1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îran ê Şêrko Mearifî jî daleqîne
Îran ê Şêrko Mearifî jî daleqîne,îran,ê,şêrko,mearifî,jî,daleqîne

Îran ê Şêrko Mearifî jî daleqîne

A+ A-

SEQIZ - Rejîma Îranê di hefteya borî de biyar da ku girtiyê siyasî yê kurd Şêrko Mearifî bi dar ve bike. PJAKê, daxuyaniyek jî, piştî belavbûna nûçeyên di derbarê talûkeya darvekirina girtiyê siyasî yê kurd Şêrko Me`arifî de da.

Li gor îdîayên ku hefteya bûrî di çapemeniyê de cîh girtin, dewleta Îranê biryar daye ku girtiyê siyasî yê kurd Şêrko Mearifî ku niha li girtîgeha bajarê Seqiz tê ragirtin, 1ê Gulanê darve bike. PJAKê ku biryara darvekirina Mearifî bi tundî şermezar kir, siyaseta darvekirinê wekî hewldana rejîmê ya ferzkirina desthilatdariya xwe ya bêperwa li ser gelan binav kir.

Koordînasyona PJAKê darvekirina girtiyên siyasî wekî parçeyek di çarçoveya konsepta jinavbirina gelê kurd de bi nav kir û got: "Rejîma Komara Îslam ya Îranê, di vê konseptê de bi qirkirina siyasî, civakî, çandî û fîzîkî ya li dijî gelê kurd, dixwaze desthilatdariya xwe ya bê ser û ber, li ser hemû gelên Îranê ferz bike û têkoşîn û daxwazên demokratîk yên li vî welatî têkbibe."

Koordînasyona PJAKê diyarkir ku ew, bêyî ferq û cudahiyên siyasî û etnîkî, derketina li dijî cezayê darvekirin û recmê wekî erk û wezîfeya herî sereke ya her azadîxwaz, demokrat û welatparêzekî dibînin. PJAKê di serî de gelê kurd yê li hemû beşên Kurdistanê, bang li her kesî kir ku ji bo jinavbirina vê siyasetê xwedî helwest bin û gavên cidî bavêjin.

JI 2007’an Û VIR VE 9 GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD HATE ÎDAMKIRIN

Piştî Huseyin Xizrî yê, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê Çile li girtîgeha Urmiyeyê hat bidarvekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 9 an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hûlû hat îdamkirin.

DI KORÎDORÊN MIRINÊ DE 16 GIRTIYÊN DIN HENE

Li aliyê din, Şêrko Me'arifî jî di nav de 16 girtiyên siyasî yê Kurd jî, din bin xeteriya darvekirinê de ne ku navê wan ev in: Zeyneb Celaliyan, Hebîbullah Letîfî, Hebîbullah Gulperîpûr, Reşîd Axkendî, Şêrko Me'arifî, Mistefa Selîmî, Enwer Rustemî, Seyîd Cemal Mihemedî, Seyîd Samî Huseynî, 'Ezîz Mihemedizade, 'Ebdullah Sirûriyan, Zanyar Mûradî, Luqman Mûradî, Mihemed Emîn Agûşî, Î`rec Mihemedî û Ehmed Pûladxanî.