1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Îstatîstîkeke hêja û balkêş!..
Îstatîstîkeke hêja û balkêş!..,îstatîstîkeke,hêja,û,balkêş

Îstatîstîkeke hêja û balkêş!..

Piştî hilbijartina 12'ê Hezîranê binçavkirin, girtin û kuştina kurdan derket lûtkeyê

A+ A-

METİN İNAN Di ser hilbijartina giştî ya 12'ê Hezîrana 2011'an re salek derbas bû. Hilbijartina ku hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo gelê tirk wekî heviyekê dihat dîtin dijberî wê bi encam bû. Di salekê de operasyonên siyasî û leşkerî derketin asta herî jor. Dî salekê de şaredar, endamên meclîsa BDP'ê, endamên meclîsên şaredarî û bajar bi sedan siyasetmedarên kurd hatin girtin. Dîsa di serî de li Roboskiyê 34 welatiyên sivîl ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetil kirin û gelek welatiyên sivîl bi bombeyên gazê yên polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Salek di ser hilbijartina giştî ya 12'ê Hezîrana 2011'an re derbas bû. Di hilbijartina 29'ê Adara 2009'an de DTP'ê şaredariyên xwe 2 qat zêde kir. Piştî ku DTP'ê serkeftinek mezin bi dest xist, di 14'ê hezîranê de li dijî rêveber, şaredar, û endamên DTP'ê de di bin navê KCK'ê de operasyon hatin destpêkirin. DTP hate girtin. Li gel operasyonên siyasî û girtina BDP'ê kurd bi BTP'ê ketin hilbijartina giştî ya 12'ê Hezîrana 2011'an. Li gel benda ji sedî 10'an dîsa kurdan serkeftinek mezin bi dest xist û hêjmara parlementaran 2 qat zêde kir. Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê li gel astengî û qedexeyên YSK'ê dîsa 36 parlementer derxistin.

Di şermezarkirina biryara YSK'ê de xwendekarê lîseyê Oruç bi guleya polisan hate kuştin

Ji ber ku YSK'ê astengî derxistin pêş BDP'ê di 20'ê Nîsana 2011'an de li Amed û Bîsmîlê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyên şermezarkirinê de polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî girsê kir. Di mudaxaleya li Bîsmîlê de xwendekarê Lîseyê Halîl Îbrahim Oruç bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Bi sedan welatî hatin binçavkirin. Hêj kujerên Oruç nehatine dîtin û nehatine darizandin. Li gel hemû astengiyan BDP'ê li 39 bajaran ji 60 namzetên serbixwe 36 parlementer qezenç kir. DTP'ê di hilbijartina 2009'an de 2 milyon û 272 hezar deng wergirt, lê di hilbijartina 12'ê Hezîranê de 2 milyon û 843 hezar deng wergirt.

YSK'ê parlementeriya Dicle xist û li şûna wî Eronata AKP'î kir parlementer

Piştî hilbijartinê namzetên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Hatip Dicle, Kemal Aktaş, Selma Irmak, Îbrahim Ayhan û Faysal Sariyildiz bi dengên zêde hatin hilbijartin. Lê li gel ku ji aliyê girseyek mezin hatin hilbijartin jî dîsa serbest hehatin berdan. Li gel hemû niqaş û bertekan dîsa 5 parlementerên kurd nehatin berdan û hêj girtî ne. Li gel vê yekê dîsa YSK'ê di 22'ê hezîranê de parlementerê DEP'ê û yê Bloka Ked û Azadiyê Hatîp Dicle bi sedema ceza lê hatiye birîn parlementeriya wî xist û li şûna wî namzeta AKP'ê Oya Eronat bi cih kir. Li dijî vê yekê di 23'ê hezîranê de li Amedê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê bi tevlêbûna 80 hezar kesan mîtîng pêk anî û ev biryara YSK'ê şermezar kir. BDP'ê ku ji ber vê helwesta YSK'ê biryar da ku neçin meclîsê di 28'ê Îlonê de biryar danku biçim meclîsê.

Li gel hemû zext û zordariyên li ser kurdan Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 14'ê Tîrmeha 2011'an de biryara Xweseriya Demokratîk bi mîtîngek mezin îlan kir. Roja ku KCD'ê xweseriya Demokratîk îlan kir li navçeya Farqîna Amedê operasyona leşkerî hate lidarxistin û di operasyonê de 13 leşker û 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Operasyonên siyasi derketin asta herî jor

Li gel astengiyên li pêş BDP'ê operasyonên siyasî jî bê navber berdewam kir. Di operasyonên di bin navê KCK'ê de hatin meşandin akademîsyen, papêzer, rojnameger, nivîskar û şaredar hatin girtin. Di 5 û 28'ê cotmeha 2011'an de li dijî saziyên BDP'ê û akademiyên siyasetê yên BDP'ê 193 siyasetmedar, akademîsyen hatin binçavkirin. Ji 193 kesan Hîndekara Zanîngeha Marmarayê û Endama Komîsyona Makeqanûnê ya BDP'ê Prof. Dr. Buşra Ersanlı, nivîskar û weşanger Ragip Zarakolu' jî di navde 147 kes hatin girtin. Dozgerê Komarê 2 hezar û 400 rûpel îdîaname amade kir û pêşkêşî 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kir. Dozger li gel Prof. Dr. Ersanli der barê 51 kesan de bi idîaya "Endamên Rêxistinê ne" 23 sal cezayê girtîgehê xwest. Der barê Ragip Zarakolu jî bi heman îdîayê 15 sal ceza xwest.

