1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Êşa kêmnebûyî û têkoşîna didome: Roboskî - DOSYA 1
Êşa kêmnebûyî û têkoşîna didome: Roboskî - DOSYA 1,êşa,kêmnebûyî,û,têkoşîna,didome,roboskî,dosya,1

Êşa kêmnebûyî û têkoşîna didome: Roboskî - DOSYA 1

Zarokên berpirsiyarî, êş û berdela wan mezin e....

A+ A-

ERDOGAN ALTAN/FERZEN ÇATAK

ŞIRNEX (DÎHA) - Rojên ku ji bo serê salê ve diherikiyan 28'ê kanûna 2011'an de piraniya wan zarok 34 welatiyên ku ber bi riya sînorên sûnî yên ji nimêj ve hatibûn danîn diçûn, li gundê Roboskî ya Qilebanê ji hêla balafirên şer ên Artêşa Tirk ve hatin bombekirin û qetilkirin. Komkujiya ji roja yekemîn pêk hatî ku tê xwestin li serî bê girtin, her çiqas li ser bûyerê sê sal derbas bûye jî kiryar dernexistine holê. Hikûmeta ku yekemîn berpirsiyarê vê komkujiyê ye li şûna berpirsiyariya xwe bîne cih, serî li parastina kiryarên komkujiyê da. Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên winda kirine ketine ser riya edaletê bi milyonan re bûne yek, dema li edaletê digerin tên cezakirin. Ligel vê yekê jî dev ji têkoşîna xwe ya hesabpirsîna ji dewletê bernadin.

Welatiyên gundê Zêviyê ya li ser sînorê sûnî ya Herêma Federal a Kurdistanê bû di sala 1993'yan de ji hêla leşkeran ve bi darê zorê ji gund hatibûn derxistin, pêşî li hewşa qereqolê de dihatin girtin, piştre bi şertê ku gund vala bikin ew şandin nêzî gundê Roboskî berdan. Dewleta ku ji bo avakirina xaniyan tu alîkariya gundiyan nekiribû, welatiyan bi qedera wan ve rû bi rû re hiştibû. Li ser ferzkirina cerdevaniyê, welatiyan gund valakirin hin ji wan berê xwe dan Herêma Federal a Kurdistanê û hin ji wan jî hatin nêzî gundê Roboskî bi cih bûn. Hemû erdên ku hatin mayinkirin, ji ber vê yekê sewalvanî jî di nav de tu çavkaniya ku debara xwe pê bikin nema. Li ser vê yekê welatiyan dest bi bazirganiya ser sînor kir.

Provaya komkujiya Roboskî salek berê hatibû kirin

Qetilkirina 34 welatiyên Roboskî ya di 28'ê kanûna 2011'an de ji hêla balafirên şer ên artêşa tirk ve hatibû kirin, di esasê xwe de salek berê ango di havîna 2010'an de provaya wê hatibû kirin. Hate hînbûn ku di havîna 2010'an de li ser heman rêgehê de ji hêla helîkopterên tîpên Skorskî û Kobra ve welatiyên bazirganiya ser sînor dikirin hatibûn gulebarankirin. Li ser vê yekê Roboskiyên ku çûbûn hawara welatiyan ji hêla cerdevan û leşkeran ve hatibûn gulebarankirin. Li ser hişyariyê gulebarandin rawestiya bû û welatiyên çûbûn bazirganî dikirin vegeriyabûn gundê xwe.

