1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Îlham Ehmed: Em li dijî êrîşan yekîtiya xwe xurt dikin
Îlham Ehmed: Em li dijî êrîşan yekîtiya xwe xurt dikin,îlham,ehmed,em,li,dijî,êrîşan,yekîtiya,xwe,xurt,dikin

Îlham Ehmed: Em li dijî êrîşan yekîtiya xwe xurt dikin

A+ A-

DILDAR ARYEN - ANF / QAMIŞLO

Endama Desteya Bilind Îlham Ehmed, bal kişand ku êrîşên Serêkaniyê û Helebê li dijî kurdan û gelên herêmê pêk hatine, di encama plana hêzên navnetewî ku îradeya gel naxwazin de pêk hatine. Ehmed destnîşan kir ku li dijî van êrîşan berxwedanek xurt hatiye nîşandan, loma muxalefet neçar maye ku bi Desteya Bilind re hevdîtinê pêk bîne got ku ev yek ji bo muxatabgirtina desteyê pêngavek girîng. Ehmed, anî ziman ku ew li dijî êrîşan yekîtiya xwe jî xurt dikin û armac dikin ku di pêşerojê de jî herdu meclîsên Rojava bikin yek.

Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, derbarê êrîşên dawî yên Helebê, piştperdeya van êrîşan, hewldanên ji bo yekîtiya kurdan, rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê û alîkariyên tên kirin de pirsên ANF’ê bersivandin.

Piştî Serêkaniyê, li Helebê li dijî Taxa Kurdan êrîş pêk hatin û komkujiyek çêbû. Ev êrîş bi taybetî piştî ku pevçûnên li Serêkaniyê rawestiyan û hewldana hevdîtinan çêbû pêk hatin. Hun van êrîşan çawa dinirxînin, çima di vê demê de ev êrîş?

Rewşa ku niha şoreşa Sûriyeyê tê de ye, rewşek xirab û bi xetere ye. Bi bûyerên dawî xuya dike ku êdî hêviyên gel, bendewariyên gel ji vê şoreşê nemane, hêviyên wan dişikên. Şoreşe veguheriye şerê navxweyî. Ev bi riya hinek hêzên derve yên wekî Tirkiyê pêk tê. Her wiha rejîm bixwe jî vê yekê dike. Rejîm dixwaze ku pêvajoya şoreş şansê serkeftinê winda bike. Lewre gelek komikên çekdar li her derê welat belavkirin. Di encamê de jî her mirovekî paqij û nepaqij ket nava şerê çekdarî û her şêwazek nemirovî hate bikaranîn. Muxalefetê jî rêwazek bi vî rengî bikar anî.

Li hemberî van siyaseta kurd herêmên xwe parastin û dest bi avakirina sîstema xwe kir. Her wiha bermahiyên rejîmê jî paqij kirin. Di dema dawî de li herêmê Girzîro berxwedanek hate destpêkirin. Wekî tê zanîn herêma Rimêlanê devereke dewlemend e. Ji bo her kesekî bûye çavkaniyek ku dixwazin dest deynin ser. Lê di rastiyê de ev der herêmek kurdî ye. Ji kurdan tê xwestin ku parastina wê bike. Li ser vê daxwaza gel, tabûrek rejîmê ya li herêmê hate dorpêçkirin. Lê çawa ku hêzên parastinê û gel xwest vê tabûrê ji herêmê derxe, li Serêkaniyê komên çekdar êrîşî hêzên parastinê û şêniyên bajêr ku hêdî hêdî pirsgirêkên xwe çareser dikirin, kirin.

Tişta me ji van êrîşan pêk anî ew bû ku di nava van koman de, kesên girêdayî rejimê jî hene. Yên ku van koman araste dikin, talanê dikin û zulmê li gel dikin ev in. Ji bo ku me li Serêkaniyê zeîf bikin û îradeya me bişikînin ev êrîş pêk anîn. Planek bi zanebûn e, dixwestin piştî Serêkaniyê heta Rimêlanê biçin.  Lê piştî ku rastî berxwedanek bêhempa hatin û biser neketin, heyeteke ji aliyê muxalefetê ve hatibû amadekirin, xwestin hevdîtinan pêk bînin.

ÊRÎŞA HELEBÊ Bİ ZANEBÛN E

Di dema ku wê ev hevdîtin pêk bihatana de, li Helebê êrîş pêk hatin. Yanî ji bo ku pirsgirêk çareser nebe ev êrîş pêk anîn. Ev hemû bi hev re girêdayî ne, raste rast ji aliyê rejîmê ve tê kirin. Ger ku komên çekdar jî bikin, ev girêdayî rejîmê ne. Em nabêjin ku ev planek herêmî ye û tenê li Serêkaniyê û Helebê pêk tê. Destê hêzên derve jî tê de heye. Hêzên ku naxwazin kurd bibin îradeyek, destkeftiyên wan hebin van êrîşan pêk tînin.

Li aliyê din piştî ku şoreşa Sûriyeyê veguherî şerê çekdarî û gelek komên îslamî ketin navê, hêzên derve jî ketin nava metirsiyekê. Lewre ji bo ku îslama radîkal pêş nekeve, nêzîkahiya ku van koman didin şerkirin, nîşan dan û temenê rejîmê hinekê dirêj kirin. Rejîm jî ji vê yekê hêzê digire û bi şêwazekî herî dijar êrîş dike. Lewre dixwaze di Helebê de muxalefetê bi temamî tasfiye bike û bajar bi temamî bigire destê xwe da ku karibin li herêmên din jî êrîşên bi vî rengî pêk bînin.

Dema pêkhatina van êrîşan balkêş e. Hêzên muxalefeta Sûriyeyê heyetek ava kir û xwest bi we re hevdîtinan pêk bînin. Lê beriya wê ev heyet çû Tirkiyê û li Serêkaniya serxetê bi rayedaran re hevdîtin kirin. Roja ku dê bi we re runiştibana jî, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin astengkirin û nehiştin derbas bibin. Rojek piştre jî êrîşa Helebê pêk hat. Dema ev hemû li ber çavan tên girtin, mirov dikare bêje ku êrîşa Helebê jî wekî li Serêkaniyê hate dîtin, ji aliyê gelek hêzan ve hatiye pêkanîn.

Ev heyeta ku bi me re axivî ne ji aliyê Koalîsyona Muxalefetê ve hatiye şandin. Wan gotin ku ew serbixwe ne. Navê “Lijneya Aştiyane ya Şoreşê” lixwe kiriye. Ji me re gotin ku ew tenê navbeynkariyê dikin, tifaqan çênakin. Lê ev ji aliyê dewleta Tirkiyê ve nehat qebûlkirin. Nehiştin ku heyet derbas bibe, heta ku di qada navnetewî de hewldan çênebûn, vana nekarîn derbas bibin.

Li gorî qenaeta me tiştên li Sûriyeyê diqewimin, bêyî agahiya hêzên derve çênabin. Li ku derê tiştek çêbibe, sedî sed an tiliya Tirkiyê yan hêzên wekî Fransa û Amerîka yan jî tiliya rejîmê bixwe tê de heye. Lewre jî şerê li Sûriyeyê êdî bûye şerê navnetewî, her hêzek dixwaze berjewendiyên xwe biparêz e. Ji ber vê jî êrîşên Helebê ji hêzên wekî ku tiliya hêzên derve tê de nîn e, nayê nirxandin.

Baş e çima Kurd. Em dibînin ku hêzên li Sûriyeyê wekî ku li dijî hev dixuyin û şerê hev dikin, dema mijar dibe kurd, wekî li Serêkaniyê hate dîtin, di heman eniyê dibin yek û êrîş dikin?

Ya girîng ew e ku ev hêzên li dijî kîjan kurdan e. Ev hêz li dijî kurdên azad û kurdên bi îrade ne. Li dijî kurdên ku bejwendiyên netewî di parêz in, kurdên ku yekîtiya Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê diparêz in. Li Rojavayê Kurdistanê jî îradeyek derketiye holê, îradeya civaka azad ku hemû netew dikarin tê de cîh bigirin çêdibe. Ev jî li dijî berjewendiyên wan e. Nexwe kurdên ku xwe teslîm kirine, li gorî berjewendiyên wan tevdigerin, heta dawiyê bikar tînin û digirin cem xwe.  Dema karê bi wan xilas bû, wan jî di avêjin.

Di çapemeniyê de jî tê nirxadin ku hêzên derve yên wekî Amerîkayê ji van komên îslamî ditirsin ku piştî hilweşandina rejîmê desthilatdariyê bigirin destê xwe. Lewre naxwazin niha mudaxeleyek leşkerî bikin, dixwazin ev kom zeîf bibin. Li aliyê din siyaseta kurd jî rêyek siyemîn ji xwe re hilbijartiye û wekî hêzekê derketiye holê. Li gorî vê mirov dikare bêje ku êrîşên li dijî kurdan, ji ber tirsa ku ev hêz naxwazin li dijî wan îradeyek derkeve holê, pêk tên?

Li gorî qenaeta me, Amerîka, Ewropa û hêzên wekî Tirkiyê jî li Sûriyeyê ji bo demokrasiyê û azadiyê tiştekî nakin. Li pey berjewendiyên xwe ne. Di vê çarçoveyê de kurdekî azad jî bêguman wê xizmeta berjewendiyên wan neke. Kurdê azad wê îradeya gelên Sûriyeyê biparêz in. Niha jî têkoşîna kurdan tenê ji bo wan bixwe nîn e, di heman demê de ji bo parastina mafên gelên Sûriyeyê û îradeya wan e. Siyasetên derve hertim li ser nakokiyên hundirîn xwe didin jiyandin. Dema nakokî nebin nikarin mudaxele bikin. Dixwazin rejîmek ku li herêmê berjewendiyên wan biparêze, siyaseta wan bide meşandin, ava bikin. Lê kurdekî bi îrade û azad, wê li tevahiya Sûriyeyê ji bo sîstemek demokratîk têbikoşe, ev jî li derve nayê qebûlkirin.

Li hemberî van êrîşan, berxwedanek mezin hate nîşandan û bandorek mezin çêkir. Encamên siyasî jî derketin holê. Lê aliyê din wekî Desteya Bilind a Kurd li dijî van êrîşan di warê dîplomasiyê de çi hewldanên we çêbûn?

Me xwest bi muxalefetê re danustendinan çêbikin. Di vê çarçoveyê de me heyetek jî ava kir. Me nexwest bi komên çekdar re hevdîtinan pêk bînin, li şûna wê rasterast mi Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê de têkiliyê deynin. Me xwest bi wan re pirsgirêkê çareser bikin. Lê heta niha bersivek, nêzîkahiyek ku mirov tatmîn dike nehatiye nîşandan. Koalîsyon heta astekê hesaban dike. Ji bo ku bibe xwedî îradeyek azad, ji wan re îmkan lazim e. Ji bo ku bi awayekî azad karibin bi Desteya Bilind re danustendinan pêk bînin, li derveyî mudaxeleyên derve hêzek serbixwe ji wan re lazim e.

Her çi qasî heyeta bi we re hevdîtin pêk aniye, li ser navê Koalîsyona Muxelefetê nehatibe jî, cara yekemîn e heyetek wiha we muxatab digire. Ev yek wekî encamek siyasî ya Serêkaniyê dikare bê nirxandin?

Em vê wekî gavekê dibînin û baş dinirxînin. Di nava heyetê de yên ku ji van hevdîtinan razîbûn, ji avakirina Desteya Bilind keyfxweş bûn jî hebûn. Lê gumanên wan ên wekî, “gelo dê li ser sînor PYD hebe yan na” hebûn. Me jî got ku li vir îrade Desteya Bilind e û ji 17 partiyan pêk tê. Lewre jî muxatap deste ye. Me got ku me yekîtiya xwe ava kiriye û ji bilî desteyê jî hewldanên hevdîtina bi hinek kes û koman re nayên qebûlkirin. Em dixwazin ev bibe pêngava yekemîn ku hemû kes tenê Desteya Bilind muxatab bigire.

Ev pêşketin hene, lê li aliyê din hîn jî hêzên ku vê yekîtiya kurdan nabînin, lewre hevdîtinan bi kesan re çêdikin, hincetên cuda nîşan didin hene. Li dijî vê yekê, ji bo xurtkirina yekîtiyê û ji bo ku Desteya Bilind tekane hêza îradeyê bê dîtin, çi hewldanên we çêbûn?

Heta niha gelek xebat hatin meşandin. Em dixwazin ku êdî rêveberiyek vî welatî çêbibe û Desteya Bilind nûnertiya wê bike. Girêdayî vê gelek sazî û dezgeh jî tên avakirin. Asayîşa ku ji aliyê Meclîsa Rojava ve hatibû avakirin, niha dewrî desteyê hatiye kirin. Dîsa komîteya leşkerî ya Desteya Bilind hate avakirin û hemû komên çekdar ên kurd wê girêdayî vê bin. Dîsa komîteya tenduristiyê hatiye avakirin. Xebatên sînor li ser navê desteyê tên meşandin. Alîkariya mirovî li ser navê desteyê tên belavkirin. Êdî rengê partiyekê yan jî meclîsekê ji holê radibe. Em dixwazin ku di pêşerojê de herdu meclîsan jî (Encumenî Niştimanî Kurd û Meclîsa Rojava) bikin yek ku hemû sazî û dezgeh tê de cîh bigirin.

Yanî wekî hikûmetekê...

Wekî rêveberiyekê. Rêveberiyek vî welatî ye û ji aliyê hemû sazî û dezgehên vê herêmê ve bê avakirin.

Yanî hûn dixwazin kongreyek pêk bînîn û di vir de rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bê hilbijartin?

Belê, yanî dema wê hatiye, divê êdî pêk were. Carek kete rojevê, hat belavkirin. Lê di vî warî de nîqaşek me ya berfirek tûne ye ku hikûmetek çêbibe. Lê di pratîkê de ev welat ji aliyê rêveberiyê ve tê meşandin. Li vir dewlet nemaye, yên ku kar û baran bi rê ve dibin êdî rêveberiya vî welatî ne.

Baş e ji bo yekbûna her du meclîsan demeke ku hatiye diyarkirin heye yan na, dê kengî pêk were ku rêveberiyek bê hilbijartin û fermiyeta wê pêk were?

Me biryara wê nedaye ku kengî çêbibe. Lê beriya çend mehan di civîna Desteya Bilind de biryar hatibû girtin ku her du meclîs bibin yek. Bes heta niha pêk nehatiye, ji ber ku hevalên me yên Encumenî Niştimanî amade nebûn, ev nîqaş pêk nehatin.

Pirsgirêkek din a herêmê jî rewşa aborî ye. Li ser herêmê ambargoyek heye, hewldanên desteya bilind jî hene. Ev xebat niha di kîjan astê de ne?

Girêdayî Desteya Bilind meclîsek aboriyê hatiye avakirin. Di nava wê de karsaz û maldar hene. Vê meclîsê ji bo pêşxistina bazirganiyê lijneyek ava kiriye û dest bi xebatên xwe kirine. Hewldanên wan ên hevdîtinên bi derve re jî hene. Dîsa li Deriyê Sînor ê Sêmalkan êdî dikare bazirganî bê kirin. Bazirgan dikarin li vir karê xwe bimeşînin. Lê piştî hevdîtinên me yên bi hikûmeta herêm Kurdistanê re çend roj derbas bûn, rayedarên hikûmetê tenê yek cih diyar kiriye. Dixwaze tenê bi bazirganên diyar re têkiliyê deynin. Dixwazin bi vî rengî yekdestiyekê (tekel) çêbikin. Me ev hêvî nedikir ku hikûmeta başûr wiha bike. Me dixwest ku bazirgan karibin di vî derî de derbasî hemû welatên din bibin û bazirganiya xwe bikin. Ku wiha biçe ev dê yekdestiyê pêş bixe û tenê dê hinek derdor jê feyde bigirin. Feydeyek wê nagihîje herêmê û tê wateya domandina ambargoyê.

Demek beriya niha Komîteya Sînor a girêdayî Desteya Bilind bangaweziyek kiribû û gotibû êdî sazî û dezgeh dikarin alîkariyên xwe bişînin. Piştî vê bangê gelek kampanya jî hatin destpêkirin. Gelo alîkariyên ku gihîştine herêmê hene yan na?

Belê ji gelek deveran alîkarî hatine. Ji Silêmanî, Qendîl û Ewropa hatine. Heyva Sor gelek alîkarî belav kirine. Her wiha li Bakûrê Kurdistanê kampanya hate destpêkirin û beşek jî derbas bû. Ji welatan ereban hinek alîkarî hatine şandin. Heta niha ev alîkarî gihîştiye astekê û bandora wê jî heye.

Ev alîkarî hemû bi riya Desteya Bilind têne belavkirin?

Raste hemû bi riya Desteya Bilind tên. Komîteyên girêdayî desteyê van alîkariyan li gorî pêdiviyan li bajaran belav dikin.

Wekî dawî di warê aborî de bangek we heye?

Em dixwazin rêyên bazirganiyê li pêşiya me bêne vekirin. Em naxwazin tenê  bi bazirganekî re kar bikin. Em dixwazin bazirganên me karibin biçin derve û bazirganiya xwe bikin da ku sûka bajarên Rojavayê Kurdistanê jî kar bike. Suk kar bike wê rewşa milet jî baş bibe. Ku ev nebe tenê bazirganek hebe, ev tê wateya yekdestiyê û desthilatdariyê. Dixwazin bi riya bazirganiyê desthilatdariya xwe li Rojava bidin meşandin. Em dixwazin dawî li vê siyasetê were.