1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ÎHD'ê rêziknameya xwe wergêrand kurdî
ÎHD'ê rêziknameya xwe wergêrand kurdî,îhd,ê,rêziknameya,xwe,wergêrand,kurdî

ÎHD'ê rêziknameya xwe wergêrand kurdî

A+ A-

Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê rêziknameya komeleyê ya ji 10 rupelan pêktê wergêrdan kurd û dê ji hemû şaxên ÎHD'ê re bişîne.

Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê rêziknameya komeleyê ya ji 10 rupelan pêktê wergêrdan kurd. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Alî Tanriverdî têkildarî rêzîknameyê wiha got: "Em wekî komeleya mafên mirovan dixwazin hemû kes bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û xizmetê bike" Tanriverdî, diyar kir ku li ser daxwaza endamên komeleyê û bi erêkirina navenda giştî wan rêziknameya xwe bi kurdî amadekirin. Tanriverdî, anî ziman ku piştî 2 mehan wan amadekariyên rêziknameyê bi dawî kirin. Tanriverdî da zanîn ku ew dê rêziknameya kurdî ya komeleyê li endam, şaxên ÎHD'ê û rêxistinên sivîl ên civakî belav bikin. Tanriverdi, destnîşan kir ku divê hemû kes bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibîne û banga astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî bên rakirin.

DÎHA (ft/mae)