1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îranê di rojekê de 16 kes bi darve kirin
Îranê di rojekê de 16 kes bi darve kirin,îranê,di,rojekê,de,16,kes,bi,darve,kirin

Îranê di rojekê de 16 kes bi darve kirin

Ragihandina Mafê Mirov li Îranê ragihand ku di nava rojekî de li Îranê 16 kes hatine darvekirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên Ragihandina Çalakvanên Mafê Mirovan li Îranê (HERANA) herî kêm 11 kes roja şemiyê 16’ê Tîrmehê ji bo cezayê wan yê darvekirinê pêk were, ji hucreyên zîndana Qizil Hisar a Kerecê re hatine veguhestin. Kesên hatine veguhestin duh, 17’ê Tîrmehê hatin darvekirin.

Li gor heman çavkaniyê yek ji wan kesên hatine darvekirin jin bûye. Çalakvanên Mafê Mirovan tenê karîne nasnameya du kesên bi navê Seyîd Sabirî û Muslim Behramî nas bikin.

Roja 16’ê Tîrmehê çar girtî ji girtîgehekê, çar girtiyên din ji girtîgeha Tehrana mezin, girtiyek ji zîndana Qizil Hisar, girtiyek ji girtîgeha Recayî Şehir a bajarê Kerecê û jinek jî ji cihek ne diyar ji bo werin darvekirin, ji hucreyên girtîgeha Qizil Hisar a bajarê Kerec a Tehranê re hatin veguhestin.

Hemû girtiyên ku duh hatin darvekirin, bi behaneya ku bazirganiya bi madeyê hişber re kirine, ji wan re ev ceza hatiye dayîn.

Ji aliyê din ve duh 5 kesên din di girtîgeha Kerec û Bîrcend a Îranê de hatin darvekirin. Li gor vê yekê bi giştî di rojekê de herî kêm 16 kes li Îranê hatine darvekirin.

Çalakvanên Mafê Mirovan, Rêxistinên cîhanî û hinek rayedarên di Îranê de jî, bi caran xwestine ku qanûna bazirganîkirin bi madeyên hişber re carekedin li ber çavan were derbaskirin. Ji bo ku ti kes ji ber vê sedemê neyê darvekirin lê belê heta niha ti guhertin di vê qanûnê de çênebûye.

Îran di bin navê bazirganiya bi madeyên hişber kirine yan jî bi behaneya ku li dijî rejîmê ne, salê bi sedan kesî, çalakvanên civaka sivîl û kesên ji pêkhateyên cûr be cûr bi taybet Kurd û Belûçan, her wiha jinan bidarve dike.

(ge)