1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ÎHD: Erdogan li dijî kurdan şer îlan kir
ÎHD: Erdogan li dijî kurdan şer îlan kir,îhd,erdogan,li,dijî,kurdan,şer,îlan,kir

ÎHD: Erdogan li dijî kurdan şer îlan kir

A+ A-

Sekreterê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî gotinên Serokwezîr Tayyîp Erdogan ên "piştî rojiyê dê li vî welatî mîlada aşitiyê temam bibe" nirxand û got ku wan dixe fikaran û ev tê wateya li dijî sazî û dezgehên kurdan îlankirina şer. Bîlîcî got ku her kes bê girtin jî dê zarok têkoşînê bidomînin.

Sekreterê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî gotinên Serokwezîr Tayyîp Erdogan ên "piştî rojiyê dê li vî welatî mîlada aşitiyê temam bibe" ku di 10'emîn salvegera damezirandina AKP'ê de kir nirxand û got ku ev tê wateya li dijî sazî û dezgehên kurdan îlankirina şer. Bîlîcî got ku ev gotin wan dixe fikaran. Bîlîcî wiha axivî: "Hûn di meha remezanê de rojiyê digirin, dibêjim em diçin hecê û nimêjê dikin salê 11 mehan jî binpêkirinên mafan pêk tînin û biryarên ku dibin sedema kuştina mirovan digirin û piştre jî qela îslamê dikin. Ma tiştekî wisa dibe?" Bîlîcî axaftinên Cemîl Çîçek jî weke bêtalihî nirxand û destnîşan kir ku ev nirxandin hemû di zimanê şer de têne kirin.

Bîlîcî da zanîn ku zimanê Serokwezîr ên tehdîtê û şer wan dixe fikaran. Bîlîcî got ku heke hemû siyasetmedarên kurd û parazvanên mafên mirovan bên girtin jî dê tiştek neguhere ji ber ku zarokên wan têkoşînê bidomînin.

Bîlîcî di dawiya axaftina xwe de got ku heke Serokwezîr bi rastî jî dixwaze li vî welatî azadî û mafân mirovan pêş bikeve, jiyaneke bi rûmet pêk bê divê ev ziman bê guhertin, pîşiya aştî, diyalog û azadiyan bê vekirin. DÎHA (sa)