. Li aliyekî din jî li kampê 32 komîn hatin avakirin û bi riya Komîteyên wê, xizmeta gel tê kirin.

Endamê Meclîsa Damezrîner Qehtan Xelîl axivî û wiha bal kişand ser girîngiya xebatên rêxistinkirinê: ″Rêxistinkirin, bingehê avakirina civakê ye. Li ser vî esasî gelê Êzidî li Şengalê û kampa Newroz bi destekdayîna Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û Meclîsa Damezrîner a Êzidî gelek Navend û saziyên xwe ava kirin û ji milên aborî, çandî û civakî de xwe birêxistin kirin.

Meclîsa Jina Êzidî dewreyên perwerdeyê vedike

Li kampa Newroz Weqfa Jinê ya perwerdeyê hat vekirin û bi riya wê pirsgirêkên jinên Êzidî têne çareserkirin û jinên ku li ser destê çeteyên DAIŞ′ê rastî zulm û zordariyê hatine, têne destekirin. Her wiha Meclîsa Jina Êzidî jî li kampê hat vekirin, dê jinê di milên civakî, siyasî û leşkerî de birêxistin bike. Di vê çarçoveyê de bi sedan jinên kampê tevlî nava refên Yekîneyên Jinên Şengalê bûn.DRK-KOCBERE-KAMPA-NEWROZ-XWE-BIREXESTIN-DEKEN (3)

Derfetên kar têne peydakirin da ambargo were şikandin

Rêveberiya kampê ji bo ku derfetên kar ji Êzidiyên li kampê re peyda bike, bi kordîneya bi Weqfa Jina Azad a Rojava re, kargeheke dirûnê ya jinan vekir. di kargehê de 5 jin dixebitin û cil û bergan li gorî çanda xwe didrûn.

Di kampê de dibistanên seretayî hatine vekirin. Di dibistanan de, 600 şagirt li ser dersên dîrok, erdnîgarî, ola Êzidiyan, bîrkarî û zimanê îngilîzî perwerdeyê dibînin. Perwerde ji aliyê ciwanên Êzidî ve tê dayîn. Gelek ciwan tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bûn û hin ji wan jî di Rêxistinên Alîkariyê yên li kampê de, dixebitin.

Perwerde riya azadiyê yeDRK-KOCBERE-KAMPA-NEWROZ-XWE-BIREXESTIN-DEKEN (4)

Êzidiyên li kampê perwerdeyên bîrdozî yên ku ji aliyê Meclîsa Damezrîner a Êzidî ve têne organîzekirin, dibînin. Her dewreyek 15 rojan dom dike û têde dersên li ser dîrok û çanda Êzidiyan, dîroka Kurdistanê, dîroka jinê, parastina rewa, têne dayîn.

Parastina çanda Êzidiyan

Navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê di 20′ê cotmeha sala 2014′an de, Navendeke Çand û Hunerê li kampê vekir. Di Navendê de zarok li ser hunerên mûzîk, stran, dîlan û şano têne perwerdekirin, da rewşa şer bandorê li ser derûniya wan neke.DRK-KOCBERE-KAMPA-NEWROZ-XWE-BIREXESTIN-DEKEN (5)

Her wiha zarok çanda xwe dinasin, pêve ve têne girêdan û diparêzin. Heta niha komên hunerî yên Kulîlkên Şengalê ya stranan, koma Êzîdxane ya şano, koma Laleş ya dîlanê û koma Şehîd Bêrîvan a stranan, hatine avakirin.

Ev kom di şahiyan û mihrîcanan de hunerên xwe pêşkêş dikin. Her wiha pêşengehên zarokên kampê yên wênexêziyê û hwd, hatine vekirin.

(mm)

ANHA


Bêjeyên Miftehî