1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Êzdî ji bo vegera gundan nexşerêya vegerê amade dikin
Êzdî ji bo vegera gundan nexşerêya vegerê amade dikin,êzdî,ji,bo,vegera,gundan,nexşerêya,vegerê,amade,dikin

Êzdî ji bo vegera gundan nexşerêya vegerê amade dikin

Êzdiyên ji gundên Êlihê yên li Elmanya dijîn civîneke berfireh li dar xistin

A+ A-

09:28 08.10.2013 1 / 2 BÎLAL GULDEM

ÊLIH (DÎHA) – Êzdiyên gundê Kelhoka Qubînê ya Êlihê yên li herema Emmerîch a Elmanya dijîn û hemwelatiyên Êzdî yên li wan derdoran dijîn û têkildarî vegera gundan û pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK Abullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bi civînek berfireh nêrînên xwe anîn ziman.

Êzîdiyên ji herema Qubîn navçeya Êlihê ku bi dehan salan e ji ser warê xwe dûr ketine çûne dîasporayê dixwazin vegerin gund û warên xwe. Welatiyên Êzdî yên gundê Kelhokê yê girêdayî navçeya Qubînê, beriya biçin Ewropayê mal, milk û gundê xwe bi emanetî dabûn eşîrek herema Qubînê ya nêzî AKP’ê tê nasîn. Êzdî piştî di doza gundê xwe de bi serketin niha amadekariyan dikin û Heyeta gundê Kelhokê û welatiyên Êzdî li herema Emmerich a Elmanya li mala Êzdiyan ji bo nexşerêya vegera gundan û pêvajoya çareseriyê civînek li darxist. Di civînê de welatiyên gundê Kelhokê û gelek welatiyên Êzdî tevlî amade bûn. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir û di civînê de ewil cejna Cimaya Laleşê Nûranî li hemû civaka Êzdî û gelê Kurd hate pîrozkirin.

Di civînê de berdevkê gundê Kelhokê Nedîm Erkîş axivî û diyar kir ku 2 dozên gundê wan hatine dîtin de ew û rojnamevan li korîdorên Edliyê hatine tehdîtkirin û got kul i gel hemû tiştî ji ber mafdar bûne dîsa di doza xwe de bi serketine. Erkîş, bal kişand ser projeya vegera gundan û da zanîn ku dê ew ji bo vegerê xebatên xwe bi leztir bikin.

‘Pêwîste pêvajoya Kurdîstanê were şopandin’

Beşdarên ku tevlî civînê jî bûn nêrînên xwe anîn ziman. Beşdarvanan, anî ziman ku ew beriya her tiştî dê ew wek civaka Êzdî tifaq, yekîtî û aşîtiya navxweyî bi parêzin û diyar kir ku kesên kû ji dagirker, zordest û xûnmijare bive alet, pîyon û hevkar ciyê wan dinava civaka Êzdî de tune ye. Beşdarvanan, gelek sazî û saziyên ragihandinê yên civaka Êzdî ku ji bo doza gundên wan bi kêmasî tevgeriyane rexne kirin û daxwaz kirin ku ew saziyên Êzdiyan ji her demê bêtir bi rengekî cidî û çalak vê pêvajoya vegera gundan bişopînin. Êzdiyan, destnîşan kir ku derbarê pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bêşopandin û civînen gel berdewam bikin. Êzdiyan, anî ziman ku hevdîtin bi sazî, rêxistin û komîsyonên Êzdiyan re pêk werin û got ku ji bo nexşerêya vegera gundan gavên pratîk bên avêtin.

Hate hîn bûn ku dawiya hefteya bê dê li herêma Cellê li mala Êzdiyan têkildarî vegera gundan û heman mijaran civînek gel bê li darxistin.

(bg/mae)