1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îtirafa çawîşekî pispor!..
Îtirafa çawîşekî pispor!..,îtirafa,çawîşekî,pispor

Îtirafa çawîşekî pispor!..

Çawişê pispor ê li Elkê: Em di tengasiyê de ne

A+ A-

Çawişê pispor ê ku di Fermandariya Tûgaya navçeya Elkê ya Şirnexê de wezîfe dikir, ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku piştî kontrola gerîlayan a li ser herêmê “ketine tengasiyên mezin” û got ku ew nikarin ji navenda navçeyê derbikevin. Çawişê pispor da zanîn ku hejmara leşkerên ku di 2’yê Îlonê de hatin kuştin tê veşartin.

Tevgera Şoreşgerî ya ku gerîlayên HPG’ê di 23’yê tîrmehê de li Şemzînanê da destpêkirin, di 2’yê Îlonê de li li navçeya Elkê ya Şirnexê berfireh bû.

Ji bo rastî werin veşartin û îmaja leşkeran biparêze, Erdogan gelek daxuyaniyê li ser hev dide. Lê binketina leşkeran ji aliyê leşkerên Erdogan bi xwe ve tê îtîrafkirin.

Çawişê pispor ê ku di Fermandariya Tûgaya artêşa Tirk a li gundê Çeman ê Elkê wezîfeyê dike, ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku piştî kontrola gerîlayan a li ser herêmê “ketine tengasiyên mezin” û got ku ew nikarin ji navenda navçeyê derbikevin. Çawişê pispor da zanîn ku hejmara leşkerên ku di 2’yê Îlonê de hatin kuştin tê veşartin.Çawişê pispor diyar kir ku artêşa Tirk di vê çalakiyê de 10 leşker hatine -kuştin, lê di her girekê de herî kêm 25-30 leşker hene û got; “Hemû gir ketin destê wan. Çawa dibe tenê 10 leşker jiyana xwe ji dest didin.”

EM NIKARIN JI NAVÇEYÊ DERBIKEVIN

Çawiş da zanîn ku ev nêzî salekê ye li Elkê peywira leşkerî dike û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe aşkere bike. Çawiş diyar kir ku piştî kontrola gerîlayan a li herêmê, ew nikarin ji navçeyê derbikevin û got; “Piştî pevçûnê (2 îlon) me nekarî ji navçeyê derbikevin. Heta niha jî em nikarin. Kengî operasyon an jî tevgerek çêbibe, em li hember radidbin.”

Çawişê pispor da zanîn ku endamên tevgera taybet li hemberî gerîlayan bin dikevin û got; “Piraniya leşkerên li Elkê bê tecrube ne. Endamên tevgera taybet şer kirin, lê wan jî nekarî tiştek bikin. Êdî tu hêz nikare li hemberî PKK’ê serî rake. Ev 30 sal in şerek berdewam heye. Her tim xwîn dirije. Kesên vî şerî dikin mirovên hejar û xizan in.”

‘MIRINÊN LEŞKERAN VEDIŞÊRIN’

Çawişê pispir diayr kir ku ew herî kêm 5 caran çûn operasyonê, lê belê tengasiyên leşker dijîn nadin çapemeniyê û leşkerên di operasyon û pevçûnan de tên kuştin vedişêrin.

Çawiş da zanîn ku ew herî dawî beşdarî operasyona li Katoyê bûye û got, “Em çûn Katoyê. Balefirên F16 çiyayan bombebaran kirin, lê tu tiştek nebû. Li wir çawişek pispor jiyana xwe ji dest da, 4 leşker birîndar bûn. Lê diçapemeniyê de cih negirtin” û wiha pê de çû “Hejmara hevalên me yên jiyana xwe ji dest didin şaş dibêjin, ger HPG’yiyek jiyana xwe ji dest bide, dibêjin 10 hatine kuştin."

‘DAXUYANIYA 10 LEŞKER DEREW E

Çawişê pispor daxuyaniya artêşa Tirk ku gotibû di çalakiya 2’yê Îlonê de “10 leşker mirin” derewand û got:

“gotin 10 leşker jiyana xwe ji dest dan, lê her kes dizane ev yek derew e. Ji ber ku girên ewlekariyê yên Kumtîk û Bebolîk bi temamî ketin dest. Li her girekê nêzî 25-30 leşker hene. Çawa dibe 10 leşker jiyana xwe ji dest didin.”

‘500 LEŞKERÊN PERWERDEKIRÎ VEDIGUHÊZIN’

Çawiş got ku dê di 500 leşkerên perwerdekirî di mehên pêş de ji Fermandariya Tûgayê ya Çeman biçin Fermandariay Tûbayê ya li navçeya Elkê û got; “Leşkerên di ti tûgaya navçeyê de ne perwerdekirî ne.Lê em leşkerên li navçeya Foça ya Îzmîrê, me perwerdeya leşkerîd dît û em hatin vir. Ji ber wê em ê biçin wir, ji ber ku pêvajoyek krîtîk li Elkê heye.”

LI ELKÊ ÇI QEWIMÎBÛ?

HPG’ê di 2’yê Îlonê de li dijî navenda naveçya Elkê û baregehên leşkerî yên Bayrak, Beboskê û Çeperê, avahiya Tûgayê, Alaya Mezrayê, qereqola cendirmeyan û girên ewlekariyê, avahiyên polîs û tîmên taybet, mala qeymeqamê navçeyê, avahiya hukûmet hemû saziyên dewletê çalakiyek hemwext li dar xistibû.

Di encama çalakiya bi bandor a gerîlayan de 54leşker mirin û zêdetirê 50 leşker jî birîndar bûn. Ji 2’yê îlonê ve kontrola gerîlayan a li ser navçeyê didome û nêzî 30 cerdevanan li navçeya Elkê çekên xwe danîn.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî