1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Şahiya Deng û Rengê Şevê bi dawî bû
Şahiya Deng û Rengê Şevê bi dawî bû,şahiya,deng,û,rengê,şevê,bi,dawî,bû

Şahiya Deng û Rengê Şevê bi dawî bû

A+ A-

Şahiya Deng û Rengê Şevê ya bi minasebeta meha Remezanê her hefte pêk dihat, bi konsereke bêhempa bi dawî bû.

Gun TV û Navenda Çanda Dîcle û Firatê, bi minasebeta meha remezanê ji bo her Şemiyê bernameyên taybet li dardixist, di hefteya dawî de roja înê pêk hat. Vê heftê jî bi alîkariya Şaredariya Surê ya Amedê bernameyeke têr û tije ji bo gelê Amedê hate pêşkêşkirin û şevek ku nayê ji bîrkirin hate jiyandin. Şahiya ku her êvarên şemiyê bi navê "Reng û Dengên Şevê" tê lidarxistin, şevê din li Anfiya Şanoyê ya Parka Sumerê pêk hat. Şahî bi axaftina Pêşkeşvan Şêrko Aydogan dest pê kir. Aydogan operasyona şermezar kir û bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo gel peyama pîrozbahiyê da. Di konserê de hunermend Yusuf Roman, Rojbîn û Rêvî Ciwan amade bûn. Hunermendê salan Yusuf Roman bi starana xwe ya " Tu tê bîramin", Rojbîn, jî bi strana "Heval Cuma" û Rêvî Ciwan ku ji Navenda Çanda Medya ya li Dîlokê bi strana ku xwe ya li ser bîranîna Aram Tîgran bi navê "Mamoste Aram"çêkiriye bi gel re bi yek dengî dubare kirin. Piştî hunermendan Alîkara Şaredarê Surê Gulbahar Ormek derket ser dikê Cejna Remazanê û 1 Îlonê roja aşîtiyê pîroz kir û xwest ku roja aştiyê weke navê xwe bimîne û aştiyeke mayinde were vî welatî. Ormek, behsa xebatê şaredariyê pirzimanî û çandîniyê kir û wiha anî ziman ku ew wek şaredariyê heta niha gelek projeya " Ji piçûkan ra çîrok, ji mezina re dîrok" jî di nav de ji bo gel hate kirin. DÎHA (bg-by/aw/mae)