36 parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin girtin

Di 23'ê kanûna 2011'an de li dijî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in operasyon pêk hat. Di operasyona li dijî parêzerên Ocalan de 49 jê parêzer 88 kes hatin binçavkirin û 36 parêzer hatin girtin. Der barê 52 kesan de doz hate vekirin. Dozger idîanameya ku ji 890 rûpelan pêk dihat amade kir û pêşkêşî 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kir.

Dozger der barê parêzer Îbrahim Bilmez, Omer Guneş, Hatice Korkut, Cengîz Çiçek, Emran Emekçi û Nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê Cengiz Kapmaz de bi îdîyaa "Rêveberên rêxistinê ne" 15 sal û 22.5 sal ceza xwest. Der barê 44 kesên ku prz û parlementerê berê Mahmut Alınak de jî di navde ji 7.5 salan heta 15 salan ceza hate xwestin.

Li dijî çapemeniya azad operasyon pêk hat: 36 rojnameger hatin girtin

Di 20'ê kanûna 2011'an de bi fermana 9'emîn Dozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya 'KCK'ê de li 7 bajaran li dijî buroyên DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Etîk Ajans, Çapxaneya Gun û Kovara Moderniteya Demokratîk operasyon pêk hat û ji 48 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 36 hatin girtin. Rojnamegerên hatin girtin, yên jin şandin Girtîgeha Bakirkoyê û yên zilam jî şandin Metrîsê. Yên zilam ji vir jî şandin girtîgehên Kandira 1 û 2 yên Tîpa F'yê.

Li Roboskiyê 34 welatî hatin qetilkirin

Piştî operasyona li dijî çapemeniya azad li dijî qaçaxvanan êrîş pêk hat. Di 28'ê kanûna 2011'an de 4 balafirên şer ên tirk li dijî welatiyên sivîl ên Roboskiyê bombe barandin û di êrîşa bombeyî de 34 welatiyên sivîl ku 19 ji wan zarok bûn perçe perçe kirin û qetil kirin. Li gel ku 6 meh di ser komkujiyê re derbas bû jî hêj kujer nehatine darizandin û ronî neb^yue.

Li gorî rapora Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ya 2011'an 47 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û 86 kes jî birîndar bûn. Di heman salê de cerdevanan welatiyek kuşt û 20 welatî jî birîndar kirin. Di nava salekê de 13 welatiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Di pevçûnên çekdarî de 149 leşker û polîs 169 endamên HPG'ê bi tevahî 339 kesan jiyana xwe ji dest dan. 295' leşker û polîs 6 HPG'î bi tevahî 325 kes birîndar bûn. Polîsan bi ser 2 hezar û 326 malan de girt û 6 hezar û 306 kes hatin binçavkirin. 1917 kes hatin girtin.

Li gorî rapora ÎHD'ê ya 4 mehên sala 2012'an binpêkirina mafan wiha ye:

*Hêza leşkerî yên ku di şerde jiyana xwe ji destdayîn û hatin birîndar kin: 20 mirî, 44 birîndar *Gerîlayên HPG'ê yên di şerde jiyan xwe ji dest dayîn û birindarbûyîn: 67mirî,4 birîndar *Yên ku windahiyên kiryar ne diyar, înfazên bêdaraz û sivîlên ku di şerde jiyana xwe jidest dane: 12 mirî, 49 birindar *Mirinên biguman: 9 *Di encama şaşiyên fermî û îhmalan de: 9 mirî, 2 brîndar *Xwe kuştinên polîs û leşkeran: 2 *Xwe kuştinê jinan:11, 3 teşebbûs *Xwe kuştinê mêran: 13, 6 teşebbûs *Xwe kuştinê zarokan: 4 *Yên ku hatine binçavkirin:2034 *Yên ku hatine girtin:733 *Yên ku rastî îşkence û muameleya xirab hatine:281 *Yên ku rastî lêpêrsîn, ceza û cezakirinê hatine:1080 * Partiyên siyasî, sendîka, Komele û çand yên ku rastî êrîş û zextan hatine:58 *Saziyên ku hatine girtin, partiyên siyasî, sendîka, komele: *Weşanên ku hatine qedexe kirin û komkirin:629 *Di zimanê dayîkê de qedexeya parastinê: 176 *Di girtîgehan de binpêkirinên mafan:953 *Ji çalakiyên civakî mûdexele kirin: 59 mûdexele,111 birindar *Binçavkirina koçber û penaberan: 1412 *Koçber û penaberên jiyana xwe ji dest dayîn: 6 *Erd, zozan, cebel û mêrgên ku hatine qedexe kirin: 19 *Di operasyonên leşkerî de binpêkirinê mafan:16 *Îddîayên gorên komî: 7 -32 kes *Li ser cenazeyê gerîlayan pêkanînên dij mirovahiyê : 7 *Binpêkirinên mafên din: 2027 *Bi giştî hejmara binpêkirinên mafên mirovan 9 hezar û 900 binpêkirin pêk hatin.

19 şeradar hatin girtin

Heri dawî di 7'e hezîranê de li dijî şaredar û rêveberên BDP'ê operasyon hate lidarxistin. Di operasyonê de di navde Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Hevserokê BDP'ê yê Wanê yê berê û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cuneyt Caniş jî di navde 10 kes hatin girtin. Di çarçoveya operasyonên KCK'ê de heta niha 19 şaredarên BDP'î hatin girtin.

(mae)