1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îlham Ehmed: Amerîka û Rûsya neçarin federaliyê nas bikin
Îlham Ehmed: Amerîka û Rûsya neçarin federaliyê nas bikin,îlham,ehmed,amerîka,û,rûsya,neçarin,federaliyê,nas,bikin

Îlham Ehmed: Amerîka û Rûsya neçarin federaliyê nas bikin

A+ A-

QAMIŞLO – Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir ku tu pirojeyên rêjîmê û komên opozîsyonê yên çareserkirina aloziya Sûriyê nîn in û got ku Amerîka û Rûsya wê neçar bimînin sîstema Federaliya Demorkatîk a Rojava-Bakurê Sûriyê nas bikin.

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed şevê din bû mêvana bernameya Binxet a televîzyona Ozgur Gun Tv. Îlham Ehmed da zanîn ku êrîşên li ser Qamişlo di aliyê siyasî de berdewama êrîşên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Efrînê ne û got: “Li Şêxmeqsûd komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê êrîş dikin. Li Qamişlo rêjîmê êrîş kir. Rast hêzên êrîşkar ne yekin, lê êrîşên li Şêxmeqsûd, Efrîn û Qamişlo bi heman armancê têne kirin. Aramnca wan ew ku sîstema fedraliya demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê bi ser nekeve.”

‘Tirkiye û rêjîmê lihev kirine’

Îlham Ehmed da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê ku bi hemû hêza xwe şerê kurdan dike, dest ji hemû xetên xwe yên sor berdaye û bi rêjîma Esed re tîfaq kiriye û wiha dom kir: “Êrîşên li Şêxmeqsûd, Efrîn û Qamişlo di encama itîfaqa ku di navbera hikûmeta AKP’ê û rêjîma Essd de pêk hatiye. Bi navbênkariya Cezairê lihev kirine ku li dijî kurdan şer bikin. Naxwazin statoya kurdan li herêmê çêbibe.”

‘Di êrîşan de rola Îranê jî heye’

Ehemed bal kişand ser rola Îranê ya di êrîşên têne kirin û ev tişt anîn ziman: “Îran Sûriyê wekî beşekî xwe dibîne. Ji ber wê di Sûriyê de şerekî mezin dimeşîne, xeyala wan a avakirina hîlala Şîî heye. Ji xwe xaka Sûriyê jî li gorî wan beşek ji pirojeya wan e. Ji ber wê destê wan di şerê li ser kurdan de heye. Dixwazin Sûriyê ji aliyê rêjîma Baas ve bê rêveberin.”

‘Neçarin federaliya demokratîk qebûl bikin’

Îlham Ehemed her wiha bal kişand ser hevdîtinên Cinêv-3 û got ku Cinêv bi sernakev û wiha dom kir: “Ji ber nûnerên gelê Sûriyê li Cinêv nînin, Hevdîtinên Cinêv-3 bi ser nakevin. Dibe ku me dewet bikin ku em beşdarî hevdîtinan bibin. Gelê ROjava-Bakurê Sûriyê sîstema xwe fedraliya demorkatîk hilbijartiye. Ji ber wê veger ji vê yekê nîne, divê navend û hemû aliyên din vê yekê qebûl bikin û li gorî wê nêz bibin. Heger em hatin vexwendin jî em ê pirojeya xwe ya fedraliya demorkatîk nîqaş bikin, yanî veger ji vê yekê nîne. Ji ber pirojeyên aliyên din nîne Emerîka û Rûsiya wê neçar bibin ku sîstema Fedraliya Demokratîk qebûl bikin.

(dc/a)

ANHA