Îdîanameya doza 'KCK'ê hate qebûlkirin
A+
A-
Îdîanameya doza 193 siyasetmedarên kurd ên di mijdara 2011'an de di bin navê doza KCK'ê de hatin girtin û di navde Prof. Dr. Buşra Ersanli û Ragip Zarakolu jî hene, ji aliyê 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin.
Îdîanameya der barê 147 jê girtî 193 kesên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin û di navde Prof. Dr. Buşra Ersanli û Ragip Zarakolu jî hene, li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. Îdîanameya ku ji 2 hezar û 400 rûpelan pêk tê temam bû û hate qebûl kirin. Ji 46 bersûcên serbest der barê 23 kesan de biryara girtinê heye.
Der barê Buşra Ersanli de 22.5 sal û der barê Ragıp Zarakolu de ji 15 sal ceza tê xwestin.
(mae)
Bêjeyên Miftehî îdîanameya,doza,kck,ê,hate,qebûlkirin
