1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Îran yekem car ji bo civînên çareseriya krîza Sûriyeyê hat vexwendin
Îran yekem car ji bo civînên çareseriya krîza Sûriyeyê hat vexwendin,îran,yekem,car,ji,bo,civînên,çareseriya,krîza,sûriyeyê,hat,vexwendin

Îran yekem car ji bo civînên çareseriya krîza Sûriyeyê hat vexwendin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS

Li ser krîza Sûriyeyê, Rûsya jî dinav de, aktûrên herêmî û derve dest bi hatina gel hev kirin. Hêzên navneteweyî li cihê ku pirsgirêkê pişt bidin civakên çareser bikin, hewl didin li ser mêzê çareser bikin, di rojên buhrî de li Viyanayê hatin gel hev lê Îran ji bo vê civînê nehatibû vexwendin. Rayedarên Amerîka ragihandin ku civînên navneteweyî yên der barê krîza li Sûriyeyê tên lidarxistin, cara yekeme Îran jî tê vexwendina van civînan. Rayedarên DYA yên ku ji bo Ajansa Nûçeyan a AP (Associated Press) a Amerîkî daxuyanî dan, diyar kirin ku yekem care rêveberiya Tahranê ji bo civînên krîza Sûriyeyê yên zêdetirê çar salane dewam dikin, tê vexwendin.

Dawetname ji aliyê Rûsyayê ve ji bo Îranê hat şandin. Belê heya niha Îranê der barê mijarê de ti daxuyaniyek nedaye. Civîna dawî ya der barê Sûriyeyê de, li paytextê Avusturyayê, Viyanayê bi tevlîbûna wezîrên derve yên DYA, Rûsya, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê pêk hatibû. Tê payîn ku civîna piştî vê, roja Pênçşemê (sibe) li Viyanê pêk bê.

Li gel çar welatên navê wan di hevdîtinan de derbas dibe, tê payîn ku vê carê Almanya, Îngîlîstan, Fransa, Urdun û Yekîtiya Emîrtiyên Ereban jî tevlî bibin. Rêveberiya Amerîka ku der barê vexwendina Îranê ya ji bo vê civînê de razî bû, hinek mitefîkên Amerîkayê ku Erebîstana Siûdî jî dinav deye, li hemberî vê yekê derdetin.

(sk)