Bombeyên mezinên mezin bi ser zarok û ciwanan de barandin

Rûpelên salnameyê ku 28'ê kanûna 2011'an nîşan dida, bêdengiya şevê ya li ser sînorê nêzî gundê Roboskî bi dengê bombeyan xira bû. Li gundekî sînorê ku hebûna xwe berdewam bikin bi salan heta niha derbasî Herêma Federal a Kurdistan dibin û bazirganiya cixare û mazotê dikirin, piraniya wan zarok 34 welatiyên sivîl li ser riya vegerê bûn, ji hêla balafirên şer ên tîpa F-16 ên aîdê TSK'yê ve qazanên ku bi sedan kîlo giranî bi ser wan ve berdan û ew qetil kirin. Ev komkujiya ku di seat 21.20'an de ji hêla 4 balafirên şer ve hatî kirin, agahiya qereqola leşkeran jî jê hebû. Agahiya komkujiyê ji hêla Servet Encu ku ji komkujiyê sax filitîbû ve da gundiyan. Piştî bûyerê çend seat ji hêla DÎHA'yê ve bûyer, ji aboneyên xwe re ragihand.

Bedenên wan perçe perçe bûbûn

Welatî û xizmên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane ku agahiyê girtin, li cihê bûyerê ya bi lez çûbûn wir rastî cenazeyên mirovan ên perçe perçe bûbûn hatin. Cenaze bibûn wek komirê, hûr û roviyên wan derketî li derdorê belav bibûn, organên qantiran jî li her derî belav bibûn ango organên mirovan û sewalan tevlî hev bibûn. Dîmenên ku perçeyên mirovan civandibûn û wek cenazeyê li cem hev hatibûn rêzkiribûn ji hêla çapemeniya kurd ve li cîhanê re hate serwîs kirin, hovitî baştir radixist berçavan. Bertek jî ji cara yekemîn zêdetir bi hêztir bû û berdewam kir.

Dinya wê rojê ker û lal bûbû

Yek ji van ku bandora xwe li ser mirovan kir ew bû ku dema komkujî pêk hatî, ji hêla çapemeniya tirk ve tu agahiyek nedihat weşandin û ji raya giştî dihate veşartin. Medyaya ku ji bo bibîne li benda weşandina fermî bû, piştî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya "Tenê di ser 20 kesî de mirî hene. Derbarê mijarê de ji walîtiyê navenda qeyranê hatiye avakirin" hate dan, jixwe heta wê demê ji hêla medyaya kurd ve bi hemû aliyan ve ev komkujî ji raya giştî re hatibû ragihandin. Lê nûçeyên ku derbarê bûyerê de dihate weşandin jî dihate xwestin ku rastiya 34 kesên hatibûn qetilkirin sivîl in, ser wê bigirin û dixwestin hişmendiya yên hatine qetilkirin HPG'îne bidin nîşandan.

Di ser medyayê de ji aliyekî ve vê hişmendiyê dixwestin biafirîni, lê hikûmet derbarê qetilkirina 34 welatiyên sivîl de ligel seatan derbas bibû jî, tu daxuyaniyek jî nehatibû dayîn. Ji bo rewşa pêk hatî şahidî hatibû kirin, ji ber kesên derbarê bûyerê de hewceyî ji tu daxuyaniyê re nehatibû dîtin re, ji çar aliyê Tirkiyeyê ve bi hêrseke mezin rabûn ser piyan. Li hemberê hêrsa her çiqas diçû mezin dibû wek e komkujî hate qebûl kirin lê evcar jî gotin 'qezaye' û xwestin di ser de derbas bibin. Li hemberî vîna ku dixwaze berpirsiyar derbixin holê û bên darizandin jî, ligel di serî de sê sal derbasbûye jî yek berpirsiyar jî dernexistin holê. Ligel dîmenên ji hêla heronê ku bûyerê yek bi yek kişandiye, raporên hatine amadekirin û komîsyonên lêpirsînê yên hatine avakirin jî, di nava zincîra emîr-komutayê de berpirsiyarê yekemîn hikûmet, ji bo ji vê berpirsiyariya xwe bireve, ji bo derxistina kiryaran gaveke biçûk jî neavêt.

