1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Îtirafên General Işik Koşaner
Îtirafên General Işik Koşaner,îtirafên,general,işik,koşaner

Îtirafên General Işik Koşaner

A+ A-

Dengê tomarkirî ku tê îdîakirin ku yê Serfermandarê giştî yê berê Orgeneral Işik Koşaner e ku der barê kiryarên skandalî yên ‘têkoşîna’ li dijî gerîlayan pêk anîye de li xwe mikur tê, li ser înternetê hat weşandin. Balkêş e tomara deng di vê serdema ku AKP dixwaze li hemberî PKK’ê zêdetir hêza polêsan bixe dewrê, hat weşandin.

Di tomara deng ya li hin malperên înternetê hat belavkirin de Orgeneralê Tirk Işik Koşaner li xwe mikur tê û dibêje ku li hemberî PKK’ê bi awayekî bêkontrol mayîn danîne û artêşa Tirk bi xwe leşkerên xwe kuştine. Koşaner tîne ziman ku di dema pevçûnan de payedarên leşkerî çekên xwe cih dihêlin û direvin; her wiha Koşaner diyar dike ku ji ber lawaziya perwerdeya leşkerên tirk, gelek leşkerên ‘bêguneh’ hatine kuştin.

Koşaner têkildarê şêwazê şerê artêşa rejîma xwe, wiha diaxife: “Qereqolên me yên ser sînor çewt hatine çêkirin, Hantepe jî çewt e. Rewşa me tam kepazetî ye. Di skandala Balafirên Hewayî yên Bêmirov (BHB) de, hat dîtin ku binyata teşkîlata me çewt û xelet e. Êdî em mecbûrî her tiştî divê di çarçoveya zagonan de bikin. Çavên her kesî li ser me ne. Em nikarin derfetên teknîkî yên di destê me de ne, bi kar bînin; perwerde û tatbîkatên me lawaz/weza in.”

Di tomara deng de di vî warî de Işik Koşaner wiha berdewam dike: “2 terorîst 30 leşkerên me direvînin. Yaw rezîlî û kepazetî di vir de ye ku ger fermandarê min danibû, di çeperan de çeka xwe dayne û bireve, em nikarin vî karî bi rê ve bibin. Tê wê wateyê ku me ev perwerdeya pêk nehênaye. Payeya wî jî heye, ger ew li wir çekê dayne û ji çeperê/sengerê bireve, bêguman dê çeper bikumişe û têk biçe û em wendahiyan didin. 2 peya/zilam tê, ji dijberên xwe 30 kesan direvîne û diçin, yaw ev rewşa me rezalet e ev kepazetî ye. Divê nebe. Çima dibe? Ji ber ku em nikarin yekîneyên xwe sewq û îdare bikin.”

Koşaner der barê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve serdegirtina Hantepeyê de jî li xwe mikur tê û wiha dibêje: “Hevalino dema baregehek, girek yan jî eraziyek tê parastin, çepera/sengera esasî/bingehîn ya kolandin û bi cih bûnê ye. Carina em li cihê zinarî/latî ne û gelek caran ne gengaz e em bikarin bikolin û bi cih bin. Em çi dikin wê demê? Torbeyên xîzê/qûmê zêde ne. Em bi torbeyên xîzê, weke holikên li dora qereqolan çêdikin. Û em qulikek/kunek jî têde dihêlin, ji bo kesên werin em bibînin. Bi bî awayî dibe hedefek mezin.

Hevalino ger di şevê de amêrên di tariyê de dîtinê jî tune bin, ez dikarim bi RPG7’ê di 200 metirî de li hedefê bidim. Binêrin ez di vî salî de dikarim lê bidim. Hûn dixwazin em biceribînin. Hûn holikên wiha çêdikin û jêre dibêjin senger. Dema dibêjin em ketin sengerê, ketine hundirê wê holikê. Piştre bi roketa yekem re li wê holikê didin. Li Hantepeyê wiha qewimî, ne? Efserê (ustegmen) me li wir çû. Hemû li pey wî reviyan qaşo çûn sengerê. Piştre roket jî hat li wir ket. Armanc wir e, wir ne senger e. Ma sengera wiha caran dibe? Li kîderê hatiye dîtin? Ger ev şêwaza hê hebe, bila bê rakirin. Ji me re çi lazim e. Pêwîstiya me bi sengera êrîşê heye. Ji ber em dikevin pevçûnan, sengera êrîşê pêwîst e.

Temaşe bikin, Hantepe di dîmenên Balafirên Hewayî yên Bêmirov (BHB) de jî diyar e. Reviyan çûn ketin hundir ne wisa? Kesê temaşe kiriye heye? Heye ez bawer im. Mêrik/zilam jî hat narincok avêt. Wek ewkê bavêje. Rewşa me tam rezalet û kepazetî ye.

Çima, ji ber ku li holê pêşeng tune. Pêşeng/lîder tune. Em hatin vê rewşê. Binêrin ne hewce ye ez vana jî bibêjim. Em hemû leşker in, lewre em fermandar in ya... Em pir lawaz in di vî warî de. Di skandala BHB’yê de derket ku binyat û pêkhateya me ya teşkîlatê çewt e. Yên ku diviyabû ferman bida li erazî bû, niha li ser dîmenan e. Ez valahiyê naxwazim, me bi fermandarên me yên hêzan re, me bi fermandarê hêzên hewayî re dîmenên BHB’yan şandine, me carek din li cih temaşe kir. Me ev dît, ger em di wextê û cih de BHB’yan bi kar bînin, derfetên pir mezin ji me re dide bidestxistin. Lê fermandarê ku di şûnê û wextê de de temaşe dike, divê xwedî wê zanyarî û ezmûnan be ku bi dîtina dîmenan re bikaribe mudaxaleyî operasyonê bike. Efserê nobedar yê wê derê nikare vî karî bike.”

