Êzidî dîsa li ser rêya koçberiyê ne
Êzidiyên ku piştî êrîşa DAİŞ’ê ya li dijî Şengalê koçber bûyî, hatibûn Amedê û li Kampa Fîdanlikê ya Şaredariya Yenîşehîrê bi cih bûbûn. Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê kirin, bi fermana Walîtiya Amedê Êzidî li Kampa AFAD'ê ya Midyadê tên bicihkirin. Qeyûm tevî Serokê AFAD'ê çû kampa Êzîdiyan û li wir ji wan re got, ew ê wan bibin kampa AFAD’ê. Piştî vê hevdîtinê êdî Êzîdiyan ji kampê dibin.
Şaredarî li wan xwedî derketibû
Bi rojan e ev mijar dihat nîqaşkirin û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca jî mijar biribû rojeva Meclîsê. Piştî nîqaşên bi rojan Êzîdî doh bi otobusan birin kampa AFAD'ê. Pêdiviyên Êzîdiyan ev 3 sal in ji aliyê şeraderiyên DBP’yî ve dihatin serûberkirin. Êzidî naxwazin ji kampê biçin û li kampa AFAD'ê bi cih bibin. Wan ev yek gelek caran anîbûn ziman.
Ne bi dilê wan ew birin
Li kampê hezar û 23 Êzîdî diman, di dîmenên ji kampê de xuya dike ku jin tiştên xwe dikin kîsikan, ciwanan jî dibin wesayîtan. Yek ji Êzîdiyan got, gelek caran wan gotiye ew naxwazin biçin, lê mecbûrî vê yekê hatine kirin. Penaberê Êzîdî bi bîr xist ku heta niha jî 6 caran cih guherandine û got: "Me jiyana xwe sererast kiribû lê careke din, dibêjin em ê cihê we biguherînin. Berê dema ku ev der di destê DBP'ê de bû em rehet bûn. Bi hatina qeyûm re di encama pêkanînên kêfî de me ji vir derdixin. Em naxwazin biçin lê mecbûr in. Wekî din jî alternatîfa me tineye."
Jineke Êzîdî jî axivî: "Ji destê me bihata me axa xwe nediterikand. Lê em neçar bûn. Dixwazin em ji vir jî derkevin. Em mecbûr in derkevin. Tiştekî ku em bikin tineye."
Di 10 rojan de vala bikin
Hin Êzîdî li dijî biryara valakirinê derdikevin lê Rayedarên kampê ji wan re gotiye, divê kamp di nava 10 rojan de bê valakirin. Ger neyê valakirin dê av û ceryana wan qut bikin, û xwarinê jî nedin wan.
Bi daxwaza Qeyûm e
Hat zanîn ku qeyûmê dagirkeran bi elaqeyeke taybet bi mijarê re mijûl bûye. Rayedarekî AFAD'ê got, destûr nehatiye dayîn çapemenî bikeve hundirê kampê û dê Êzîdî li heman kampê bên kom kirin.
AMED