Serpêhatiya kurtejiyana 34 welatiyên ku bi bombeyên balafirên şer ên tirk hatibûn qetilkirin wiha ye:

* Karker Encu: Dema hate qetilkirin 16 salî bû. Karker, daxwaza wî bibe xwedî wesayîtek. Piştî dibistana navîn xilas kir ji ber rewşa madî ya malbata wî nebaş bû neçar ma dibistanê berde û ew jî wek e zarokên bi hevalên xwe re bazirganiya der sînorê kir. * Seyîthan Encu: Dema hate qetilkirin 21 salî bû. Seyîthan ê ku heta lîseya yekî xwend, xwendekareke pir serkeftî dihate zanîn, hema bibêje her sal pola bi taqdîrê derbas dibû. Her çiqas pir ji xwendinê his dikir jî ji ber rewşa madî ya malbatê nebaş bû dev ji dibistanê berda û ew jî dest bi xebatê kir. Seyîthan ku çû Stenbolê, sê sal li wir xebitî. Ji vir ku beramberê keda xwe nedigirt ji çerxa mêtingeriyê xilas bû û careke din vegeriya gundê xwe. Ji ber karekî ku bixebite tunebû ewî jî berê xwe da bazirganiya sînor. Hêj di çûna xwe ya yekemîn de bû hedefa bombeyan.

* Nadîr Alma: Dema hate qetilkirin 17 salî bû. Nadîr ê hêj ji zarokahiya xwe ve li derdora xwe bi giraniya xwe dihate naskirin, piştî dibistana navîn xilas kir dev ji dibistanê berda. Nadîr ê bi zîrek, hiskirina xweza û sewalan û ciwaneke wêrek dihate naskirin, piştî ji leşkeriyê vegeriya ji bo xebatê berê xwe da Stenbolê. Nadir ku li jiyana metropolê û terza xebatê re adapte nebû, piştî demek kurt careke din vegeriya gundê xwe û ji vir jî ji bo xebatê çû Hewlerê. Piştî 8 meh li wir jî xebitî careke din vegeriya gundê xwe. Nadir ku li ser israra malbatê nezewicî, piştî kekê wî Ebûbekir û birayê wî Feyaz Alma birin leşkeriyê, ji bo karibe debara kek û birayê xwe jî bike çûn û hatina sînor kir. Ew jî ew şev di nava kesên hatin qetilkirin de bû.

* Mehmet Alî Tosun: Dema hate qetilkirin 24 salî bû. Alî ku li hemberê malbat û hevalên xwe pir bi rêzdar tevdigerî, piştî lîseyê xilas kir dev ji xwendinê berda. Ji bo alîkariya malbata xwe bike çû bajarê Kerbela ya Iraqê ku piştî mudaxeleya ABD'ê ya li ser Iraqê ku her roj nûçeyên mirinê dihat û dest bi xebata nava karê avahiyê kir. Mehmet Alî, piştî vegeriya gundê xwe bi karê rojane re mijûl dibû, dema êdî kar nedît dest bi çûna sînor kir. Ji ber qantireke wî ya ku di bazirganiya sînor de roleke mezin dilîze tinebû, encax bi qantirekî ku bi 25 TL'yê ji hevalê xwe kirê dikir diçû sînorê.

* Şervan Encu: Dema hate qetilkirin 19 salî bû. Şervan dema pola lîseya duyemîn de bû, dev ji dibistanê berda weke hevalê xwe yê Roboskiyî çû Stenbolê û di firûneke nanê de xebitî. Şervan ku salek li Stenbolê ma, li ser israra malbatê vegeriya gundê xwe. Lê ji ber li gund kareke bike tunebû ji bo alîkariya malbata xwe bike ew jî qantireke kirî û dem dem diçû sînor. Hin caran ji ber pir ji hespê xwe his dikir lê siwar nedibû jî. Cendekê Şervan ê di encama bombardimanê de hatibû perçe kirin encax bi qantire wî ya pir jê his dikir anîn gund.

