1. Hemû Nûçe

  2. Helbest

  3. ŞERÊ DIMDIM ( Feqiyê Teyran )
ŞERÊ DIMDIM ( Feqiyê Teyran ),şerê,dimdim,feqiyê,teyran

ŞERÊ DIMDIM ( Feqiyê Teyran )

A+ A-

 

Helal kirye tahayê

Mezhebê qe kêr nayê

Em dimrin nayne rayê

Axret xoştir j'dunyayê

Qeda l'dunyayê b'kevî

Dê rureş bin lik nebî

Qebûl nekin vî mezhebî

Hemyan go: Belave bî

Hemiyan rayek vekir

Go aferin 'ehda te kir

Avêtin tac qebûl nekir

L'ser xat'ra Ebûbekir

L'ser xatira 'umer e

Di rêya pêxember e

Xwe bikin ker bi kere

Rûspî bin da d'mehşer e

Ruspîtiyê d'mehşer kin

Herne wan ker bi ker kin

B'gotina pêxember kin

Şehîd bin dinê terk kin

Şehîd bin terka dinê kin

Navekî j'xwera çêkin

Bes e kelê asê kin

Rabin vêkra hew lêkin

Rabû Xanê Zêrînzend e

Subhê vekir derbende

Xelqê cindî dixwende

Reşandin zer û qende

Zêr û xil'et da wan e

Kamil ku bû dîwan e

Go: Her çî bi îman e

Subhê wer'ne meydan e

Subhê roja şeran e

Bik'ne axir zeman e

Desî li singan dane 

Serê me d'qebza Xan e

Di qebza Xan e l'meydan

Bifkir'ne şêremerdan

Hemyan ku ev xeber dan

Şehîd bûn dinyê berdan

Dinê berda 'ewanan

Le'net bi l'kal û canan

Vêkra biç'ne sekmanan

Ecem nekin emanan

Subhê çûne 'ecem e

Esker rûbar û çem e

Di pêş tê Xan edhem e

Girtin dora dimdim e

L'bin dimdimê westa bûn

Ceyşê 'ecem ku rabûn

Te d'go qiyamet rabûn

................................

Di dema nû ji av e

L'dimdima çak d'nave

Ev kafir taczirav e

Bû sewaş qetl û rave

Sewaş û qetl û ceng e

Hisar e pir tifeng e

Jê dibarin bereng e

Hingi tîr û xedeng e

Hindî ku ev hisar in

Bereng ji wan dibarin

"Ecem dibê çaryar in

Lewra di de'wedar in

Lewra tên wek berazan

Li xwoşmêran, I'şahbazan

Berdane gaze gazan

Êriş bir'ne endazan

Eriş bir'ne kullekan

Top avêt'ne şebekan

Wek baran û şirrikan 

Têk dirêjin tifinkan

Têk dirêjin ji banî

Tifing û tîr didanî

Xaliq bi wan dizanî

Bo roj axirzemanî

Xaliq bi wan xebîr e

Derhatin can û pîr e

Dirêjin top û tîr e

Rûspî bin Xano mîr e

Rûspî bin Xan Ebdal e

Dirêjkirî mertal e

Çi şêrek bê misal e

Dema ku bûye qal e

Dema ku bû sewaş e

Dergeh ku dane paş e

Bo gazî û şabaş e

Ji hev dêxistin laş e

Ji hev dibirin dîl e

Bûye girên û gîl e

Acizbûn betl û fîl e

Perist'ne hev bi hîle

Bi hîle û bi lêb e

Wan kuştin bê hisêb e

Lazim dê yek yekê be

Go: bes e heta sube.

Subhê çûn 'eresatê

Xelqê di vê bisatê

Kafir lê d'kin xebatê

Hatine bin qel'atê

Di qel'atê merestin

Li dijminan qelestin

Bo ceng û dabirestin

Heft hezar jê êxistin

J'hev xistin heft hezar e

Qoçî xelqê bijar e 

Bûye hewar hewar e

Qet rom nebû diyar e

Xeber nehat ji romê

Aciz bûne ji domê

Xelqno jê mekin lomê

Hûn bif'kirin li komê

Hûn binêrin li Xan e

Çi hikmet pehlewan e

Rom nayêne di han e

Xîretkarê mêran e

Ez j'xîreta Nebî me

Ez şêrekî mukrî me

Xan Ebdalê bohtî me

Ez jî bi navê vî me

Bohtan ev nav gerand e

Babim bihîst hebande

Îna li min nihande

B'vî navî ez јê xwende

Kesê ku lê ev nav bî

illa ku Xan Ebdal bî

Şerm e ku ew zirav bî

Xetma vî ne timam bî

Xetmê nekim temam e

Bi sih cûz û kelam e

Ji vir heta vi şam e

Ev nav li min heram e

Heram kirin pirestin

Rabûn û çek vebestin

Destûr ji hev dixwestin

Sitiyan qedem şikestin

Ser ta qedem têk werbûn

Sitî di sor û zer bûn

Fêris di pir ceger bûn

Di nêv kelê bi der bûn

Kela ku sed sitî tê

Çi nazik û cindî tê

B'gihar û zêrrînî tê

Me l'halê wan girî tê

Girî min tê digel wan

Nazik û qamet selwan

Dema dertên ji xelwan

Qerfan dikin bi ser wan

Qerfan dikin beşer tên

Hindî ji min xezel tên

Nalîn û sed 'emel tên 

Hêstirêd min digel tên

Hêstirêd min ji hûr tên

Nalînêd min ji dûr tên

J'dax kovanêd sûr tên

Xelqo ji daxê kûr tên

Xelkê di vê gengaşê

Werin bi ser sewaşê

Guh bid'ne vê dabaşê

Çi d'bêje metn û haşê

Çi dibê metn û noşte 

Wan şêran zend vemişte

Qebzê şîran herişte

Çûne cihê dukuşte

Çûn û jê rûbirû bûn

Ejder qewî bi sû bûn

Betlêd duhî li kû bûn

Şerrê duhî qet çi bûn

Ev şerek bê meal e

Betlêd di bê misal e

Dirêj kirin mertal e

Ku lêk bidin mecal e

Dê lêk bidin ku wext e

Şidandin çek û rext e

Firrîn tali à bext e 

Şah rabû hate text e

Bohtan hemi bi mîr ve

Demek seknîn bi şîr ve

Kifin di bin çengî ve

Kafir hatin ji pîr ve

Kafir di dil qewî ne

Dema ku wan dibîne

Heybet li wan ketî ne

Qurcî nizanin kî ne

Qurcî-di bê hisêbin

Pirs û pirsyar ne 'êbin

Hûn dê mêwanê kê bin

Aza d'rêya Xwede bin

Aza d'rêya Xwedah bin

Emê-di pir gunah bin

Mêwanê xelîfê şah bin

Xazî d'reya Ellah bin

Me gazí kir Cebbar e

Emê di giriftar e

Xelîfe îxtiyar e

Em dê biçin diyar e

Xelîfe çûn nîşan de

Şîrê huşîn kişande

Serî j'laşî firrande

Hersê ji kir'ne rande

Bab û pîs û biraz e

Hersê kirin cenaze

Bi şîrekê dilxwaz e

Bo şîn û gaze gaze

Hersê vêkra dêxistin

Qevzêt şîran heristin

Bû ceng û daberistin

B'hizaran mêr jê kuştin

Lê d'xistin wan bi newbet

Xan Ebdal kir îşaret

Carek dî jê b'kînayet

Ber Muhemmed selewat

Selewat anîn(e) vêkra 

Wan rim hejandin têkra

Bi xencer hat'ne pêkra

B'hizaran kuştin jêkra

Kuştin ji Xana mîran

B'tifing û top û tîran

Serqut in mislê şîran

Laş bûne mîna geran

Hizaran laş li şûnê

Heftê û yêk in li çûnê

Tu d'ê b'hizaran tênê

Şîran reng da ji xwînê

Şîran vedabû berq e

Hawîr bû terqe terq e

Yek yek j'hev nabin ferq e

Lekdan û şirqe șirqe

Serî ji hev firrandin

Zire li hev teqandin

Îyar li hev dirrandin

Herme ber kirrandin

Ber ne kirrand jê kuştin

Wan ew hemî dikuştin

Qet kesek jê nehiştin

Bû şehîdêt bihişt in

Şehîd bûn çûn j'xwedê ra

Ev renge govend gêra

Xan û ev xelgê wêra

Beheşt û horî jê ra

Hemî çûn û jin man e

Kaf'ran ku gote Xan e

Erişê bîne wan e

Bînin kîjêd ciwan e

Qet kes nema ji der ve

Eriş anîn bi ser ve

L'sitiyan bûye rav e

Bû dûman te d'go şev e

Kesek kesê nabine

Kiça Xan ag'rî tîne

B'cibexanê têxîne

Kelê ji bin hiltîne

Kelê ji bin davêje

Hem'yan dibin dikuje

Agir jor da dirije

Kes namîne dipije

Hemî kuştin bi xweran

Şehîd bûn çûne baxan

Bihişt birin ji xweran

Gotin dema ji mi'ran

Wan hemî rûsipî bin

Muqîm li nik Nebî bin

Di Cenneta baqî bin

Mehderçiyê "Feqî" bin

Di paşî wan qisan ra

J'Nebî û Ewliyan ra

Ji " Mîm û Hê " û Xan ra

Fatihe j'ruhê wan ra.

Feqiyê Teyran

 

(Ji rûpela Memê Miksî hatiye girtin)


Bêjeyên Miftehî