Şaredariya Kobanê gelek xebat pêk anîn
KOBANÊ – Şaredariya Gel a Kobanê gelek xebat û karên xizmetgozarî ji xizmeta şêniyên kantonê de pêk anîn. Di xebatên şaredariyê de hin xalên lawaz derketin pêş
DICLE EHMED- ZANA SÎDÎ
Şareariya Gel a Kobanê di çend mehên derbasbûyî de gelek kar û xebatên di xizmeta welatiyn katnonê de pêk anî. Şaredariyê kar û xebatên ku di havîna 2016ʹan de pêk anîbû temam dike. Tevî derfetên kêm ê şaredariyê û di rewşa wêrankirî ya bajar de jî şaredariyê gelek kar û xebat pêk anîn.
Şaredariya gel a Kobanê ji 8 beşan pêk tê. Beşên Fenî, tenduristî, Hawirdor, têkiliyên dîpolmasî, jin, dîwan, displîn (zabte) û ragîhandin. Di her beşekî de kar û xebat têne meşandin û karê herî giran dikeve ser milê beşên hewîrdûr û fenî de. Di 4 mehên derbasbûytî de herdû beşan gelek xebat dane meşandin.
Beşê Fenî:
Beşê fenî beşê herî çalak ê şaredariyê bû. Karê ku vî beşî pêk anîn, kolandin û paqijkirina 468 xetên kenalizyonê yên bajar û gundan bû, koalndina û danîna boriyên bkenalizyonê yên 283 metran, her wiha boriyên bilastîk bi dirêjbûna 890 metirdî li gelek deverên bajar danîn. Her wiha 7 rêger û qapaxên 14 rêgaran danîn.
Di aliyê temîrkirina riyan de gelek kar û xebat hate meşandin, karê beşê fenî di vê demê de ne wekî havîna derbasbûyî bû. Bi teybat di dema ku bajar di rewşa ji nû ve avakirinê ye. Şaredariyê bi dirêjbûna 45 kîlometreyan rê vekirin, piyariyên hin kolanan dagirtin. Beriya Newrozê jî amadekariya şahiya Newrozê kirin.
Di heman demê hin riyên gundên rojhilat, rojava û başûr hatin çêkirin, şaredariyê gekel rê rast kirin û xaka baş lê belav kir. Li Sirînê jî qoma lehiyan bi dirêjbûna 7 kîlometryan li ser rê hate belavkirin, her wiha stadyoma bajarhate amadekarin.
Ji aliyê din jî base fenî çerxeriya Şehîd Egîd a nêzî navenda TEV-DEMʹê, kar û xebatên di çarxeriya Jina Azad de jî hîn didome. Li rojavayê bajar jî pirek li ser riya Cerbalus – Kobanê hate amadekirin. Şaredariyê her wiha piyariyên riya Helenc- Kobanê û riya Helebê jî temîr kir.
Foca agirkujiyê jî rojane kar dike û dibistanan direşîne, hefeteyê 2 caran dibistan têne rewşandin, her wiha firneya otometîk rojana paqij dike, her wiha mala birîndaran a li gundê Hilinc jî rojane paqij dikin. Her wiha kolanên bajar jî têne reşandin.
Beşê hawîrdûrê
Beşê hawîrdorê kolanên bajar û riyên ketina bajar bi daran dixemilîne û gelek cûreyên darên bîna xweş û darên cûda cûda di riya ketina bajar de diçînin. Şaredariyê bi destpêka meha sbatê re bi sedan dar li gelek cihan çandin. Di heman demê de şitlên daran li şêniyên gundên Til Xezal, Cebeliyê û Şêranê hate belavkirin, her wiha bi dehan dar teslîmî Desteya Perwedeyê hate kirin.
Beşê tenduristiyê : Meslex
Ev beş gelek lêgerîn di nava bajar de pêk anîn, xwaringeh, dikan, kargehên bûza û cihê firotina gotş şopandin û li paqijiyê kontrol dikin.
Rojane li nava bajar digerin û avahiyên kun û têne avakirin kontrolkirin. Li se displîn û avakirina li gorî pîlanên hatine danîn pêk tê yan na. Jib o avê jî kontorolkirin tê kirin.
Beşê jinê:
Beşê jinê karê rêxistinî pêk tîne, civîn û xebatên rêxistinî pêk tîne, her wiha beşdarî gelek civînên taybet ên jinan bûn, her wiha beşdarî perwedeyê bûne.
Beşê têkiliyên dîplomsî jî gelek serdan pêk anîn û bi şêniyên gelek gundan re hevdîtin pêk anîn, her wiha serdna kampên Ên Îsa, Minbc û Kobanê kirin û rewşa koçberan ji nêz ve şopandin.
Beşê ragîhandin û dîwanê tenê ji 5 xebatkaran pêk tê û karê herdû beşan li ser karê erşîv û şopandinaxebatên ku beşê din pêk tîne û têkiliya wan bi saziyên çapemeniyê re heye.
(dc)
ANHA