* Nevzat Encu: Dema hate qetilkirin ew jî 19 salî bû. Newzat ê ku pir ji futbolê hisdikir ewqas jî ji xwendinê jî his dikir, xwendekarekî serkeftî bû. Hêj dema xwendekarê dibistana navîn bû dem dem bi bavê xwe re bêagahiya ku paşerojê çi li benda wî ye, bi bavê xwe re diçû sînorê. Li sînor dema bombe hat wî dît, diçû pola dawî ya lîseyê.

* Osman Kaplan: Dema hate qetilkirin 31 salî bû. Zewicî û bavê 5 zarokan bû. Osman ku bavê wî Ahmet Kaplan ji ber nexweşînê hêj ew di temenek biçûk bû winda kir, ji ber bêderfetiyên madî piştî dibistana seretayî di karên giran de xebitî. Osman ku di temenê xwe yê biçûk de li 5 birayê xwe dinêrt, dema karên înşeatê nedidît hin caran diçû sînor. Osman, ji bo deyinê xwe bide û li 5 zarokên xwe yên herî mezin 12, yê biçû 7 salî xwedî bike, çûna wî alî sînorê ya dawî nekarî li malbata xwe vegere.

* Ozcan Uysal: Dema hate qetilkirin hêj nû diket 18 saliya xwe. Ozcan têkiliya wî ya bi bavê wî re wek e du hevalan bû, ji ber qrêdiya ku malbata wî ji banqê kişandibû nikaribû bide, dibistana lîseyê ya pola duyemîn berda. Ozcan ku şivantiyê dikir çiyayan zêdetir his kir, piştî dest bi çûna sînorê kir di nava çiyayan de jiyana xwe ji dest da.

* Selîm Encu: Dema hate qetilkirin 39 salî bû. Zewicî û bavê 3 zarokan bû. Selîm ku hêj di zikê dayika xwe de bû bavê wî jiyana xwe ji dest dabû, hêj di serî de bi zahmetî gavê xwe avêtibû dinyayê. Selîm ê ku yek zarokê malbatê bû, zewicî û bû xwedî du zarokê ku astengdarê mejî ne. Dema li sînor bi 33 hevalê xwe re hate qetilkirin hevjîna wî ya bi ducanî bû kurkekî anî dinyayê.

* Vedat Encu: Dema hate qetilkirin 18 salî bû. Vedat ê ku heta lîseya yekemîn xwend, dev ji dibistanê berda û dest bi xebatê kir. Vedat ku di fîrmayeke taybet de operatoriya makîneya kar dikir, di mehên havînê de dixebitî, di mehên zivistanê jî ji ber kar tinebû diçû sînorê.

* Muhammet Encu: Dema hatibû qetilkirin hêj 13 salî bû. Xwendekarê pola 7'emîn bû. Muhammet ku ligel israra malbatê bi hevalên xwe re çû sînorê, çûna dawî êdî paşde nehat.

Mahmsûm Encu: Dema hate qetilkirin 17 salî bû. Xwendekarê lîseyê pola yekemîn bû. Navbera wî û hevalên wî pir baş bû, zarokeke serkeftî û pir zîrek bû. Her wiha pir ji ajotina wesayîtê dikir. Beriya wesayîtê ji bo mesrefên ehliyeta xwe diçû sînorê. Ew jî bi hevalên xwe re bi aqûbeta kalê xwe yê di sala 1997'an de ku li sînor jiyana xwe ji dest da re rû bi rû ma.

* Bîlal Encû: Dema hate qetilkirin 16 salî bû. Dest û lingê bavê xwe Ahmet Encu ya çavên wî nabîne bû. Roja di qetlîamê de jiyana xwe ji dest da, ji dibistanê hatebû, kincên xwe guherand û bi hevalên xwe re çûbû sînorê. Ew jî careke din paşde nevegeriya.

* Erkan Encu: Dema hate qetilkirin ew jî hêj 13 salî bû. Malbata ku rewşa madî nebaş bû bi derfetên tengavî ya Erkan heta pola 7'an da xwendin. Roja komkujiyê ji dibistanê nû hatibû, piştî kincên xwe guherandibû qantire xwe amade kiribû û berê xwe dabû sînor. Hêj çûna wî ya duyemîn bû. Ew tirs û coşa çûna duyemîn dijiya, tirsa wî ew di temenê biçûk de girt.

