1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îranê Ji Sê Milan ve Êrîş Kir
Îranê Ji Sê Milan ve Êrîş Kir,îranê,ji,sê,milan,ve,êrîş,kir

Îranê Ji Sê Milan ve Êrîş Kir

A+ A-

Hate ragihandin ku Artêşa Îranê îro nîvro ji sê milan ve êrîş biriye ser herêma Zelê ya Qendîlê û di navbera gerîla û artêşa Îranê de şerekî dijwar derketiye. Li gor agahiyan dozerek û wesayîtek leşkerî ji aliyê gerîlayan ve hatine rûxandin.

Li gorî agahiyên ku bi dest ketine artêşa Îranê li qada Kotaman a bi ser herêma Zelê ve, li nêzî Kanî Tûyê êrîş kirine. Hate ragihandin di şerê ku çekên giran bikar anîne de gerîlayan artêşa Îranê dane sekinandin. Tê ragihandin ku şer hê jî didome. Hê kîtekîtên şer bi dest neketine. Li gor çavkaniyên herêmî dozerek û wesayîtek leşkerên Îranê ji aliyê gerîlayan ve hatin rûxandin. Der barê jimara kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.

Artêşa Îranê di 16’ê Tîrmehê de dest bi êrîşan kiribû û heta niha tim di heman xetê de din ava liv û tevgerê de ye. Du hefteyên pêşîn şerên dijwar derketibûn, 3 jê general 10 serbazên payebilind û nêzî 300 pasdaran hatibûn kuştin. Di êrîşên Îranê de li Hecî Umran û Sîdekanê yek jê zarok 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û li gorî çavkaniyên hukimetê 35 gundan zirar dîtibûn, bi sedan gund jî neçarî koçkirinê mabûn.