1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şengalî vedigerin ser xaka xwe
Şengalî vedigerin ser xaka xwe,şengalî,vedigerin,ser,xaka,xwe

Şengalî vedigerin ser xaka xwe

A+ A-

MEM AVBA/ARAM KERÎM  - ANF - ŞENGAL  

 

Li Şengalê her ku diçe şert û merc asayî dibin û xelkê Şengal yên li xerîbiyê vedigere ser cih û warê xwe. Xelkê ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê neçar mayî Şengalê biterikînin û di serî de li Başûrê Kurdistanê di kampan de bimînin, li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) vedigerin Şengalê. Heta niha bi sedan malbat ji Başûrê Kurdistan û deverên din vegeriyane. Her çiqas di vegerê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû bimînin jî civaka Êzidî ji bo bê ser warê xwe bijî bi israr e.

 

Herî dawî du roj berê 30 malbatên ku dixwestin vegerin Şengalê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve li Dihokê pêşî li wan hatibû girtin û nehiştibûn vegerin. Beriya niha jî bi heman awayî asayîşa PDK'ê ji malbatên ku xwestibûn ku ji Başûrê Kurdistanê vegerin Şengalê gef li wan xwaribûn û ji wan re gotibû ‘Yan hûn naçin, yan jî em dest deynin ser hemû mal û halê we!’

 

Duh piştî ku pêşîgirtina li malbatan hat bihîstin, nerazîbûneke zêde ya raya giştî li hemberî vê rêgiriya PDK'ê çêbibû. Lewre hate ragihandin ku asayîşa PDK'ê neçar maye van malbatan berde û vegerin Şengalê.

 

Di derbarê mijarê de jî rêxistina çavdêriyê ya Iraqê jî da zanîn ku di bin çavdêriya wan de ev malbat vegeriyane Şengalê.

 

Di derbarê vegera Şengalê de şêniyên Şengalê jî bang li Êzidiyên ku li Başûrê Kurdistanê di kampan de dimînin ku bên ser cih û warê xwe. Ji şêniyên gundê Dugurê Elyas Guro yê ji Eşîra Mala Cindo bang li kesên niha li kampan di bin şert û mercên xirab de dimînin kir û got, “Em li ser axa xwe, bi aram in. Em bang li xelkê xwe, eşîra xwe dikin ku vegerin warê xwe. Em li ser xaka xwe keyfxweş in. Em di çi şert û mercî de bin, divê em li ser xaka xwe, warê bab û kalê xwe bin. Niha saziyên me yên ji zarokên gelê me pêk tên ên ewlehî, asayîş, xizmetguzarî hwd hene û di xizmeta gel de ne. Lewre mijareke ku me bixe fikaran nîne.

 

Şengal ne weke berê ye. Metirsiyeke êrîşên weke yên fermanê nemaye. Tişteke ku em jê bitirsin nemaye.

 

Em bang li hikumet û dewletan jî dikin ku rê li ber xelkê me yên dixwazin vegerin negirin, bibin alîkar ku gelê me vegere warê xwe.

 

Em careke dîtir bang li xelkê xwe dikin û dibêjin ma heta kengê em ê di bin van çadiran de bi malmîratî bijîn. Jixwe gelê me di bin wan çadiran de nexweşiya derûnî girtiye. Divê dawî li vê bîne û vegere Şengala xwe.”

 

Bişar Cirdo Miraz ê ji gundê Dugurê jî bi heman awayî bang li xelkê di konan de dimîne kir ku vegere ser xaka xwe. Miraz ê ku berê li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê di konên kampan de mayî û sala 2017’an vegeriyayî Şengalê, bal kişand ser şert û mercên zehmet ên jiyana kampan û bang li xelkê kampan kir ku dawî li wê jiyanê bînin û vegerin ser erd û axa xwe. Miraz bal kişand ser aramiya li Şengalê heyî jî û got, “Şengala me ewle û aram e. Ewlehiya wê ji aliyê zarokên me ve tê kirin, lewre em bêtirs û bê fikar in. Em li ser ax û erda xwe ligel mal û halê xwe serfiraz in. Lewre divê gelê me jî vegere ser xaka xwe û ji wan şert û mercên xirab ên kampan rizgar be.”

 

Miraz diyar kir ku niha ji ber rewşa korona rewşa Başûrê Kurdistanê jî nebaşe û kamp weke girtîgehan lê hatine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber rewşa korona niha kamp weke girtîgehekê lê hatine. Li Kurdistanê rewşa aborî gelek xirabe e. Lewre divê xelkê me guh bide vê banga me û vegere ser gund û milkê xwe, bi kerameta xwe bijî. Tifaqa me ji berê çêtir e û Şengal jî ji berê ewletir e.”