* Husnu Encu: Dema hate qetilkirin 20 salî bû. Normal kekê wî diçû sînorê lê ji ber ew çû leşkeriyê, kar ma ser milê wî. Zewicî bû, qet nedixwest here sînor. Her çûna wî ku bi tirs bû ya hevjîna xwe ya ku li benda hatina wî bû, dê rojek ev çûn û hatin xilas bibe teselî dikir. Dema hate qetilkirin hevjîna wî hêj 2 mehî ducanî bû.

* Savaş Encu: Dema hate qetilkirin 14 salî bû. Ji ber bi zimanê zikmakî perwerdehiyê nedît, pirsgirêka ziman piştî dibistana navîn xilas kir, dev ji dibistanê berda û dest bi şivantiyê kir. Savaş ê ku eleqeyek mezin nîşanê sewalan û xwezayê dida kûçikekî wî ya pir jê his dikir jî hebû. Savaş ê ku bi kekê xwe Husnu re çû sînorê bû hedefa bombeyên balafirên şer. Ew seyê ku li cem xwe nebiribû, piştî komkujiyê êdî kesî wî li gund nedît.

* Cîhan Encu: Dema hate qetilkirin 19 salî bû. Cîhan ku di nava malê de coşek mezin pêk tanî, di nava malbatê de yê herî bal dikşand ew bû. Ji ber nexweşînekî bavê xwe, di encama qezayekî de jî dayika xwe winda kir, bi xwişk û birayên xwe re bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê dida. Çûna wî ya sînorê ya ew roj ji bo qezanckirina 50 TL ya ji bo tamîrkirina telefona xwe ya berîkê bike, piştî demek dirêj neçar mabû biçe sînor. Çû û bi 33 hevalê xwe re hate qetilkirin.

* Cemal Encu: Dema hate qetilkirin 17 salî bû. Her roj 5 kîlometre rê dimeşiya û diçû dibistanê û dixwest bibe mamobte. Bavê ku debara malbatê ya pir qelebalix bû nikaribû bike, ji bo mesrefên xwe yên dibistanê neçar dima ku biçe sînorê. Ji bo pereyê azmûna YGS'ê ku dê wî bibira xeyalê wî û deyinê wî ya li qantîna dibistanê bide, çû sînorê. Ji wî paşde tenê xeyalên wî man.

* Serhat Encu: Dema hate qetilkirin 15 salî bû. Du kekên wî ku çûn zanîngehê, li payê wî re jî çûna sînorê ma. Ev du salin diçû sînorê. Piştî axaftina kekê wî û bavê wî ya ku ji bo hatina gund heqê rê xwestibû, li kekê xwe geriya û gotibû "Ez ê ji te re heqê rê bişînim, rojek du roj îdare bik, ez ê biçim sînor bişîn im ji te re", di 28'ê kanûnê de çû sînor û hate qetilkirin. Kekê wî tenê karibû bê cenazeyê wî.

* Hamza Encu: Dema hate qetilkirin 21 salî bû. Piştî dev ji dibistanê berde, demeke li derveyê bajêr di hin karên din de xebitî, dema vegeriya gund careke din dest bi çûna dersînorê kir. Li ser israra dayika xwe amadekariya zewacê dikir. Cendekê wî ya ku di bomberdimanê de perçe bibû, dayika wî bi destên xwe civand.

* Celal Encu: Dema hate qetilkirin 15 salî bû. Ji ber dayika wî di sala 2008'an de jiyana xwe ji dest da ya Celal pir êşandibû. Piştî mirina dayika wî her çiqas pir his dikir jî neçar ma dev ji dibistanê berda. Dema ji ber xebatê çûbû bajarên Rojavayê Tirkiyeyê, dema jê pirsa "Tu ji ku yî?" lê dihate kirin bersiva "Ji Şirnexê me" dibihîstin digotin "Hûn terorîstin", êdî îdare nekir û careke din zivirî mala xwe. Ew şev jî dema çû sînorê bi hevalên xwe re hate qetilkirin.

