1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îdiaya ku pêşmerge vekişiyan
Îdiaya ku pêşmerge vekişiyan,îdiaya,ku,pêşmerge,vekişiyan

Îdiaya ku pêşmerge vekişiyan

A+ A-

Birîkarê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman ragihand ku ji ber arambûna rewşa bajêr hêzên pêşmerge bi fermana Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Kerkûkê hatine kişandin.

Osman ragihand çaxê ku Kerkûk di metirsiya terorîstan de bû, hêzên pêşmerge û zêravanî çûn wî bajarî û niha jî rewşa ewlekariya bajêr aram bûye lewra bi fermana serokatiya herêmê wan hêzên xwe ji wir kişandiye.

Birîkarê Wezareta Pêşmerge got, “Me tenê lîwayek li Kerkûkê hiştiye ew jî ji bo amadebaşiyê û kêngî me hest bi metirsiyê kir bêguman em ê dîsa hêzê bîşînin Kerkûkê.”

Rojnameya Wetenê erebî hefteya borî îdia kiribû ku Amerîkayê fişarên xwe yên li ser kurdan zêde kiriye da ku ji Kerkûkê derkevin.

Her weha hatibû ragihandin Amerîkayê ji bo ku ji Kerkûkê vekêşin du hefte mohlet daye hêzên pêşmerge û ji hêzên pêşmerge xwestiye ku piştî Cejna Newrozê vegerin cihên xwe yên berê.

Piştî ku di xwepêşandanên 25ê sibata borî yên bajarê Kerkûkê de ji aliyê xwepêşanderan ve dest bi ser çend bajar û bajarokên erebnişîn de hate girtin ji wana Hewîce, Ebasiye û Riyazê, metirsiya serhildana alozî û pevçûnê di navbeyna pêkhateyên wê navçeyê de serî hilda û hêzên pêşmerge ji bo parastina kurdan çûn Kerkûkê.