1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îranê nexweşxane ji sivîlan re girt
Îranê nexweşxane ji sivîlan re girt,îranê,nexweşxane,ji,sivîlan,re,girt

Îranê nexweşxane ji sivîlan re girt

Li sînor pevçûn zêde bûn Îran nexweşxane ji sivîlan re girt

A+ A-

Pevçûnên di navbera artêşa Îranê û endamên PJAK'ê de didomin. Hate zanîn ku rayedarên Îranê li navçeyên Serdeşt, Pîranşar û Şîno yên Urmiyeyê hemû nexweşxane ji sivîlan re girtiye.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin li sînorê navçeya Qeladizê a Silêmniya Herêma Federal a Kurdistanê û li herêmên Katoman û Casusanê di navbera leşkerên Îranê û endamên HRK'ê de 3 roj in pevçûn bê navber didome.

Li aliyê din jî hate zanîn ku li navçeyên Pîranşar, Şîno û Serdeştê yên Urmiyeyê rayedarên Îranê hemû nexweşxane ji sivîlan re girtine û duh êvarê gelek ambulans çûne nexweşxaneya navçeya Serdeştê.

Li Mehabadê jî çûn hatin hemû hatine qedexekirin û ji bo wesayîtên sivîl destûr nayê dayîn, bi destûra rayedarên leşkerî çûn û hatin çêdibe.

Gund têne bombebarankirin

Hate hînbûn leşkerên Îranê ev 3 roj in gundên Sonî, Mêredo, Alîreş û Bestê yên navçeya Qeledizê ya Silemaniyê bombebaran dikin. Di encama bombebaranê de zêdetirî 20 top li gundê Soniyê ketiye. DÎHA (sa)