* Şerafettîn Encu: Dema hate qetilkirin 18 salî bû. Dema di sala 2006'an de dayika xwe winda kir ji ber mezinê malbatê bû bi bavê xwe re ji 4 xwişk û birayên xwe re ew eleqedar dibû. Her wiha hem dixwend û hem jî diçû sînor. Ev car çûna wî ya sînor ji bo gora dayika xwe çêbike çûbû. Ew rêwîtiya derket rê wî bi dayika wî re anî ba hev.

* Selam Encu: Dema hate qetilkirin 22 salî bû. Xwendekarê pola dawî ya zanîngehê bû. Ji ber derfetên madî ya malbatê nebaş bû, ji bo mesrafên dibistan û riya xwe derbixe neçar ma bixebite. Ev jî sînor bû. Bi nêrîna îhtîmalekî ji bo mesrefên rê û pirtûkên xwe serî li Qeymekamtiya Qilebanê dabû. Li gor digot ku, qeymekam jê re gotiye ku "Ji min re çi here bixebite" bersiv dabû. Ji ber tenê riyek mabû ew jî çûna sînor bû, her çiqas bavê wî pêşniyara ji derekî deyin bike kiribû jî, nehatibû qebûl kirin. Piştî wî du rojan tevlî kerwanê diçûn sînorê bû. Derketina bi kerwanê ya rêwîtiya mirinê careke din venegeriya.

* Bedran Encu: Dema hate qetilkirin 13 salî bû. Çewa pir ji malbat û hevalên xwe dikir, her wiha pir dihat hiskirin jî. Bavê wî yê ku pir jê his dikir di sala 1998'an de pê mayinê kiribû ji lingê xwe seqet mabû û 5 tiliyên destê saxê winda kiribû. Bi temenê xwe yê biçûk bibû ling û destê bavê xwe û barê malbatê girtibû ser milên xwe. Bê ji bavê xwe re bibêje di wî şeva bi berf û sar de qantire xwe amade kir û çûbû sînor. Bi pêlava naylon a di lingê wî de, dixwest ji bo xwe û xwişk û birayên xwe yên biçûk re pêlav bistîn e. Bedran, dê careke din qet nikaribe pêlav bixe lingê xwe.

* Fadil Encu: Dema hate qetilkirin 20 salî bû. Ji malbata ku 5 zarokan pêk dihat zarokê pêşî bû. Futbolê pir his dikir, tîma Fenerbahçe digirt. Formaya ku standibû ji ser xwe qet dernedixist. Ji ber neçar ma koçber bûn, ji bo bi bavê xwe re xaniyek nû çêbikin, dest bi xebatê kir. Bavê wî ku ajokariyê dikir, ew jî diçû sînorê. Bavê wî cenazeyê kurê xwe ya di bin bombeyan de perçe bibû ji formaya wî nas kiribû.

* Huseyîn Encu: Dema hate qetilkirin 20 salî bû. 6 sal bû ku di ser xeta qederê ya jê re mîras mabû diçû sînorê. Cihê wî ya li cem hevalên wî her tim cûda bû. Kesek di nava xwe de girtî bû, derdê xwe ji kesî re nedigot, parve nedikir. Çavên wî yên rengê şîna behrê hebû. Dema hate qetilkirin şîna çavên wî, bi tarîtiya şevê re hate girtin.

* Aslan Encu: Dema hate qetilkirin 17 salî bû. Karê çûna sînor normal de ser milê kekê wî Halîl bû. Lê piştî li sînor pê mayînê kiribû ev bar ketibû ser milên wî. Hinek jî ji bo lingeke protez ji kekê xwe re bistîne diçû sînor. Li sînora ku bi vê hêviyê çûbû weke kekê xwe jî ne bi siûd bû. Hemû cendekê wî bi awayek perçe kirî li sînor ma.