Îtîrafên Koşaner wiha berdewam dike:

“Dêma ku fermandarê têkildar derkeve pêş û biçe ser kar, bi lezgînî rewşê binirxîne; êdî topavêj dide ser kar, balafiran dixwaze, helîkopteran bişîne, çi daxwaz dike bila bike û bi fermandarê yekîneyên jêr re yekser bikevin nava pêwendiyan û helîkopteran bi rê ve bibe, topavêj bi rêk bixe, ji bo bombeyan bavêjin ku wan araste bikin. Divê bibêje BHB kuderê bişopîne û kîjan aliyê rabigihîne. Fermandarê ku li ser dîmenan e û harekatê bi rê ve dibe, divê BHB’yan araste bike û bi rê ve bibe.

Ji îro û pê ve nabe ku bibêjin BHB dereng hatin, ber bi rastê ve çû ber bi çepê ve çû, filan û bêvan. Nabe. Dê her kes li karê xwe xwedî derbikeve.

Dê her kes çi bixwaze wê bike. Li gor wê BHB’yan bi kar bîne. Li gor vê yekê êdî helîkopteran tîne, nizanim çi tîne. Wê demê dê karê pêwîst bikin. Divê em ji vê yekê haydar bin.

‘RÊXISTINÊ LI ÇOLTERAN ÇALAKÎ KÊM KIR’

Biryara bêçalakîtiyê me girê nade, bêguman niha rêxistina terorî di dema bê de dê karên siyasî bike. Êdî rêxistin bi temamî angajeyê qada siyasî bû. Hûn dizanin ta hilbijartinê biryara bêçalakîtiyê girtine. Ev jî rastî jî çalakiyên xwe ango li çolteran çalakiyên xwe kêm kiriye. Bêguman ev biryara mîsoger me girê nade. Me hîç eleqedar nake. Tu eleqeya me bi bêçalakîtiyê tune. Ew qas ku di van demên dawî de gotin ku her tişt serbest e, ji gelê me re her kes dikare her tiştî bibêje, her xwestekê xwe daxwaz dike, tişta ku dixwaze nizanim çi dike, tiştên teretûre. Bêguman gelek kes ne gengaz/mumkin e vê yekê bifikire jî.

‘EM BI WENDAHIYÊN XWE RE DIMÎNIN’

Di operasyonan de êdî salek e me biryar da bi muntiqî kar bikin. Heta em îstîxbaratê/saloxgeriyê negirin, em ê bi tabûrê re di erazî de derbas nebin. Lê belê ji sala par û vir ve me biryar da karên muntiqî bikin. Berê ji bo em li herêmê mezin bigerin, me tabûr li eraziyan rêz dikir. Me digeriya, lêdigeriya, lê di vê navberê de 10 kesan pê mayînan dikir, 5 kes nizanim çi dibû. Diket, radibû. Di encamê de birîndar dibûn, me tu tişt nedidît, em bi wendahiyên xwe re diman. Lewre me got di çarçoveya saloxgeriyên bi dest ketine, bihîstinên heqiqî, li gor usûl û şêwazê vê yekê bi parêzgar (walî) û marêzgar re koordîne bikin û demildest operasyonê li dar bixin. Êdî vê yekê cendirme dikin, em bi hev re dikin. Em bi tabûrek dikin, bi du liqan (boluk) dikin? Êdî ev karê fermandarê wê herêmê ye. Me got û ez dibêjim di vî warî de em rast in. Li şûna ku yekîneyan vik û vala em veguhezîne, em zanyariyek bigirin, saloxgeriyek bigirin û araste bikin, ha dibe ku ew jî vala derkeve, derdikeve jî...

Bêguman em sedî sed nabêjin garantî ye. Lê bi hêza pêwîst, bi quweta pêwîst em mecbûr in vê yekê bikin. Her tişt ji min re tê. Li hin cihan yekîneyên me ji şûna xwe tevnagerin, çima? Li hin cihan tevger tune. Li hin herêmên me her liv tune. Ne di cendirme de ne di me de. Çi bû, ma xilas bûn ew peyana/zilamana? Ne wa ye. Ma ne wiha ye? Divê em rehetiyê nedin vana. Ger hewayeke wiha hebe jî, tika ye vê yekê ji mejiyê xwe derbixin. Tiştek wiha tune.

Em mecbûr in êdî her tiştî li ser zemîna zagonî bikin. Çavên her kesî li ser me ne, baldar bin çavên her kesî li ser me ne. Ger çewtiyek biçûk jî bê kirin dikeve çapemeniyê, dibe manşet, lewre divê em her tiştî li ser bingehê zagonan bikin. Zagonên me ne, em carina hêrs mêrs dikevin; lê rayeya pêwîst didin me. Bêguman di destpêkê de cendirmeyên me dikin. Em jî li pey wan weke piştgirî dikin.

ROJ TV RAST DIBÊJE

Ya herî biêş jî yên ku çekên xwe datînin û direvin. Roj Tv jimareya çekê jî pêre diweşîne. Wiha ye? Jimareya çekê jî rave dikin. Ez di şûna wî payedarî de bam, ez ê derneketima nav gel. Lê şerm nake zilam. Em nikarin bi vanan kar bikin. Nexwe canê kê bêzar be, dê lêxe biçe. Piştre dê bikevin çeper û sengerên me jî. Em ê gelek jî şehîd bidin. Hevalino êdî her tişt li ber çavên millet aşkera ye.”