1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êzidiyên li kampa penaberan a li Almanya dimînin rastî êrîşê hatin
Êzidiyên li kampa penaberan a li Almanya dimînin rastî êrîşê hatin,êzidiyên,li,kampa,penaberan,a,li,almanya,dimînin,rastî,êrîşê,hatin

Êzidiyên li kampa penaberan a li Almanya dimînin rastî êrîşê hatin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Piştî Sîegenê, vê carê penaberên ji Şengalê li bajarê Bîelefeldê rastî êrîşê hatin. Ji ber êrîşa Çeçenan gelek kes birîndar bûn. Li bajarê Almanya Bîelefeldê, Êzidiyên Şengalî yên li kampa penaberan a Oldentruperhofê dimînin, duh êvarê saet di derdora 21'an de rastî êrîşa Çeçenên li kampê hatin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber êrîşa Çeçenan, bi qasî 80 kes bi hev ketine û gelek kes birîndar bûne. Ji van birîndaran 4 kes rakirin nexweşxaneyê û tê gotin ku yek ji wan tasa serê wî şikestiye, lewma rewşa wî giran e. Piştî rûdana bûyerê, li herêmê di asta herî bilind de alarma sor hat dayîn û gelek polîs çûn cihê bûyerê. Bi destwerdana polîsan re bûyer niha sekiniye, lê belê rewşa aloz a li kampê dewam dike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên li kampê hatin wergirtin, ev demeke dirêj e penaberên Êzidî û Xiristiyan ên li kampa Oldentruperhofê dimînin, rastî zextê tên. Hêjayî gotinê ye, roja Çarşemê li bajarê Elmanya Sîegenê, jinên Ereb ên Bûrka li wan bûn êrîşî jineke Êzidî kiribûn û bi mezinbûna vê êrîşê re gelek Êzidî birîndar bûbûn û piraniya wan sirgûnî kampeke li bajarê Dortmûndê hatibûn kirin. (rn)