* Şivan Encu: Dema hate qetilkirin 13 salî bû. Navê xwe ku ji hunermendê kurd Şivan Perwer pir his dikir, digirt. Di teyba ku kirîbû her tim wî guhdar dikir. Herî zêde jî perçeya Helepçê. Hêj nû nû diçû sînorê. Dema bi temenê biçûk ji jiyanê hate qût kirin, egala wî ya kesk û sor û zer di stuyê wî de bû.

* Orhan Encu: Dema hate qetilkirin 21 salî bû. Gelek bi meraq û her tim dixwest tiştek hîn bibe, dihate naskirin. Ji ber kena ku ji rûyê wî kêm nedibû, li dibistanê mamosteyê wî navê "Guler Orhan" lê kiribû. Heke rojek nehata dibistanê mamoste û hevalên wî dihatin malê û wî dipirsîn. Ji bo qomputereke ku xeyala wî dikir bi kekê xwe Zeydan re cara yekemîn çû sînor û careke din jî paşde venegeriya.

* Zeydan Encu: Dema hate qetilkirin 25 salî bû. Zeydan ê ku ciwanek pir giran dihate nasîn, ji ber pir ji ajovaniyê dikir, qet ser traqtora gund nedihat xwarê. Her çiqas kekê wî li hember derdiket jî ew roj bi birayê xwe Orhan re çû sînor û bi birayê xwe re heman dawiyê jiya.

* Salîh Encu: Dema hate qetilkirin 16 salî bû. Hêj dema temenê biçûk, rêwîtiya sînor a bav, ap û ciwanên gund diçûn sînor pir meraq dikir. Ligel bavê wî destur nedida jî ew roj piştî ji dibistanê zivirî tevlî nava hevalên xwe bû. Salîh ê ku ji biçûkahiya xwe ve dixwest tevlî nava serpêhatiyên sînor bibe ketibû rê, wî çîrokê çavên xwe di dewa dayika xwe de girt.

* Yuksel Urek: Dema hate qetilkirin 21 salî bû. Yuksel ê ku di pola lîseya duyemîn de navbêr da dibistanê, pişt re di atolyeya tamîrê de dest bi xebatê kir. Yuksel, tu tişt tunebû ku ji bo kew û kevokên xwedî dikir neke. Yuksel ku hin caran wek e kew û kevokên xwe yên di ser sînor de difiriyan re diçû û dihat, çûna dawî jiyana wî jî ji destê wî hate standin.

* Adem Ant: Dema hate qetilkirin 19 salî bû. Malbata wî ji ber li navenda Şirnexê dima, li Roboskî li mala meta xwe dima. Ji bo alîkariyê bide malbata xwe ya rewşa madî nebaş bike, diçû sînor. Adem ku li Roboskî bi keça xizmên xwe re zewicî, ji ber dê di nêz de bizewiciya çûna sînor zêdetir kir. Ew şev dîsa çû û careke din nezivirî.

* Salîh Urek: Dema hate qetilkirin 18 salî bû. Salîh ku ji biçûkahiya xwe ve pir bi coş û henekan dikir, bi vê taybetmendiya xwe bibû neşeya mal û gund. Çewa ku his ji kişandina wêneyê dikir ewqas his ji xêzkirina risma jî dikir. Ev yeteneka wî ku di sînorên nedihatin dîtin de asê dima, ew jî berê xwe da sînorê li ber serê xwe. Beriya çûna dawî qolyeya diyarî ku ji destgirtiyê xwe re kiribû, ji bo veşêre dabû dayika xwe. Dema bizivire ew dê bi destê xwe dabûya destgirtiyê xwe. Lê ew jî bi hevalên xwe re ji sînor nikaribû bizivire.

SIBE: Têkoşîna malbatên Roboskî ku ev 3 sal in dimeşînin.

(ea/wk)