1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Êzidiyên kampa Aştî: Em dixwazin vegerin ser warê xwe
Êzidiyên kampa Aştî: Em dixwazin vegerin ser warê xwe,êzidiyên,kampa,aştî,em,dixwazin,vegerin,ser,warê,xwe

Êzidiyên kampa Aştî: Em dixwazin vegerin ser warê xwe

A+ A-

ERBED/ ROJNEWS Êzidiyên li kampa Aştî ya girêdayî bajarokê Erbed diyar kirin ku her çendî duyemîn salvegera fermana Şengalê tê jî, heya niha ne hikûmeta Navendî, ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzidî ti alîkarî nekiriye. Êzidiyên kampa Aştî diyar kirin ku daxwaza wan cardin vegera Şengalê ye. Fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê ya li hemberî gelê Êzidiyên Şengalê hatiye, dikeve duyemîn salvegera xwe de. Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ser Şengalê de ku bi hezaran gelê Êzidî yên bêparastin qetil kirin, bi hezaran jin û keç jî revandin. Êzidiyên ku karîn xwe rizgar bikin, gelekan berê xwe dan çiyayê Şengalê û gelek ji li herêmên cuda, li kampan bicih bûn. Kampa Aştî ya girêdayî bajarokê Erbed ê Silêmaniyê ye, niha nêzî 250 malbatên Êzidî yên dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê xwe rizgar kirine, lê dijîn. Êzidiyên ku li kampa dijîn, ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ewê Şengalê ji ti kesê re nehêlin. ‘Çi heqê kesê nebû vê fermanê biserê me bînin’ Welatiyê ji Şengalê ku niha li kampa Aştî dimîne yê binavê Îdo Mûrad got; “3’ê Tebaxa 2014’ê dema ferman hat serê Êzidîxanê, Şengalê bi tenê hat hiştin. Heya niha jî bi hezaran xelkê me destê DAIŞ’ê de mane. Em bang li hemû kesê ku bêje em însanin û Xwedê nasin, bila alîkariya xelkê Êzidî bikin. Bila alîkariya jin û keçên me yên destê DAIŞ’ê de ne bikin, ji bo rizgar bibin. Ti carî yekî Êzidî zerer nedaye kesekî û me zerera kesê jî ti carî nexwestiye. Çi heqê wan nebû ku vê fermanê bînin serê me. Em hêvî ji Xwedê dikin ku heqê me ji wan bistîne.

Em dixwazin vegerin, belê heya Mûsil destê wan de be, Şengal hemû neyê rizgarkirin, em nikarin vegerin. Em ê ti carî qenciya HPG û her hêzekî din a Kurd ku alîkariya gelê me kir ji bîr nekîn.” ‘Ne hikûmeta Navendî û ne jî Hikûmeta Herêmê kesê alîkarî nekir’ Îbrahim Xidir jî wiha peyîvî; “Ev çend sal ser fermanê re derbas bûn û ti kesekî ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzidî ti alîkarî nekir. Heya niha ne Hikûmeta Navendî û ne jî Hikûmeta Herêmê, kesê xwe ji bo rizgarkirina van jin û keçan ne êşandiye. Ti alîkariyek nekirine. Heger dibêjin me alîkarî kiriye jî nerast dibêjin. Em hemû di van kampan de şewitîn, ti kesek alîkariya me nake. Em bê ceyran, bê av û bê xwarinin, kes alîkariya me nake. Em dixwazin vegerin Şengalê, lê em ê çewa di van mercan de vegerin, kes destek nade.

Niha hêzên YBŞ û hêzên PKK’ê Şengalê diparêzin. Ev hêzên me ne. Belê ji derve kesek pişta me nagire, ti alîkarî ji bo me nayê. Ger alîkariyek ji bo me bê jî, Ereb hemûyê dixwen. Kesek ji bo xêra me destê xwe nade me.” Heya yek ji me Êzidiyan mabe jî emê çanda xwe biparêzin Heya ku yek ji me gelê Êzidî bimîne sax jî, emê çand û hebûna xwe biparêzin. Em ê Şengalê ji bo ti kesê nehêlin. Bi kalekî wekî min jî mabe, em ê Şengalê ji bo Ereban nehêlin. Şengal, Şengala Êzidiyane û bila qet kesek nebêje ya me ye.” ‘Em dixwazin keç û jinên me yên destê DAIŞ’ê de rizgar bibin’ Jina binavê Şirîn Hiso jî got; “Me hêvî ji Xwedê heye ku em heya salek din vî wextî vegerin ser war û cihê xwe, DIAŞ jî tine bibe. Em hêvî ji Xwedê dikin ku hêzên niha Şengalê diparêzin bi ser bixe û DAIŞ’ê tine bike. Em dixwazin keç û jinên me ji destê DAIŞ’ê derkevin. Wan bê dînan zarokên me birine perwerdeya leşkerî didinê û wan dikin dijminê me. Hêvî dikin ku hêzên me yên YJŞ’ê bi ser bikevin. Her wiha hêzên me yên din ên parastina Şengalê dikin hîn bihêztir bibin. Îşallah wê Tawisê Melek alîkariya wan bike û hêzên me yên Êzidî mezintir bibin. Dema DAIŞ’ê êrîşê me kir kesekê ji bo me tiştek nekir.

Di dawiyê de jî jina binavê Xatûn Elyas ji Til Ezêr a Şengalê wiha peyîvî; “Em dixwazin carek din vegerin ser war û cihê xwe. Hemû jinên me yên girtî, bên azadkirin. Ev çend salin em divan konan de rewşa me gelek xerabe. Heya em nanekê bi xweşî dikin, sêyan jî em dibin ba û tûzê de dixwîn. Em dixwazin vegerin ser warê xwe. Dixwazin keç û jinên me ji destê DAIŞ’ê bên rizgarkirin. Tiştek ji destê me nayê. Her cihek em diçinê, ji cihê din ji bo me nexweştire. Gelek mirovên min destê DAIŞ’ê de ye.”

(sk)