1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îdiaya yekîneyên tirk derbasî Îranê bûn
Îdiaya yekîneyên tirk derbasî Îranê bûn,îdiaya,yekîneyên,tirk,derbasî,îranê,bûn

Îdiaya yekîneyên tirk derbasî Îranê bûn

A+ A-

Operasyona li dijî PJAK'ê ya ku Îranê dabû destpêkirin didome li aliyê din hate îdiakirin ku yekîneyên leşkerî yên tirk ji deriyê sînor ê Bajergehê derbasî Îranê bûn.

Di operasyona ku Îranê li dijî PJAK'ê daya destpêkirin de pevçûn didomin, li aliyê din li gorî agahiyan duh bi şev saet 21.00'an de yekîneyeke leşkerî yên tirk a ji 300 leşkeran pêk dihat bi 20 wesayîtên tirk ên pleqaya Îranê bi wan kirine ve ji deriyê sînor ê Bajergehê ya navçeya Gevera Colemêrgê derbasî Îranê bûn. Hate zanîn ku leşkerên ku derbasî Îranê bûne çûne mintiqeya Bradostan û Somaya herêma Sero ya bajarê Urmiyeyê.

Hate hînbûn ku operasyonên ku bi rojan e li sînorê Gever-Şemzînan, Gever-Bajergehê operasyonên ku tên kirin ber bi sînorê Îranê ve hatiye berfirehkirin. Hate zanîn ku bi bicihkirina bi hezaran leşker a li ser sînor piştgirî ji bo operasyonên Îranê ya li dijî PJAK'ê tê dayîn.

Hate îdiakirin ku leşkerên ku li sînorê Îranê hatine bicihkirin dê li dijî herêmên Qendîl û Zelê operasyonê li dar bixin û nîşaneya herî mezin a vê jî hevdîtinên di navbera heyetên Îran û Tirkiyeyê de ne. DÎHA (sa)