1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Şahidiya Wêneyekî
Şahidiya Wêneyekî,şahidiya,wêneyekî

Şahidiya Wêneyekî

Coxeyên Agir li Kurdistanê...

A+ A-

Dêrsim Oremar 10 kesên destgirêdayî li hemberî dadger rûniştine, kesê yazdehemîn bi birîndarî li ser erdê dirêj bûye. Dadger biryara gulebarankirina wan dide û çend kes ji bo pêkanîna hukûm wan dibin.

Pêkanîna hukûm G3 bi dest, amade dibin...''Teqe''...

Dengê 11 çekan guhên erşê kerr dike, 11 laş xwar dibin û dikevin û di nava xwînê de digevizin.

Hemû nemirine, hinek ji wan hê sax in, parêzvanê dadger, demanceyê li tenişta xwe vedike û ji bo her yekî guleyek!

Lenza kameraya ''Nikon'' yek li pey hev dîmenan tomar dike... Ji bo her yekê guleyek û çirkênek.

27'ê Tebaxê, rojek ji rojên dawiya bihara sala 1979'an, li bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê, şahidê cinayeteke dîrokî bû. 11 têkoşerên kurd li balefirgeha bajarê Sineyê tên gulebarankirin.

Piştî şoreşa gelên Îranê û serhildana kurdan ji bo azadiyê, hukumetê hêzên serbazî ber bi Kurdistanê dişîne. Di 7 mehên destpêka şoreşê de, bi fermana Xumeynî û bi serpereştî û çavdêriya Sadiq Xelxalî, nêzî 500 kurd ji aliyê hukumeta Îranê ve hatin kuştin.

Di wan salan de Cehangîr Rezmî nûçegihanê rojnameya Îtîlaatê û hevkarekî xwe ber bi navçeyên şer ve diçin û dibin şahidên kuştina xelkê navçeyê.

Wêneyek ji nav hemûyan de tê hilbijartin û di rojnameyê de tê belavkirin, lê bê nav û nîşana wênekêş. Rojname di demeke zû de li bazarê de namîne û tê firotin, nûnerên ajansên nûçeyan ji bo kirîna wêne, êrişê dibin ser buroya rojnameya Îtilaatê.

Piştî belavkirina wêneyan, roja rojnameya Îtilaatê ava dibe û hikumet dest li ser rojnameyê de digire û ji vê rojê rojnameya Îtilaatê bû rojnameya dewletê.

Wêneyê gulebarankirina 11 têkoşerên kurd û nûçeya komkujiya kurdan bi destê rejîma Îranê li seranserê cîhanê belav dibe. Beriya belavbûna wêne, raya gişti ya cîhanê agahdarê kuştina kurdan nebû.

Du roj piştî belavkirina wêneyan, di 29'ê Tebaxa 1979'an, ajansa wênegiriya United Press (UPI) li Waşîngtonê bi awayekî fermî wêne belav kirin û piştî wê rûpela yekem a piraniya rojnameyên cîhanê dagîr kir.

Di 14'ê nîsana sala 1980'an de Cehangîr Rezmî ji ber wêneyê gulebarankirina koma kurdan li Rojhilatê Kurdistanê, xelata '' Pulitzer Prize for Spot News Photography'' qezenc kir, lê kesî/ê nedizanî ku wî wêne girtiye.

10'ê Berfanbarê, roja mafê mirovan a cîhanê, kovara Spiegel di malpera xwe de behsa çîroka wêneyekî dike ku xelata Pulitzer bi dest xistiye, lê di nava 27 salan de kesî/ê wênegirê wê nas nedikir.

Ji ber wê jî xelat bi awayekî fermî pêşkêşî ''Wênegirê navneteweyî yê bê nav'' hate kirin û bi awayekî demkî û weke emanet di destê ajansa nûçeyan a Amerîkayî ku wêne belav kiribû de ma.

Di dîroka 80 saliya xwe de, cara pêşîn bû ku xelata Pulitzerê pêşkêşî kesekî nenaskirî dihate kirin.

Çend kesan ew derfet baş dîtin û xwe weke: “Wênegirê ''Coxeyên Agir li Îranê'' nasandin, lê belgeyek ji bo selimandina vê rastiyê di destê wan kesan de nebû.

Sala 2002'an nûçegihanê Wall Street Journalê, Joshua Prager piştî 5 sal lêkolînê karî şûnpiyên wênegirê ''Coxeyên Agir'' peyda bike.

Babeta Joshua Prager bi navê 'Sira dîrokiya wêneyekî hejîner'' bû serdêra piraniya ajans û rojnameyan.

Cehangîr Rezmî, wênegirê 58 salî piştî bêdengiya sê deheyan, di sala 2007'an de di merasîmekê de li Zanîngeha Colombiayê bi awayekî fermî xelat stand.

Rezmî di dema wergirtina xelatê de got: '' Di rastiyê de min 26 sal beriya niha xelata xwe wergirt, ji ber ku wêneyên min bûne sedemek ku pêşî li kuştina xelkê bigire û ji bo min weku rojnamevanekî, xweştirîn hest ev e û di rastiyê de ew xelat ji bo min xelata duyemîn e.''

Wall Street Journal derbarê komkujiya Kurdistanê wiha nivîsî: '' Di du rêzên li hember yek, 11 kes rawestane. Rêzek çavgirêdayî, rêza duyem çek di destan de. Fermana ''Teqe'' hate dayîn, aliyê rastê û li aliyê din li pişt serbazan, kesê 12 mîn jî teqe kir, Kameraya Nikon û filmê ''Kodak'' ew komkujiya reş û spî tomar kir.

Ew dîmen diçe xaneya wan wêneyan ku kesek di jiyana xwe de, tenê carekî dikare bigire. Komîteya hilbijartina xelatê, ew wêne ''Bi nav û bang tirîn wêneyê şoreşa Îranê'' bi nav kir.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî