1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îlham Ehmed: Me berisva fikarên Amerîkayê da
Îlham Ehmed: Me berisva fikarên Amerîkayê da,îlham,ehmed,me,berisva,fikarên,amerîkayê,da

Îlham Ehmed: Me berisva fikarên Amerîkayê da

A+ A-

NAZDAR EBDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Rayedarên Amerîkayê erênî nêzî projeya Federaliya Demokratîk dibin û dê vê projeyê bikin rojeva Congress’ê.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed derbarê gera xwe ya li Amerîkayê de ji nûçegîhana ANHA’yê re destnîşan kir ku wan fikarên Amerîka yên ji parçekirina Sûriyeyê, bi projeya Federaliya Demokratîk bersivand.

Ehmed da zanîn ku di hevdîtinên wan ên li Washingtonê jî Amerîka heman metirsiyên muxalefeta sunî ya erebî ya “Projeya federaliyê dê Sûriyeyê parçe bike” parve dikir û bal kişand ku wan wê demê jî ji bo rayedarên Washingtonê gotibûn ku “Mîna Amerîka bi federaliyê nehat parçekirin ew ê Sûriye jî bi vê projeyê parçe nebe.”

Di hevdîtina dawiyê ya Ehmed li Washingtonê bi Endamê Congress a Amerîkayê Bill Flores re, Flores destnîşan kiribû ku ew ê nêrînên şandeya Rojava bixin rojeva Congress’ê. Îlhamê derbarê pêşketinên vê pêşniyara Flores de da zanîn ku heya niha pêk nehatiye lê hewldanên wan di vê mijarê de didomin.

Îlham Ehmed anî ziman ku ew di hevdîtinên xwe yên dîplomatîk de ji avakirina herêmeke Kurdî ya xweser zêdetir projeya Sûriyeya federal a hevgirtî nîqaş kirin û got ku heya niha aliyên ku bi wan re dicivin erênî nêzî mijarê dibin.

(ne) ANHA