1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îdiaya HPG'ê Rast Derket
Îdiaya HPG'ê Rast Derket,îdiaya,hpg,ê,rast,derket

Îdiaya HPG'ê Rast Derket

A+ A-

HELÎKOPTER HAT XISTIN

HPG'ê îro di daxuyaniya xwe ya der barê şerê do de îdia kir ku helîkopterek jî hatiye xistin. Daxuyaniya HPG'ê ya der barê helîkopterê de wiha bû:

“Di saet 08.00’an de li dijî helîkoptereke skorsy a dixwest teqwiyeyê li cihê çalakiyan bi cih bike, di dema bicihkirina leşkeran de, gerîlayan çalakiyek li dijî helîkopterê li dar xistin. Di encama çalakiyê de helîkoptera Skorsky derbe xwar û li nêzî Lîwaya Çelê ket xarê û rûxaye."

Îro çapemeniya tirk ber êvarê nûçeyek wiha belav kir:

"Îro saet di 19.15'an de helîkopterek li nêzî qada daketinê ket nav bexçê mişmişan. Du leşkerên di helîkopterê de birîndar bûn. Piştî bûyerê gelek ambulans û siwareyên agirkuj çûn herêmê. Li cihê helîkopter ket xwarê dûxanek bilind bû, herêm hate dorpêçkirin."

Di nûçeyê de tê gotin ku helîkopter a Artêşa 2'yemîn e û girêdayî hêzên bejahî ye û ya Meletiyê ye. Xuyaye dewlet li ku bixwaze bûyerê li wir nîşan dide.

Di nûçeyên malperên Meletiyê de jî kîtekîtên balkêş derketin holê. Di nûçeyan de der barê cihê bûyerê de agahiyên cur bi cur hatin weşandin û hate gotin ku enkaza helîkopterê yekpare ango ne belav e. Her wisa balkêş e ku der barê teqînê de tu tirs û xof çênebûye û çapemenî tenê bi daxuyaniyê bi bûyerê hesiyaye. Ev jî îhtimala ku enkaza helîkopterê bi siwareyan derbasî herêmê kirine an jî tenê wisa didin nîşan, xurt dike.

Îdiaya HPG'ê û nûçeyên ku hatin weşandin dide xuyakirin ku teqez ketinek heye.


Bêjeyên Miftehî