1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ŞENGAL! BIRÎNA DIVÊ TU CARÎ NEBE BÎRANÎN!
ŞENGAL! BIRÎNA DIVÊ TU CARÎ NEBE BÎRANÎN!,şengal,birîna,divê,tu,carî,nebe,bîranîn

ŞENGAL! BIRÎNA DIVÊ TU CARÎ NEBE BÎRANÎN!

ŞENGAL! BIRÎNA DIVÊ TU CARÎ NEKEWE!

A+ A-

Bi bîr neyînin ez di bextê we Xwedê û Tawisî Melek de me, bi bîr neynin vê êşê. Divê em biêşên biperitin û bijîn vê êşê.

Êşa bibe bîranîn mirin e. 
Pejirandin e, hînbûn e. 
Ez di bextê we, Xwedê û Tawisî Melek de me napejirînin, hînê vê êşê jî nebin, lê bijîn. 
Heya bêhn li me biçike, heya xîret li pozê me bixe, heya em bibine mirov, divê em bijîn.
Divê ev birîn nekewe, qalik negire.
Birîna qalik girtî mirin e. 
Dema êş bibe bîranîn, êdî mirin e. 
Ez di bextê we Xwedê û Tawisî Melek de me, bi bîr neyînin, bila ev êş jî nebe bîranîn. 
Bila ev birîn nekewe û qalik negire.
Ji bo zarokên me êdî sêwî nemînin, jin, bûk û keçên me nebin malên li ser dezgehên bazarên dirinde û hoveberan.
Bi bîr neyînin, lê bijîn, heya hemû şanikên me bi vê êşê hat dagirtin, divê em bijîn…

 

Mahabad Felat