1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şagirtên Kobanê jî ezmûnên xwe bi dawî kirin
Şagirtên Kobanê jî ezmûnên xwe bi dawî kirin,şagirtên,kobanê,jî,ezmûnên,xwe,bi,dawî,kirin

Şagirtên Kobanê jî ezmûnên xwe bi dawî kirin

A+ A-

KOABNÊ – Li Kantona Kobanê şagirtên dibistanên seretayî û navîn ezmûnên xwe yên dawiya sala perwerdeyê ya 2015-2016’an, bi dawî kirin.

Di 2’ê gulana 2016`an de 25 hezar û 366 şagirtên dibistanên seretayî û 2 hezar û 821 li dibistanên navîn li Kantona Kobanê dest bi ezmûnan kirin.

Ezmûnên ku deh rojan berdewam kir, îro bi coşeke mezin bi dawî bûn.

Komîteya Rêveberina dibistanan diyar kir ku piştî kaxizên ezmûnan werin sererastkirin û karname werin amadekirin, di 19’ê gulanê de dê ew karname li şagirtên seretayî û navîn bi şahiyekê werin belavkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di 4’ê cotmeha 2015’an de dibistanên Kobanê deriyên xwe ji zarokan re vekirin.

(kc)

ANHA